Nûçeyên Iraqê
Karsazî

Piştgirîya Îranê ji Hûsîyan re temenê şerê Yemenê dirêj dike

Hesen Obêdî li Bexdayê

Ev wêneya ku di 10ê Tebaxa 2018an de hatiye kişandin dîmenekî qeyikên masîgirên Yemenî li dirêjahîya alîyê Yemenî yê tengava Bab el-Mendeb a stratejî, ya ku Nîv-Dorava Erebî ji rojhilatê Afrîqayê cuda dike. [Kerîm Sahib/AFP]

Ev wêneya ku di 10ê Tebaxa 2018an de hatiye kişandin dîmenekî qeyikên masîgirên Yemenî li dirêjahîya alîyê Yemenî yê tengava Bab el-Mendeb a stratejî, ya ku Nîv-Dorava Erebî ji rojhilatê Afrîqayê cuda dike. [Kerîm Sahib/AFP]

Alîkarîya aborî ya rejîma Îranî dide Hûsîyên Yemenê hişt ku milîs şer berdewam bike, li ser hesabê gelê Yemenê, şirovekaran ji Al-Mashareq re teqez kir.

Wan got ku rejîma Îranî bi berdewamî pereyan ji milîsê re dişîne, bi rêya kompanîyên sexte yên ku ji ber vê meremê hatine damezrandin, ku ev yek dihêle ku Hûsî çekdaran tecnîd bike û êrîşan li dar bixe û di serencamê de şer berdewam dibe.

Îran heman operasyonan bi cih tîne bo temwîlkirina zilamên xwe li Îraq û Lubnanê, bo misogerkirina hejmûneke herêmî.

Bi sedan raportên hewalgirî yên hatine belavkirin dîyar dikin ku heta çi astê rejîma Îranî dixwaze ku destêwerdanê di karûbarên van dewletan de bike.

Jinek dergûşeke ku tûşî bedxwarindanê hatiye li nexweşxaneya Sabînê li Senaayê roja 23yê Mijdarê hildigire. [Muhemed Huwais/AFP]

Jinek dergûşeke ku tûşî bedxwarindanê hatiye li nexweşxaneya Sabînê li Senaayê roja 23yê Mijdarê hildigire. [Muhemed Huwais/AFP]

Belgehên ku di arşîveke nehênî ya hewalgirîya Îranî de bû ku bi dest rojnameya Intercept ketin û wê ew bi rojnameya New York Times par ve kirin, hejmûna mezin a Tehranê li Îraqê dibêvirîne.

Hebûna fînansker û berpirsekî bilind ê Hêza Qudis a Feyleqê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê li Yemenê nîşaneke din a destêwerdana Îranê di karûbarên Yemenê de ye.

Ofîsa şanderê Amerîkayê bo Îranê Brian Hook roja 5ê Kanûna Yekem ragihand ku programa Padaştên bo Dadwerîyê ya Wezareta Derve xelateke bi qasî15 milyon dolar terxan kiriye "bo agahîyên têkildarî çalakîyên darayî, tor û hevparên Ebdul Rîza Şehlayî".

Şehlaî, ku li Senaayê ye û çend navekî kod bi kar tîne, navê wî di lîsta Terorîstên Cîhanî yên bi Taybetî hatine Destnîşankirin ji hêla Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê di sala 2008an û 2011an de hatiye.

Ew herwiha li ser lîsta reş a Erebistana Siûdî, Yekîtîya Ewropayê, Birîtanya û Behrênê hatiye danîn.

Şehlayî bi lîsteke dirêj a tawanan tê gunehbarkirin di nav de plankirina terorkirina hejmarek ji hêzên Hevpeymanîya Navdewletî li Îraqê û peydakirina çek û teqemenîyan ji milîsên ku Îran piştevanîyan wan dike.

"Ji ber dîroka Şehlayî ya terorê têkdana seqamgîrîyê li Îraqê, em pir nîgeran in ji hebûna wî li Yemenê û rola wî ya gengaz di peydakirina çekên pêşketî de, ji corên ku me nehiştin bigihin nav destên Hûsîyan," ofîsa Hook ragihand.

"Hûsîyan firokeyên bê firokevan, mûşek û qeyikên bombrêjkirî yên Îranî bi kar anîne bo gefkirin li berjewendîyên aborî û sivîl ên girîng û belavkirina gêrê û tevlîhevîyê li herêmê" ofîsê got.

