Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Îraqî mercan bo guhertina serokwezîr datînin

Xalid Taî û AFP

Zarokek ala Îraqê li ser rûyê xêz kiriye li Meydana Tehrîrê ya Bexdayê di 9ê Mijdarê de. [Diyaruna]

Zarokek ala Îraqê li ser rûyê xêz kiriye li Meydana Tehrîrê ya Bexdayê di 9ê Mijdarê de. [Diyaruna]

Bi hezaran xwepêşander rê û pir li başûrê Îraqê Duşemê (23yê Kanûna Yekem) girtin, ku hejmûna Îranî û rayedarên sîyasî yên derfeteke din bo dîyarkirina serokwezîrê nû ji dest birine şermezar kirin.

Xwepêşanderan dolabên otombîlan li bajarên mezin li seranserê başûrê Îraqê şewitandin, tiştê hişt dibistan û avahîyên hikumî werin girtin, û felca sîyasî li Bexdayê kûr bûye.

Danûstandinên bo bijartina şûngirê serokwezîrê berê Adil Ebdul Mehdî, yê di Mijdarê de xwe ji kar bi dûr xist, man rawestîyayî û dema dîyarkirî ya heta nîvê şeva Yekşemê bi dawî bûye.

Li alîyekî din, hevgirtineke alîgirê Îranê hewl da ku kandîdekî bisepîne, lê belê serokê Îraqê Berhem Salih karîbû li ber xwe bide.

Xwepêşanderine Îraqî li nêzî avahîya xwaringeha Turkî kom bûne, ya li nêzî Meydana Tehrîrê. [Diyaruna]

Xwepêşanderine Îraqî li nêzî avahîya xwaringeha Turkî kom bûne, ya li nêzî Meydana Tehrîrê. [Diyaruna]

Li taxan, xwepêşander dîsan xwe komî ser hev dikin piştî çend heftîyên ji hêminîyeke rêjeyî.

Xwepêşanderan pêngavên girevên sivîl li bajarên başûrî yên mîna Dîwanîya, Nasirîya, Hila, Kût û Emara ragihandin, ku avahîyên giştî û dibistan hatin girtin roja Duşemê.

Îraqîyên ku ji 1ê Cotmehê ve xwenîşandaan pêk tînin, dibînin ku sîstema sîyasî ketiye jêr kontrola Îranê û ew dûrî çaksazîyê ye.

Felca sîyasî

Berpirs dibêjin ku Îran dixwaze Qusey Suhêl, ê weke wezîrê xwendina bilind di hikumeta Ebdul Mehdî de dixebitî were erkdarkirin.

"Ev e tiştê ku em li dijî ne -- kontrola Îranê ji welatê me re," xwendekara bi navê Huweyda ya 24-salî, ya ji Meydana Tehrîrê diaxêvî wiha got.

Xwepêşanderbi yekcarî kandîdkirina Suhêl red dikin, herwiha çi kesê ku ji proseya sîyasî ya berfireh.

Ligel ku komên bi ser Îranê ve û serokê parlamanê Mihemed Helbûsî bo Suhêl zextê dikin jî, çavkanîyek ji serokatîyê dibêje ku Salih ne bi erkdarkirina wî re ye.

"Tiştê em dixwazin hêsan e: serokwezîrek ku aşna û serbixwe be, ku qet tevlî partîyên sîyasî nebûye ji 2003yan ve," Mihemed Rehman, yek ji endazyarên xwepêşandanan li parêzgeha Dîwanîyê, wiha got.

Xwepêşander dibêjin ku çaksazîkirina sîstema sîyasî divê ji çaksazîkirina hilbijartinan dest pê bike.

Parlamanê vê dawîyê çaksazîkirina sîstema hilbijartinan nîqaş kiribû û tê payîn danûstandin piştî nîvroya Duşemê werin dewamkirin.

