Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Operasyonên ewlehî yên hevbeş bo nehiştina bermahîyên DAIŞê li Diyalayê

Xalid Taî li Bexdayê

Yekîneyine Firqeya 5ê ya Artêşa Îraqî operasyonekê dest pê dike bo nehiştina hebûna bermahîyên DAIŞê li Nedayê li parêzgeha Diyalayê piştî du êrîşên terorî canê du leşkeran çinîn. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Yekîneyine Firqeya 5ê ya Artêşa Îraqî operasyonekê dest pê dike bo nehiştina hebûna bermahîyên DAIŞê li Nedayê li parêzgeha Diyalayê piştî du êrîşên terorî canê du leşkeran çinîn. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî li parêzgeha Diyalayê stargeh û tunêlên ku bermahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ew bi kar tanîn wêran kirin, di operasyoneke ewlehî ya hevbeş de ku Çarşemê (18ê Kanûna Yekem) qediya, operasyona ku piştî du êrîşên terorî ku hinek leşkerên artêşê di wan de hatin kuştin pêk hat.

Roja 15ê Kanûna Yekem du şervan hatine kuştin û yekî din birîndar bû dema ku çekdarên DAIŞê êrîş kirin xaleke Ketîbeya Tankan a Firqeya 5ê li gundê Newfel li navçeya Muqdadiyayê, li gorî daxuyanîyeke Şana Mîdya Cengî.

Di heman rojê de, sê leşker ji Lîwayê piyade yê 20ê hatin kuştin û sê leşkerên din di êrîşeke bi çekên sivik de li devera Nedayê li navçeya Beled Ruz birîndar bûbûn.

Çekdaran sûd ji mija pir wergirt bo pêkanîna êrîşan, li gorî Fermandarîya Operasyonên Diyalayê.

Yekîneyine Firqeya 5ê ya Artêşa Îraqî di dema operasyoneke ewlehî de, ya ku roja 18ê Kanûna Yekem qediya, bo paqijkirina devera Nedayê ji bermahîyên DAIŞê. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Yekîneyine Firqeya 5ê ya Artêşa Îraqî di dema operasyoneke ewlehî de, ya ku roja 18ê Kanûna Yekem qediya, bo paqijkirina devera Nedayê ji bermahîyên DAIŞê. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

"Piştî êrîşên xedar bi du rojan, fermandarîya polîs civîneke ewlehî li dar xist û biryar hat standin ku yekîneyên li deverê bicihbûyî careke din werin bicihkirin bi awayekî ku ji ciyografîya deverê û rewşa hewayê re guncav be," eqîd Nîhad Muhemed Hesen, birêveberê mîdya û pêwendîyên fermandarîya polîs, ji Diyaruna re ragihand.

Hêzeke êrîşvanî

Civîneke din hat lidarxistin ku fermandarên Fermandarîya Operasyonên Diyalayê lê amade bûn, Firqeya 5ê, Hewlgirî, Ewlehîya Niştîmanî û polîsê xwecihî.

Hesen ragihand ku di encamê de "hêzeke êrîşvanî hat pêkanîn bo lêdana bermahîyên DAIŞê li deverên ku ewlehîya wan lawaz e".

Wî got ku operasyoneke ewlehî ya sê-rojî bi navê "Tola Şehîdan" hat destpêkirin bo dûvçûna terorîstan û wêrankirina veşartgehên wan li devera Nedayê.

Wî teqez kir ku operasyon bû encama "wêrankirina çar stargehan û du tunêlan, di nav de xwarin û locistîyên di wan de".

"Du kemberên teqîner û şeş bombeyên bidestçêkirî hatin teqandin," Hesen da zanîn.

Wî got ku operasyonine ewlehî yên din dê di demeke nêz de werin destpêkirin bo paqijkirina parêzgehê ji bermahîyên DAIŞê, û da zanîn ku ajansên hewalgirîyê yên Diyalayê didin ser pişta terorîstan, bi taybetî yên ku her du êrîşên dawî pêk anîne.

Hesen got ku ev êrîş nayên wateya zêdebûna çalakî yan tevgera DAIŞê.

Wî da zanîn ku wan bi tenê piştrast kir ku "terorîst tirsonek in û nikarin di rewşên hewayê yên asayî de rû bi rûyî me bibin".

Wî daxuyand ku bermahîyên DAIŞê dixwazin nîşan bidin ku ew pir in û ew li devereke berfireh çalak in. "Ew êrîşî hêzên me li cihekî dikin û bi lez xwe vedişêrin, û careke din êrîşeke din li cihekî din pêk tînin û direvin, û wiha dewam dikin."

"Lê operasyonên me yên baş plankirî dê derfetê nedin wan û dê nehêlin ew bi azadî tev bigerin," wî teqez kir.

Xebatine hevşêwe li parêzgehine Îraqî yên din hatine pêkanîn bo nehiştina hebûna endamên mayî yên DAIŞê û wêrankirina veşartgehên wan.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500