Nûçeyên Iraqê
Dîplomatîk

Waşinton: Divê Bexda "rêkarên parêzî bigire" piştî êrîşên li ser berjewendîyên Amerîkayê

AFP

Wezîrê Berevanîyê yê Amerîkayê Mark Esper ji rojnamegeran re ragihand ku di 16ê Kanûna Yekem de wî nîgeranîya xwe ji ber êrîşên li ser baregehên li Îraqê yên ku dibe hêz û materyalên Amerîkî li wir bin di pêwendîyeke telefonî de ligel serokwezîr Adil Ebdul Mehdî anîye ziman. [John Thys/AFP]

Wezîrê Berevanîyê yê Amerîkayê Mark Esper ji rojnamegeran re ragihand ku di 16ê Kanûna Yekem de wî nîgeranîya xwe ji ber êrîşên li ser baregehên li Îraqê yên ku dibe hêz û materyalên Amerîkî li wir bin di pêwendîyeke telefonî de ligel serokwezîr Adil Ebdul Mehdî anîye ziman. [John Thys/AFP]

Amerîka bang li Bexdayê kir ku "rêkarên parêzî bistîne" ji bo parastina berjewendîyên Amerîkî li welat piştî pêleke êrîşan ku komên girêdayê Îranê pê hatin tawanbarkirin.

Ji 28ê Cotmehê ve, 10 mûşek li deverên ku leşker û diplomatên Amerîkî lê ne ketin. Ev tişt nehatiye angaştkirin, lê Amerîka tilîyên tawanbarîyê dirêjî komên çekdar ên Îraqî yên nefermî yên girêdayî Îranê kir.

Wezîrê Berevanîyê yê Amerîkayê Mark Esper ji rojnamegeran re Duşemê (16ê Kanûna Yekem) ragihand ku wî nîgeranîya xwe derbarê êrîşên li ser baregehên li Îraqê yên ku dibe hêz û metiryalên Amerîkî li nav wan bin di pêwendîyeke telefonî de ligel serokwezîr Adil Ebdul Mehdî anîye ziman.

Esper ji Ebdul Mehdî re got ku Amerîka "ji mafê wê ye xwe biparêze, ku ew ji Îraqîyan dixwazin rêkarine parêzî bistînin... da vî tiştî kotrol bikin, ji ber ji tu kesî re ne baş e."

Ofîsa Ebdul Mehdî daxuyanîyek di sibeha Duşemê de belav kir û teqez kir ku pêwendîyeke telefonî pêk hatiye û ji her alîyî tê xwestin ku "hemû hewlên xwe bike ji bo rêgirtin li ber rûdana şerekî ku dê gefan li her alîyî bike."

Wî anî ziman ku "biryarên yekalî dê bertekên neyînî derxînin holê ku dê bihêle rewş ji bin kontrolê derkeve û ewlehî, aramî û serwerîya Îraqê têk biçe".

Hejmûna Îranî

Esper, yê ku di hundirê balafirekê de ku ji Belcîkayê vedigerîya diaxivî, ku li bîranîna salvegera 75mîn a Şerê Ardennes hazir bûbû, got ku zehmet e tawanbarîya Tehranê were piştrastkirin.

"Gumanên min hene ku Îran li paş van êrîşan e, weke gelek tiştên ne baş ku li herêmê dike," wî got. "Lê pir zehmet e were piştrastkirin."

Adil Ebdul Mehdî di destpêka Kanûna Yekem de xwe ji kar bi dûr xist piştî destpêkirina xwepêşandanên li paytext û başûrê Îraqê bi du mehan, yên ku di wan de 460 kesan jîyana xwe ji dest daye. Danûsatandin ji bo erkdarkirina şûngirê wî jî li dar in.

Ebdul Mehdî ji Esper re got, li gorî daxuyanîyê, "eger hikûmet an dewleta Îraqê lawaz in, dê şer û nakokî derkevin."

Çavkanîyeke Amerîkî vê dawîyê ji AFP re ragihand ku komên bi ser Îranê ve li Îraqê aniha gefeke mezintir li ser leşkerên Amerîkî ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) pêk tînin.

Di encama van êrîşan de leşkerekî Îraqî hat kuştin û hejmarek birîndar bû, herwiha ziyanên madî gihan derdora balyozxaneya Amerîkî li Bexdayê, ya li Zona Kesik a pir parastî ye.

Vê dawîyê, Amerîka ewlehîya xwe li balyozxaneyê xurt kir, li gorî çavkanîyeke ewlehî ya Îraqî, ku got "karwanek ji 15 navgînên Amerîkî ku her yek ji wan otombîleke zirxî û çek hildigirtin derbasî Zona Kesik bûn."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500