Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Xwenîşandan li dijî hejmûna Îranê li Sûrîyayê zêde dibin

Faris Omran li Bexdayê û Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Çekdarin ji Liwayê Fatimiyûn ê ku Feyleqê Pasdaran piştgirîya wê dike di vê wêneyê de têne dîtin. Milîsa ku li parêzgeha Dêra Zorê heye, cihê ku vê dawîyê xwpêşandan li wir li dijî Îranê dest pê kirin. [Wêne ji hisabekî Twitterê yê Fatimiyon hatiye wergirtin]

Çekdarin ji Liwayê Fatimiyûn ê ku Feyleqê Pasdaran piştgirîya wê dike di vê wêneyê de têne dîtin. Milîsa ku li parêzgeha Dêra Zorê heye, cihê ku vê dawîyê xwpêşandan li wir li dijî Îranê dest pê kirin. [Wêne ji hisabekî Twitterê yê Fatimiyon hatiye wergirtin]

Di van herdu mehên borî de, niştecîyên gundewarê Dêra Zorê û Deraayê dest bi xwepêşandanan kirin, ku daxwaza derketina milîsên Îran piştgirîya wan dike û serbestberdana girtîyên ji alîyê milîsan û rejîma Sûrî ve hatine girtin dikin.

Xebîr dibêjin ku xwepêşandan li başûr û rojhilatê Sûrîyayê dirêjekîşan e ji xwenîşandanên berfireh ên li Îraq û Lubnanê, ku xelk derketine kolanan û hejmûna Îranê li welatên xwe şermezar dikin.

Ew hêrsa bilind di nav niştecîyên xwecihî de li hember siyasatên berfirehxwazî ên rejîma Îranê û destêwerdana wê ya xwînawî di karûbarên welatê wan de reflekt dike, şirovekarê siyasî yê Îraqî Ehmed Şewqî got.

Cihê milîsên hevalbendên Îranê lê hene, ew rêbazên çewisandin û tirsandinê li dijî niştecîyên xwecihî pêk tînin, wî ji Diyaruna re ragihand.

Xwenîşander sloganên li dijî hebûna milîsên alîgir ji Îranê re û piştgirîya wan ji rejîma Sûrî re bang dikin di 29ê Mijdarê de. [Wêne ji Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov hatiye wergirtin]

Xwenîşander sloganên li dijî hebûna milîsên alîgir ji Îranê re û piştgirîya wan ji rejîma Sûrî re bang dikin di 29ê Mijdarê de. [Wêne ji Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov hatiye wergirtin]

"Lê ne girîng e bê çi qasî ew xelkê diçewisînin, bê goman kendşkospên tirsê hatine skenandin dema ku xelk derdikevine kolanan daku terorîzma Îranê şermezar bikin," ŞewqÎ got.

Şoreşeke cemawerî li dijî hebûna Feyleqê Pasdaran

Wî got ku milîsên ji alîyê Feyleqê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) ve li Sûrîyayê hatine çandin daku piştgirîya rejîma Beşar Esed bikin, "ev demeke dirêj e rastî tevlihevîyên cemawerî yên hebûna wan tawanbar dikin tên".

Wî got ku ev milîs û milîine din ên girêdayî Hizbulaha Lubnanê, "gelek tawan li dijî gelê Sûrî kirin".

"Ev komên terorîst berdewam gelek Sûrîyên ku li dijî wan û rejîma Sûrî ne digirin û binpêkirinên herî hovane li dijî niştecîyan pêk tînin," wî got.

Xwepêşander sloganên li dijî Îran, Hizbulah û rejîma Esed dibêjin û "daxwazên rewa derbirîn dikin, dêmek ew dixawzin dawîyekê ji serdestîya Îranî re deynin û bi aramî azad bijîn", Şewqî got.

Wî gott ku rejîma Îranî "heta asteke mezin ji serhildanên cemawerî yên li dijî xwe ditirse ji ber ew gefê li berjewendîyên wê yên stratejî li herêmê dixwin, ji ber vê yekê ew destwerdanê dike û her protestoyê bi bikaranîna hemû alavên tund û tawanbar ên ligel wê [ew in ên li ber dest wê] têk dibe", wî got.

Û weke çawa ew dibîne ku xwpêşandan li Îran, Îraq û Lubnanê gefê li hebûna wê dixwin, herwiha rejîm "gelekî ji hejmûna wê li Sûrîyayê ditirse, ya ew gelekî kar dike da ku qayim bike, bi taybet li deverên li ser sînorê bi Îraqê re", wî got.

Şewqî got ku Îran hewl dide ku kontrola sînorê Sûrî-Îraqî bike di rêya belavkirina milîsên xwe li wir û avakirina kampên rahênanê ji wan re.

Wî jêderên pêbawer destnîşan kirin, ên dibêjin ku Îran "plan dike ku tunelên sînorî yên nepenî bikole daku mûşekên balistî biguhêze ber bi [Sûrîyayê] ve yên ku aniha ji [Îran] hatine guhestin û li kampên nepenî li Îraqê hatine depokirin".

''Sûrîya Azad e... Îran Derve''

Piranîya xwepêşandanan li Deraayê bi şev tên lidarxistin daku rû bi rû neyên bi hêzên Sûrî û milîsên hevalbendên wê re, çalakgerê xwecihî Cuma Mesalma ji Diyaruna re ragihand.

Ew li bajarokên Kenaker, Meerba, Şecra, Heyt û Dailê bi cih in, wî got û not kir ku ev bajarok belawela ne li gundewarê rojava, rojhilat û orta deraayê -- ev yek redkirina befireh a Feyleqê Pasdaran li herêmê destnîşan dike.

Wî got ku xwepêşander radihêjine sorgewezên ku hebûna Îranî şermezar dikin û daxwaza derketina milîsênwê ji Deraa û Sûrîyayê dikin û not kir ku sorgewez dibêjin ''Sûrîya Azad e Azad e... Îran Derve Derve'' bi awayekî berfireh têne bikaranîn.

Mesalma got ku herwiha xwepêşnder nivîsandinên li dijî Feyleqê Pasdaran li ser dîwaran dinivîsin li şarêyan û li ser derêyên dikanan.

Wî got ku Feyleqê Pasdaran rastî berxwedane xurt tê ji ber hewldanên wê daku ciwanan li herêmê tecnîd bike, yên red dikin ku tevlî wê bibin tevlî şert û mercên aborî yên dijwar û ji ber ew dizanin ku ew dê rastî astengîyan werin ji alîyê ajansên ewlekarî ve eger ew tevlî wê bibin.

Mesalma got ku redkirina xwecihî ji hejmûna Feyleqê Pasdaran re zêde dibe heta asta ku berpirsekî mezin ê Hizbulah vê mehê hat huştin.

Ehmed Nexlawî li bajarê Tefesê li gundewarê rojhilatî yê Deraayê hat kuştin di 7ê Kanûna Yekem de ji alîyê komeke çekdar a nenaskirî ve.

Nexlawî, yê di operasyonên tecnîdkirinê de pispor bû, berpirsekî Hizbulah ê herî navdar bû li herêma Deraa û başûrê Sûrîyayê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500