Nûçeyên Iraqê
Perwerde

Dibistan li Idlibê tên girtin ji ber êrîşên asmanî û topbaranan

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Xwendekarên dibistana Xesaniya li gundewarê Idlibê yên hatine xelaskirin ber bi cihekê ewleh ve di otombêla Berevanîya Sivîl a Sûrî de. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Xwendekarên dibistana Xesaniya li gundewarê Idlibê yên hatine xelaskirin ber bi cihekê ewleh ve di otombêla Berevanîya Sivîl a Sûrî de. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Êrîşên asmanî û topbaranên giran li ser parêzgeha Idlibê li nêzî bajarê Idlibê û Arîha û li derdora parêzgeha Helebê ziyan gihandin bi dehan dibistanan û neçar bûn werin girtin, çalakgerekî herêmî got.

Çalakgerekî ji Idlibê bi navê Heysem Idlibî ji Diyaruna re ragihand ku biryara rawestandina perwerdeyê ji ber selametîya xwendekaran hat standin.

Li gorî Berevanîya Sivîl a Sûrî (Xûzeyên Sipî), bêhtirî 75 dibistanan li parêzgehên Idlib û Helebê hatin girtin piştî bombebarana çar mehên dawî.

Idlibî anî ziman ku ev dibistan neçar bûn derîyên xwe bigirin ji ber ziyan dîtin û hinek ji wan wêran bûn û nema cihekî ewle bûn.

Endamekî Xûzeyên Sipî li dibistana Henbûşiyayê dimeyzêne, ku sê zarok li wir birîndar bûbûn. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Endamekî Xûzeyên Sipî li dibistana Henbûşiyayê dimeyzêne, ku sê zarok li wir birîndar bûbûn. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Mamosteyekî xwebar li bistanekî zeytûnan li gundewarê Idlibê dersan dide zarokên malbateke bêwarbûyî. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Mamosteyekî xwebar li bistanekî zeytûnan li gundewarê Idlibê dersan dide zarokên malbateke bêwarbûyî. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Idlibî dîyar kir ku birêveberîyên perwerdeyê li gundewarên rojhilatî, rojavayî û başûrî yên Idlibê, bajarên Maeret Numan û Arîha û deverên li derdora parêzgeha Helebê biryara rawestandina perwerdeyê bi temamî da.

Wî got ku ev biryar ji bo parastina zarokan hat standin, ew jî li giranbûna êrîşên asmanî û bombebarana rejîma Sûrî û Rûsîyayê vedigere.

Wî daxuyand ku destpêkê hinek dibistanan xwest perwerdeyê dewam bikin, lê bi xar derîyên xwe girtin gava rastî bombebaranê hatin.

Dibistan li jêr agir in

Xûzeyên Sipî Duşemê (9ê Kanûna Yekem) destwerdan kir û bilez dibistaneke bajarokê Xesanîyê ku hat bomebarankirin vala kir.

Sêşemê, sê zarok birîndar bûn gava dibistana Henûşîyê li derdora Cisir Şixûr hat bombebarankirin, Idlibê anî ziman.

Wî got ku çalakgerên Sûrî berê hişyarî dabû ku belkî perwerde were rawestandin ji ber rewşa ewlehî ya heyî, û daxwaz kiribû ku dibistan weke erdekî bêalî werin dîtin.

Wî destnîşan kir ku hêmana din a hişt perwerde were rawestandin, pêla koçkirinê ya ji bajar, bajarok û gundan e.

Idlibî da zanîn ku "piştgirîya perwerdahî û darayî pir kêm e, heta wê radeya ku tevgera perwerdeyê li Idlib û kampên bêwarîyê xwe dispêre fedekarîya mamoste, çalakger û xwendekarên xwendina bilind."

Wî got ku ev yek alîkarîyê dike ku were misogerkirin ku zarok bi temamî ji xwendinê ne bêpar bin.

Zarok di nava peceyên mirinê de

Roja 2yê Kanûna Yekem, heşt zarok hatin kuştin di êrîşên li ser bajarokê Tel Rifetê de, li bakurê Helebê, ku hemî li jêr temenê 15 salan bûn, li gorî UNICEF.

"Ev bûyer hejmara zarokên li bakurê Sûrîyayê hatine kuştin herî kêm bo 34 kesan di çar heftîyên borî de zêde dike," ajansa NY got, û da zanîn ku ew "şok bû û xemgîn bû" ji ber raportan.

"Hejmara zarokên kuştî zêde dibe di demekê de ku tendûtûjî ligel deverên Sûrîyayî berdewam e," UNICEF got.

"Di şerê ku ev dora neh salan e ku dewam dike, prensîpa bingehîn a parastina zaroakn bi temamî hatiye paşguhkirin," ajansê got.

"UNICEF bi bîra hemû alîyên şer li Sûrîyayê dixe ku divê hertimî zarok werin parastin, û nabe ew werin armanckirin, û yên ku zarokan dikujin bê guman dê werin dadgehkirin."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500