Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Şareza: Xebatên DAIŞê yên xwebirêxistinkirinê li bakurê Îraqê qedera wan binketin e

Xalid Taî

Yekîneyên serbazî yên Îraqî operasyoneke lêgerînê ya ku endamên DAIŞê li rojhilatê parêzgeha Diyalayê armanc dike bi cih tînin, di 18ê Kanûna Yekem de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Yekîneyên serbazî yên Îraqî operasyoneke lêgerînê ya ku endamên DAIŞê li rojhilatê parêzgeha Diyalayê armanc dike bi cih tînin, di 18ê Kanûna Yekem de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Çalakîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li parêzgehên li bakurê Bexdayê zêde dibin ji ber rêxistin hewl dide ku qerebalixeke mîdyayîê çêke ligel xwepêşandanên ku li welat berdewam in, şirovekar û berpirsan ji Diyaruna re ragihand.

Wan daxuyand ku tevî pêla êrîşên vê dawîyê li ser hêzên ewlekarîyê, rêxistin dê nikaribe careke din tu deverê kontrol bike û xwe bide ser hev û xwe bi rêxistin bike.

Du karmendên polîs di 15ê KanûnaYekem de hatin kuştin dema ku endamên DAIŞê fîşek berdane navgîneke polîsê federal li Wadî Zixeytûnê li beşê başûrê ji taxa Riyadê li Kerkûkê.

Piştî wê bi rojekê, pênc leşker hatine kuştin û pênce din jî birîndar bûn di encama du êrîşên çekdar de li ser rojhlatê parêzgeha Diyalayê.

Fermandarên serbazî yên Îraqî serperiştîya operasyonên lêgerînê dikin, operasyonên endamên DAIŞê li parêzgeha Selahedînê armanc dikin, di 9ê Kanûna Yekem de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Fermandarên serbazî yên Îraqî serperiştîya operasyonên lêgerînê dikin, operasyonên endamên DAIŞê li parêzgeha Selahedînê armanc dikin, di 9ê Kanûna Yekem de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Û di 12ê Kanûna Yekem de, êrîşeke ku hêzên Îraqî li çeperekî serbazî armanc dikir nêzî bajarê Samerayê heft kuştin û sê jî birîndar kirin.

Piştî saetekê, çar leşher ji hêzên Îraqî hatin kuştin û çare din jî di êrîşeke din de birîndar bûn ji alîyê xwekujekî ku navgînek li çepereke serbazî li nêzî Samerayê diajot.

Di encama van êrîşana de, hêzên ewlekarîyê dane dûv bermahîyên DAIŞê û veşartgehên wan wêran kirin.

Operasyonên ewlehî yên çirûpir

Hêzên ewlekarîyê "bi awayekî xurt bersiva vê zêdebûna çalakîyan di nav de gelek êrîşên terorîst da", şirovekarê warê ewlehî Sermed Beyatî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku piştî bidawîbûna qonaxa heftemîn a pêngava ewlehî ya ''Vîna Serkeftin'', a ku encamên girîng bi cih anîn, endamên DAIŞê êrîşên xwe li ser xalên pişkinînê zêde kirin weke hewldanekê bo sûdê ji şert û mercên hewayê yên xirab wergirin.

"Hêzên Îraqî bersiva vê yekê da di rêya bicihanîna operasyonên lêgerînên yên berfireh," wî got û hêzine zêde hatine şandin daku hêzê li deverên ku binpêkirin li wan rû didin qayim bikin.

Di 16ê Kanûna Yekem de, polîsê Diyalayê û hêzên artêşê dest bi operasyoneke ewlehî ya hevbeş a sê rojan dirêj dike, ya bi navê "Tola Şehîdan" kir, daku bidine dûv bermahîyên DAIŞê û veşartgehên wan wêran bikin.

Polîsê federal operasyonên lêgerînê li başûr û rojavayê Kerkûkê bi cih anîn û Fermandarîya Operasyonên Nînewayê dest bi pêngavên lêgerînê kir li başûrê Mûsilê.

Herwiha Fermandarîya Operasyonên Cezîrê dest bi operasyonên lêgerînê kir li Wadî Horanê û Huseyniyatê li başûrê Qaimê li rojavayê Enbarê di 19ê Kanûna Yekem de ligel hevkarîya bi êlên xwecihî re û alîkarîya cewî ji alîyê hêza cewî ya Îraqî û hevpeymanîya navdewletî ve.

Beyatî got ku endamên DAIŞê bêhtirî xwe li van deveran in, yên ji Hetra, çiyayên Mexûlê, girava Hewîca û Samerayê dirêj didin heta çiyayên Hemrînê û deverên Weqfê li rojhilatê Diyalayê herwiha li rojavayê Enbarê

"Tevî xebatên ewlehî yên çirûpir li wê deverê, hin terorîstan karîbû ji hêzên ewlekarîyê birevin, wan şûd ji kendûkozan werdigirt, ên derfet didane wan bi awayekî nepenî tevgerê bikin û êrîşên nişkayî pêk bînin.

Wî teqez kir ku ew lawaz in û em dikarin çalakîyên wan weke şerê gerîla şiyanse bikin weke hewldanekê "ku qerebalixekê medyayî çêkin di rêya kirarên terorîzmê yên ceban re".

DAIŞê hewl dide ku sûdê ji xwenîşandanan wergire

Tu şîyana DAIŞê ya serbazî yan a şer a rast nemaye û operasyonên wê yên vê dawîyê "lawazî û newêrekîya wê rastnîşan didin ji ber ew dikare tenê li deverên dûr û yên ku şert û mercên hewayê li wan zehmet e êrîş bike", pisporê warê ewlehî Celîl Xelef ji Diyaruna re eşkere kir.

Wî got ku "terorîst bawer dikin ku ew dikarin hêza xwe vegerînin û careke din rûberên ku li jêr kontrola wan bû vegerînin, lê ev tenê xeyal e".

"Ne gengaz e ku ew tu pêşketinê bi cih bînin û êrîşên wan tenê kirarine ceban in," wî anî ziman.

Wî got ku hêzên Îraqî deverê kontrol dikin û şîyan û şarezayîya wan a ku di şerên berê de bi DAIŞê wergirtine zêde bûye.

"Ew dê nehêlin ku ti valahî yan binpêkirinên ewlehî çêbibin, ên ku DAIŞ xwe dispêre wan di dema xwepêşandanên li welat berdewam in," wî got.

Xelef teqez kir ku van xwepêşandanan "bandor li performansa sazîyên ewlekarî û serbazî nekiriye", û anî ziman ku hêzên ewlekarîyê hîn bi temamî erkên xwe bi cih tînin da ku bidine dûv terorîstan.

Di heman demê de, endamê komîteya ewlehî ya encumena parêzgeha Selahedînê Ebû Sultan Îsa Cibûrî bang li hêzên ewlekarîyê kir ku "hay ji xwe hebin û berê xwe amade bikin ku planên terorîst têk bibin".

Wî ji Diyaruna re ragihand ku endamên DAIŞê rastî derbeyên êşdar hatin lê ew bi temamî nehatine tinekirin, ji ber hîn ew bi komên piçûk hene ku li vir û wir êrîşan li dijî hêzên ewlekarîyê û sivîlan bi cih tînin.

Wî got ku "ji bo em nehêlin ev operasyon werin bicihanîn, divê hêzên me êrîşî DAIŞê bikin û veşartgehên wan armanc bikin û li hember çi çalakî û tevgerên terorîst hişyar bimînin".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500