Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Plana ewlehî aramnc dike ku hebûna bermahîyên DAIŞê li Nînewayê bi dawî bike

Xalid Taî

Niştecihên Mûsilê pesnê pêşketina rewşa aramîya li bajarê xwe didin, dema ku berpirsên xwecihî serdana taxên wan dikin di 23yê Mijdarê de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Niştecihên Mûsilê pesnê pêşketina rewşa aramîya li bajarê xwe didin, dema ku berpirsên xwecihî serdana taxên wan dikin di 23yê Mijdarê de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hikûmeta xwecihî ya Nînewayê tedbîrên ewlehî qayim kirin bo parastina aramîya ku li parêzgehê di van çend mehên dawî de tê jîyankirin, berpirsekî xwecihî Pêncşemê (5ê Kanûna Yekem) got.

Wî got ku planeke ewlehî ya nû zehmetî û tehedîyên ku hîn parêzgeh rastî wan tê ber çav digire, bi taybetî hebûna bermahîyên " Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li deverên çiyayî û biyabanî li dirêjahîya sinorê bi Sûrîyayê re.

Fermandarîya ewlekarî qewêtî kir ku plan "tekûzdar be û heta asteke bilind nerm be bo her operasyon an pêngaveke ewlehî ji hev cuda be di warê armancan, plan û rêbazên pêkanînê de", cîgirê serokê komîteya ewlehî ya encumena parêzgeha Nînewayê, Haşim Barîfkanî ji Diyaruna re eşkere kir.

Wî got ku plan xwe dispêre hevahengîya di navbera yekîneyên beşdarbûyî yên artêşê, polîs, ajansên hewalgirîyê û niştecîyên xwecihê de.

Hêzên Îraqî ji Firqeya 20mîn ya artêşê li bermahîyên DAIŞê li biyabana parêzgeha Nînewayê di 4ê Tebaxê de digerin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî ji Firqeya 20mîn ya artêşê li bermahîyên DAIŞê li biyabana parêzgeha Nînewayê di 4ê Tebaxê de digerin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Wî teqez kir ku yekîneyine serbazî yên zêdetir li Beacê, li rojavayê Musilê, û li deverên li başûrê Mûsilê û li başûr û rojhilatê Mexmûr û Dîbegayê hatin belavkirin, ku erdên biyabanî yên berfireh ên bêxelk heta bi başûrê girên Hemrînê berfireh didin.

Firqeya Peyade ya 16mîn a Liwayê 3mîn, ya ku beşek ji Fermandarîya Operasyonên Nînewayê ye, hêzên xwe li xalên pêşkinînê zêde dike bo ewlehkirina bajarokên Wana, Bartela, Hemdanîya û deverên li rojhilatê Mûsilê.

Herwiha Kemîn hatin danîn û navgîn û xelk dihatin pişkinînkirin da ku bidin dûv bermahîyên DAIŞê.

Polîsê xwecihî yê Nînewayê "du tabûrên hêzên bijarde (SWAT) bi bipêkanîna gurzên taybet li ser armancên terorîstan li deverên ku raportên hewalgirî dibêjin ku tevgera DAIŞê û şanên razayî hene li wan hene erkdar kirin", Berîfkanî got.

Lêdanên nişkayî li dijî DAIŞê

"Di van 10 rojên dawî de, gelek lêdanên serketî veşartgehên terorîstan li çiyayên Etşana û Badûşê armanc kirin bi saya alîkarîya ji alîyê balefirên hevpeymanîya navdewletî ve," wî got.

Ev lêdanên asmanî "beşek in ji xebatên ewlehî yên nû yên xwe dispêrini kiryarên nişkayî li dijî dijmin dema ku agahîyên hewalgirî derbarê cihên endamên wê tên", wî got.

Birîfkanî got ku lêdanên asmanî gelek melên vehesînê û tunêl li çiyayan wêran kirin û hemû çekdarên di hundirê wan de kuştin.

Wî got ku beşê din ji berpirsyarîya ewlehî dikeve ser milê xelkê, ji ber ku welatî agahîyan dabîn dikin vê yekê bi awayekî baş alîkarîya hêzên ewlekarîyê di girtina paşmahîyên DAIŞê de kiriye.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Sipas!

BERSIV BIDE