Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Hêzên Îraqî hîna biyabana Hetrayê li Nînewayê kontrol dikin

Xalid Taî

Duman ji veşartgeheke DAIŞê li biyabana Nînewayê bilind dibe piştî hêzên Îraqî ew di 21ê Mijdara 2019an de armanc kirine. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Duman ji veşartgeheke DAIŞê li biyabana Nînewayê bilind dibe piştî hêzên Îraqî ew di 21ê Mijdara 2019an de armanc kirine. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî fişara xwe li ser endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li biyabana Hetrayê li başûr- rojavayê parêzgeha Nînewayê berdewam dikin.

Paşmahîyên DAIŞê "tu metirsîyê çê nakin", û agahîyên ku dibêjin ew hewl didin biyabanê bo xwe ji nû ve rêxistin bikin bi kar bînin "ne dirust" in, birêveberîya navçeya Hetrayê ragihand.

"Hêzên ewlekarîyê her tim biyabanê radimalin û gelek operasyonên lêgerîna li veşartgehên terorîstan pêk tînin," Besman Ehmedî, birêveberê navçeya Hetrayê Pêncşemê (26ê Kanûna Yekem) ji Diyaruna re got.

Wî anî ziman ku operasyona dawî di 23yê Kanûna Yekem de pêk hat.

Leşkerine Îraqî li paşmahîyên DAIŞê li biyabana Hetrayê û deverên li nêz digerin di Îlona 2019an de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Leşkerine Îraqî li paşmahîyên DAIŞê li biyabana Hetrayê û deverên li nêz digerin di Îlona 2019an de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Yekîneyin ji Firqeya 20an a artêşa Îraqî ya girêdayî Fermandarîya Operasyonên Nînewayê û Lîwayê 44an ê Hêzên Heşda Şaebî biyaban bi piştevanîya hêza asmanî ya Îraqî ramalaştin.

Operasyonê deverên biyabanê yên li dirêjahîya sînorên îdarî yên bi parêzgeha Enbarê re, bakurê Wadî Sersar da ber xwe, û di encamê de 5 tunêlên DAIŞê hatin dîtin û wêrankirin.

Ehmedî anî ziman ku "hejmara terorîstên xwe li biyabanê vedişêrin kêm e ku tu metirsîyeke mezin li ser navçeyê çê nakin," û da zanîn jî ku operasyonên ewlehî yên berdewam "nahêlin ew li wir ewle bimînin û gotinên derbarî hewlên wan ên dîsan xwe bi rêxistin bikin ne hûrbîn in"

Paşmahîyên DAIŞê "bêhêz" in

Raportine rojnameyan vê dawîyê haydarî ji zêdebûna êrîşên endamên DAIŞê li Hetrayê dan, û wan angaşt kir ku ew dixwazin "hebûna xwe" li biyabana navçeyê xurt bikin, ya heya bi sînorê Îraq- Sûrî dirêj dibe.

"Endamên terorîst yên li biyabanê mayî bêhêz in û êrîşên wan bêkêr in û her tim jî bi bin dikevin," Ehmedî dîyar kir.

Wî da zanîn ku "berî çend rojan, wan hewl da êrîşî yekîneyên me yên lderdora Hetrayê diparêzin bikin, lê hêzên me bi rêya kamereyên germî ew şopandin û hewldana wan têk birin."

Wî destnîşan kir ku hêzên ewlekarîyê "hişyar in û karê xwe baş bi cih tînin," û teqez kir jî ku "gundên dûr ên li biyabanê ewle ne û tu çalakîyên terorî li wir nîn in."

Ehmedî got "hejmareke baş a polîsên ku bajêr diparêzin heye, û 200 endam vê dawîyê tevlî [birêveberîya polîsê] Hetrayê bûne, ku hejmara giştî digihêje bêhtirî 360 endaman".

Wî daxuyand ku bajêr "ber bi bi dawîkirina ezmûna bêwarîyê ve diçe", ji ber ku derdora 800 malbat ji eslê 1200 malbatî vegerîyane, û qefilene din ên bêwaran vedigerin.

Ehmedî kêfxweşîya xwe bi fişara li ser paşmahîyên DAIŞê anî ziman "ku her operasyoneke ewlehî serkeftinek ji navçeyê û tevahîya Îraqê re ye."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500