Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

NY banga "agirbestê" dike li bakur-rojavayê Sûrîyayê

AFP

Endamine Beravanîya Sivîl, ango Xûzeyên Sipî keçeke birîndar ji bin kavîlên avahîyekê rizgar dikin piştî êrîşeke asmanî ya Rûsî li ser gundê Til Merdîxê li parêzgeha Idlibê di 19ê Kanûna Yekem de. [Omer Hac Qedûr/AFP]

Endamine Beravanîya Sivîl, ango Xûzeyên Sipî keçeke birîndar ji bin kavîlên avahîyekê rizgar dikin piştî êrîşeke asmanî ya Rûsî li ser gundê Til Merdîxê li parêzgeha Idlibê di 19ê Kanûna Yekem de. [Omer Hac Qedûr/AFP]

NY Çarşemê (18ê Kanûna Yekem) zêdebûna tundûtûjîîyê li Idlibê, asêgeh dawî ya opozîsyonê li Sûrîyayê, şermezar kir.

Necat Ruşdî, şêwirmendekî payebilind di warê karûbarên mirovî de y nûnerê yê NY yê taybet bi Sûrîyayê, bang bo "rawestandina bilindkirina şer" kir piştî rojekê ku rêxistineke ku çavdêrîya şer dike got ku êrîşên asmanî û topbaranên rejîmê 23 sivîl kuştine.

Ruşdî "zêdebûna êrîşên dijminkarî vê dawîyê li bakur-rojavayê Sûrîyayê şermezar kir, bi taybetî bordumankirin û bikarînana bermîlên teqîner, ku bi dehên sivîlan jîyana xwe ji dest da, di nav de jin û zarok," ofîsa wê di daxuyanîyekê de got.

Divabû herêma Idlibê yê di bin destê opozîsyonê de parastî baya,li gorî lihevkirineke agirbestê ya berdewam ji berîya çend mehan ve bo rêgirtin li ber êrîşên rejîmê, lê borduman berdewam e.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov Sêşemê ragihand ku nêzî 30 kesî birîndar bûye, rewşa hinekan ji wan tengav e.

Nûçegihanekî AFP ragihand ku êrîşine asmanî Çarşemê li ser herêmê berdewam kirin, û Rewangehê dîyar kir ku çar sivîlan ji ber bordumana rejîmê û alîgira wê Rûsîyayê jîyana xwe ji dest da.

Daxuyanîya Ruşdî anî ziman ku "tevî piştrastkirinên dubare ku tenê deverên leşkerî tên bomebarankirin, êrîş li ser dezgehên xwendinê û tenduristîyê berdewam dikin."

Herêma Idlibê, ya sê milyon mirovî dihewîne, di nav de bêwarên ku ji ber şerê navxweyî revîyane, ji alîyê hevbendîya tundrew a Tehrîr el-Şam ve tê kontrolkirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500