Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Pêşmege êrîşî DAIŞê dikin li rojhilatê Îraqê

Xalid Taî

Endamine hêzên Pêşmerge li xaleke pişkinînê di navbera parêzgehên Diyala û Sulêmanîyê tên dîtin di 4ê Kanûna Yekem de. [Wêne ji PUKmedia hatiye wergirtin]

Endamine hêzên Pêşmerge li xaleke pişkinînê di navbera parêzgehên Diyala û Sulêmanîyê tên dîtin di 4ê Kanûna Yekem de. [Wêne ji PUKmedia hatiye wergirtin]

Hêzên Pêşmerge dest pê kirine deverên li dirêjahîya sînorê îdarî yê ku parêzgehên Diyala û Sulêmanîyê vediqetîene radimalin, berpirsekî xwecihî roja Sêşemê (17ê Kanûna Yekem) got.

Wan tedbîrên zêde bi kar anîn da ku wan deveran ewleh bikin, deverên ku di van heftîyên dawî de tê dîtin ku çalakîya bermahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li wan zêde bûye.

Pêşmerge dest bi operasyonên maliştin û koleçanê yên berfireh kir li gund û erdên li bakurê Diyalayê.

Operasyon deverên Xaneqîn, Saedîay, Celewla û Qara Taba li nêzî taxa Kelarê li parêzgeha Sulêmanîyê dide ber xwe, emîndarê giştî yê wezareta Pêşmerge Cebar Yawer got.

Yekîneyên serbazî yên Îraqî li gundekî li navçeya Xaneqînê li parêzgeha Diyalayê hatine belavkirin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Yekîneyên serbazî yên Îraqî li gundekî li navçeya Xaneqînê li parêzgeha Diyalayê hatine belavkirin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Ew armanc dikin ku "bidine dûv bermahîyên DAIŞê yên ku xwe li wan deveran vedişêrin û gefa ji alîyê wan bi dawî bikin", wî ji Diyaruna re ragihand.

Yekîneyin ji Liwayê 5mîn ê Pêşmerge "hejmareke kesên alîkarîyê bi DAIŞê re dikin li Kulojoyê girtin", wî got û not kir ku aniha lêpirsîn bi wan re tê kirin.

Yawer got ku çek û navgînên bermahîyên DAIŞê herwiha li wan deveran hatine desteserkirin.

Hewcedarîya bi alîkarîyê

"Li gel operasyonên maliştinê, me tedbîrên zêde sepandin da ku em aramîyê qayim bikin," wî got.

Wî got ku di nav wan tedbîran de qayimkirina liwayên 3mîn û 5mîn bi hêzên zêde, herwiha belavkirina yekîneyên bi çekên giran dabînkirî.

"Terorîst sûdê ji erda di navbera deverên ku pêşmerge li wan belav in û ew deverên ku hêzên ewlekarî yên federal lê ne vedişêrin," Yawer got û not kir ku dever bi dirêjahîya 40 kîlomitran e, ku gelek valahî hene ku ti hêz li wan dirêjahîya wan erdan nînin.

Wî got ku ev valahî û hevahengîya ewlekarî ya qels du faktorên sereke ne ku alîkarî bi bermahîyên DAIŞê re kir ku vê dawîyê çalakîyên wan ên terorîst li dijî niştecîyên asûde li gund û bajarokên nêzîk zêde bûne.

Wî destnîşan kir ku endamên DAIŞê çi kesê bi hêzên ewlekarîyê re kar dike armanc dikir û ew neçar dikirin pereyên parastinê bidin, da zanîn jî ku Pêşmerge dê nehêle tundrew gefan li jîyana welatîyan bixwe an zîyanê bigihîne wan.

Yawer banga zêdekirina hevkarîya navbera Peşmerge û hêzên federal ên Îraqî kir "da terorîst li deverên ku ewlehî lê lawaz be belav nebin û ji bo wan nekin wargeh ji bo nûavakirina refên xwe û êrîşan ji wir pêk neyînin."

Wî got ku "DAIŞ ne tenê gefê li van herêman dixwe, lê belê li giştî Îraqê dixwe."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500