Dihat payîn jî ku parlamenter danûstandinan bo dîyarkirina serokwezîr berdewam bikin, ku ew dema dawî bû ya ku du caran ji alîyê Salih ve hat bipaşxistin.

Xwepêşander mercan dideynin

Xwepêşanderên Îraqî di 11ê Kanûna Yekem de mercên dîyarkirina serokwezîr di daxuyanîyekê de di dezgehên ragihadinê yên Îraqî de hat belavkirin destnîşan kirin.

Wan xwest ku kualîteya serokwezîrê bê "bi awatên kolana Îraqî re biguncin."

Wan got ku divê serokwezîrê nû serbixwe be, ne girêdayî tu partîyeke sîyasî be, divê ne xwedî nasnameya du welatan be û divê ne wezîr, ne weke wezîr xebitî be,ne parlamenter ne jî parêzgar be.

Daxuyanîyê anî ziman jî ku berendam divê ne xwedî têkilîyan be, daku rê li ber destêwerdana bîyanî venebe.

Li Meydana Tehrîrê li Bexdayê, xwepêşanderan wêneyeke mezin ku bi qelema sor li ser wêneyên hemû berendamên fermî hatiye nivîsîn hilda.

Eger dîyarkirina berendam zehmet bû, Salih dê neçar bibe berpirsyarîyên serokwezîr rake di vê demê de, rojnameger Hadî Cilo Mer'î wiha ji Diyaruna re ragihand.

Mer'î da zanîn ku "hemû kesayetên xwe pêşkêş kirine hatine redkirin ji ber ew ne kesine serbixwe ne, ku nabe ew werin erkdarkirin li gorî nêrîna xwepêşanderan."

Parastina serwerîya Îraqê

Serbixwebûn daxwaza sereke ya xwepêşanderan e, ji ber nabe serokwezîrê bê, endamekî partîyên aniha di desthilatê de ne be, çalakgerê medyayî Mihemed Îmad wiha ji Diyaruna re got.

Wî anî ziman ku gelê Îraqî dibîne ku ev partî "tenê baldarîyê didin berjewendîyên xwe ji dêvla ku çaksazîya tê xwestin misoger bikin."

Îmad destnîşan kir ku divê serokwezîrê nû ne li jêr zexta tu parîtyeke sîyasî be, ji ber xelk baş astengî û bendên ku partîyên sîyasî û kom li ser kar û xebatên serokwezîr ferz dikin nas dikin.

Îmad dîyar kir ku ev deynamîk tê wateya ku "berendam dê nikaribe xizmeta welatê xwe bike yan jî pirsên gendelî û hukimranîya nebaş çareser bike."

Wî got ku xwepêşander di vê mijarê de bayexê didin daxwazên xwe da misoger bikin ku proseya biryardayînê di hikumetên bê de "dê ne li jêr zextên hundirîn û derveyî ye be... bo parastina Îraqê ji ajandeyên bîyanî."

"Îraqî rijîyane kolanan bo destêwerdana di karûbarên welatê de protesto bikin," wî got.

Xwenîşanderan mercên xwe dîyar kirine û biryara bijartina serokwezîrê dahatî ji partîyên siyasî re hiştine, mamosteyê zanista siyasî li Zanîngeha Mustensiriyayê Îsam Feylî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku ev hêz "neçar in hinek tenazil û sazişan bikin û kesayeteke serbixwe û tê pejrandin, ku bixwaze welat ji vê qeyranê heyî der bixe, bibijêrin".

Wî teqez kir ku divê alîyên siyasî rêzê li mercên xwenîşanderan ên sebaret bi destnîşankirina serokwezîrekî bigirin "ji ber ku ev daxwazên cemawerî ne ku sendîka û êl nûnertîya wan dikin û herwiha lêvegerên olî yên Necefê piştgirîya wan dikin".

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Babeteke baş e! Dest xweş! Belavkirina van nûçeyan bidomînin.

BERSIV BIDE