"Ev biryara danîna li ser lîsta reş, ligel rêgirtina çekan li Yemenê, pêbendîyên me yên têkildarî mehrûmkirina Îranê ji amrazên avakirina polîtîkayeke derveyî ya berfirehxwazî teqez dike. Em bang li civaka navdewletî dikin ku tevlî me bibin di hesabxwestinê ji Îranê de têkildarî kiryarên wê yên terorî li dijî welatên cîhanê û li dijî gelê Îranê."

Veguhestina pereyan ji Hûsîyan re

Di salên dawî de, rejîma Îranê torek ji kompanîyên sexte damezrandin bo veguhestina pereyan ji Hûsîyan re, ku vê yekê hişt ku ew karibin Yemenê di şer de bihêlin, parêzgarê parêzgeha Hudêdayê Hesen Tahir ragihand.

Ev tor kompanîyên guhertina diravan, veguhestina pereyan û şehna deryayî dihundirîne, ligel kampanyayên "alîkarîya mirovî" yên ku bi tenê projenine nehênî ne bo temwîlkirina Hûsîyan, wî ji Al-Mashareq re ragihand.

"Sûtemenî û berhemên neftê bi gemîyên Îranê yên ku li nêzî benderên bakurî yên Hudêdayê ne cihgirtî tên qaçaxîkirin," wî got.

Wî daxuyand ku Hûsî wan bar dikin û bi rêya qeyikên biçûk vediguhêzin deverên li jêr kontrola xwe, û ew wan li wir difroşin bo qezencê bikin.

Tahir got ku Heşîş jî Hûsîyan re tê qaçaxîkirin, yên ku pereyên ji bazirganîyê tên weke çavkanîyeke temwîlê bi kar tînin.

Wî got ku "ne cihê gumanê ye" Hûsî bi rêya gelek kompanîyên sexte yên Îranî tên temwîlkirin, kompanîyên ku wan bi çek, derman û pêdivîyên din zêde dikin.

Wî teqez kir ku Îran heman operasyonên qaçaxîyê li Îraq û Lubnanê pêk tîne, û da zanîn ku li van welat destêwerdana wê "gefê li ewlehî û aramîyê dike û dest dideyne ser samanên gelên wan".

Tahir got ku temwîla Îranê ji Hûsîyan re herwiha "tehedîyeke ji Encumena Ewlekarîyê ya NY û biryayên NY ên têkildarî gurbûna şer li Yemenê".

Piştgirîya Îranî şerê Yemenê gur diike

Piştigirîya Îranî pereyên kaş ji Hûsîyan re peyda dike ku ev yek dihêle ku ew karibin mûçeyên çekdar û hevkarên xwe bidin, endamê Yekîtîya Giştî ya Odeyên Bazirganî û Pîşesazî ya Yemenî Elî Taezî ragihand.

Ev yek dihêle ku wêranîya şer berdewam bike û her hewleke bo çareserîyê û hawarçûnê bi bin bikeve, wî ji Al-Mashareq re ragihand.

Wî got diravên biyanî yên nû li Yemenê di navabera kompanîyên ji Hûsîyan re dixebitin li Senaayê tên bikaranîn di demekê de ku rêjeya hejarîyê heta astine qiyasî bilind bûye.

"Ne ji piştgirîya Îranê ba, dê ev xwînrijandin û wêranî van hemû salan berdewam nekiribana," al-Taezî got.

"Ev rêya tê bikaranîn bo temwîlkirina 'pêxwasên Îranê' di hemû dewletan de weke hev e," Rojnamegerê Yemenî Muhemed Debyanî ji Al-Mashareq re ragihand.

Wî got ku rejîma Îranê temwîla Hûsîyan dike bi rêya "qaçaxîya neftê û derman û barizganîya heşîşê û temwîla rasterast a bi rêya kompanîyên sexte".

Debyanî got ku armanca Îranê ji van kiryaran ew e ku "rê li ber her çareserîyeke siyasî li Yemenê bigire".

"Tu kom an dewlet li cîhanê piştgirîya Hûsîyan nake ji bilî rejîma Îranê, ya ku çek û pereyan dide wan bo serwerîya biryardanê [ya Yemenê] kontrol bike û dest deyne ser samanên wê," wî got.

Wî got ku di rêya piştgirîkirina Hûsîyan, Îran herwiha dixwaze ku "hejmûna xwe li ser Bab el-Mendeb berfireh bike, ku dergehekî bazirganîya cîhanî ye ku Îran dixwaze wê kontrol bike".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500