Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Milîsine girêdayî Feyleqê Pasdaran dest datînin ser rojhilatê Helebê

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Ev endamekî payebilind ê Feyleqê Berevanên Helebê ye, yê girêdayî Pasdaran e, tev alîkarên wî, ev wêne ji alîyê milîsê ve li ser înternetê hatiye belavkirin.

Ev endamekî payebilind ê Feyleqê Berevanên Helebê ye, yê girêdayî Pasdaran e, tev alîkarên wî, ev wêne ji alîyê milîsê ve li ser înternetê hatiye belavkirin.

Çalakgerekî herêmî ragihand ku milîseke Feyleqê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) deverin li rojhilatê bajarê Helebê kontrol kirine.

Feyleqê bi navê Berevanên Helebê desthilata xwe li herêmê berfireh kir piştî perçiqandina komên ser bi rejîma Sûrî û Rûsîyayê, çalakger Ehmed Salim ji Diyaruna re got.

Salim got ku beşê rojhilatî yê Helebê di demekê de li jêr kontrola opozîsyonê bû, û da zanîn ku tevî rejîma Sûrî ew vegerand jî, lê tu dezgehên hikumeta Sûrî li herêmê nemane.

Wî got ku Feyleqê Berevanên Helebê piştevanîya xwe ji Pasdaran werdigire.

Ev wêneya endamine Feyleqê Berevanên Helebê yê girêdayî Pasdaran e, ku li ser enternetê hatiye belavkirin.

Ev wêneya endamine Feyleqê Berevanên Helebê yê girêdayî Pasdaran e, ku li ser enternetê hatiye belavkirin.

Ev Alaya Feyleqê Berevanên Helebê ye, ku ji tevlîkirina ala Îranê xuya dibe ew ketiye jêr desthilata Pasdaran, milîsê ev wêne li ser înternetê belav kiriye.

Ev Alaya Feyleqê Berevanên Helebê ye, ku ji tevlîkirina ala Îranê xuya dibe ew ketiye jêr desthilata Pasdaran, milîsê ev wêne li ser înternetê belav kiriye.

Salim destnîşan kir ku Feyleq desthilata xwe li herêmê berfireh kiriye û gelek avahîyên nişetecihbûnê û dikan desteser kirine, ku nahêle xwedîyên wan ên resen -- ên piranîya wan ji ber şer aware bûne -- vegerin.

Wî anî ziman "berî vê berfirehbûnê gelek şer çêbûn û gihan astekê ku milîsên rejîma Sûrî û yên Rûsî werin perçiqandin, ku di encamê de hema bibêje ji herêmê derketin."

Salim dîyar kir ku hêzên ne fermî yên Sûrî û Rûsî hinek dever li nêzî navenda bajarê Helebê di destê xwe de hiştine.

Sozên derew

Wî dîyar kir ku dezgehên hikumeta Sûrî li herêmê nemane, û da zanîn jî ku rejîmê sozên xwe yên ji niştecihên bêwarbûyî yên bajêr re pêk neanîn.

Salim anî ziman ku ev soz ji çaksazkirina binesazîyê û rakirina kavilan pêk dihatin, û destnîşan kir jî ku nedayîna alîkarîyên nûavakirinê weke xapandineke bi mebest bû bo niştecihên bêwarbûyî yên herêmê yên bêwar venegerin.

Salim da zanîn ku Pasdaran kavilan li hinek deverên niştecihbûnê li milê rojhilatî radike bo avakirina avahîyan ji alîgirên xwe û endam û malbatên Feyleqê Berevanên Helebê re.

Wî daxuyand ku milîsê hejmareke mezin ji ciwanên herêmê jî serbaz kirin bi rêya soza xelaskirina wan leşkerîya neçarî û gotibû ku ew dê herwiha ji cezakirina qanûnî ji alîyê rejîmê werin efûkirin.

Salim dîyar kir ku Pasdaran soz dabû van ciwanan ku ew dê bo qadên şer neyên şandin, û ew dê li herêmê bimînin, û mûçeyên baş pêşkêşî wan kirin di demekê de ku derfetên kar pir kêm in.

Wî got ku Feyleqê Berevanên Helebê bi xwe li jêr ala Hêzên Berevanîya Niştîmanî, milîseke alîgirê hikûmetê ye, kar dikir, û paşê li jêr ala milîsa Lîwayê Quds a bi ser rejîmê ve.

Ji wê çaxê ve wê hêzên serbixwebûn û dilsozîya xwe ji Pasdaran re ragihand.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500