Nûçeyên Iraqê
Civak

Nînewa destnivîseke kêmpeyda ku DAIŞê dizî bû vedigerîne

Xalid Taî

Îraq parçeyên şûnwarî yên kevnar ên vedigerin hezarsala 3yê BZ ku bo derveyî welat bi qaçaxî hatibûn birin vedigerîne. [Wêne ji Wezareta Çandê ya Îraqê hatiye wergirtin]

Îraq parçeyên şûnwarî yên kevnar ên vedigerin hezarsala 3yê BZ ku bo derveyî welat bi qaçaxî hatibûn birin vedigerîne. [Wêne ji Wezareta Çandê ya Îraqê hatiye wergirtin]

Desthilatdarên parêzgeha Nînewayê destnivîseke kêmpeyda ku çekdarên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) di dema kontrolkirina wan ji Mûsilê re dizî bûn vedigerînin, berpirsekî parêzgehê Pêncşemê (12ê Kanûna Yekem) ji Diyaruna re ragihand.

Destnivîsa ku li cihekî terikandî yê DAIŞê li Mûsilê hatiye dîtin, "ji hêla welatîyekî ve hat dîtin ku wî yekser ew radestî Birêveberîya Şûnwaran a Nînewayê kir", cîgirê serokê birêveberîyê Xêredîn Ehmed eşkere kir.

Wî got ku ev yek ji bi hezarên destnivîs, pirtûk û belgehên dîrokî ye ku yan hatine şewitandin yan ji Mozexaneya Nerît û Şûnwaran a Nînewayê li Mûsilê ji alîyê çekdaran ve hatibûn dizîn.

Wî got ku dîtina detnivîsê "hêvîyên ku dibe hîna gelek detnivîs û pirtûk hebin ku dibe li Îraqê werin dîtin geş kirine", piştî ku gelek hatin wêrankirin yan bi qaçaxî bo derveyî welat hatin birin.

Ehmed bang li hemû welatîyan kir ku hevahengîyê bi Birêveberîya Şûnwaran a Nînewayê û hêzên ewlekarîyê re bikin di lêgerîna li destnivîs û antîkeyên wendabûyî û wan radestî birêveberîyê bikin.

Destnivîsa ku vê dawîyê hatiye dîtin, a bi navê "Rêberê Fiqhê", temenê wê 240 sal e, û bi dest hatiye nivîsîn û jêdereke zengîn a agahîyan li ser dîrok û fiqha Îslamî dabîn dike.

Vegerandina parçeyên şûnwarî

Ehmed got ku mîratê çandî yê parêzgehê rastî "êrîşa herî mezin di dîroka wê de" li ser destê DAIŞê hat, ku endamên rêxistinê gelek cihên şûnwarî û pirtûkên dîrokî armanc kirin.

"Gelek antîke û parçeyên şûnwarî yên nirxdar ku nayên hejmartin hatine wêrankirin an dizîn," wî got. "Em xebatên pir girîng dimeşînin bo vegerandina antîkeyên hatine dizîn û em di vegerandina gelek ji wan de bi ser ketin."

Wî dîyar kir ku tu amareke giştgîr li dor şûnwarên ku heta niha hatine vegerandin li bal Birêveberîya Şûnwaran a Nînewayê tine ye ji ber ku "hinek ji wan yekser radestî Mozexaneya Niştîmanî li Bexdayê hatine kirin".

Wî got ku gelek antîkeyên Mûsilê yên ji hêla çekdaran ve bo derveyî Îraqê hatibûn birin bo Desteya Giştî ya Nerît û Şûnwaran li Bexdayê hatine vegerandin bi rêya xebateke hevpar a Wezareta Çandê û Wezareta Derve.

Ehmed got ku bûyera herî dawî ya vegerandina antîkeyên hatibûn dizîn di dawî Mijdarê de bû dema ku "destek ji parçeyên şûnwarî yên kevirî bo Îraqê hatin vegerandin".

Parçeyên şûnwarî vedigerin serdema Aşûrîyan -- di navbera salên 1,200 û 612 BZ.

Têkildarî xebatên xepartinê li Nînewayê, Ehmed got ku karê birêveberîyê di vê derbarê de bi hevkarî ligel du şandên biyanî dewam dikin.

Xebata xepartinê bi piranî li Qesra Aşûrîyan e, ya nû li jêr Mizgefta Nebî Yûnis li Mûsilê hatiye dîtin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500