Nûçeyên Iraqê
Aborî

Rûxîna nirxê lîrayê azarên Sûrîyan duqat dike

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Daketina dijwar di nirxê lîraya Sûrî de bi lez di zêdebûna buhayên pêdivîyan de raber bû. [Ev wêne ji dîmeneke vîdyo ya Syria TV hatiye wergirtin]

Daketina dijwar di nirxê lîraya Sûrî de bi lez di zêdebûna buhayên pêdivîyan de raber bû. [Ev wêne ji dîmeneke vîdyo ya Syria TV hatiye wergirtin]

Çavdêr û çalakger dibînin ku ji ber berdewambûna daketina nirxê lîraya Sûrî li hember diravên biyanî û zêdebûna buhayên pêdivîyên serekî bi awayekî dijwar azar û derdên gelê Sûrîyayê dê zêde bibin.

Wan got ku ev yek hevdem e ligel nebûna çareserîyên gengaz di pêşeroja nêz de, û dan zanîn ku rejîma Sûrîyayê hewl dide ku ji kêşeyê bireve û wê tu gavên pratîkî nedane bo rawestandina vê nezîfa darayî.

Nirxê lîraya Sûrî li bazara reş li Şamê û li herêmên din ê welat çû dora 1,000 lîraya li hember dolarekî Amerîkî, parêzerekî Sûrî bi navê Beşîr Besam wiha ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku ev rewş ne tenê li deverên li jêr kontrola rejîmê tê jîyankirin lê belê li wan deverên li derveyî kontrola wê jî, ji ber ku herkes yan bazarê bi dolar dike yan bi lîraya Sûrî.

Nirxê lîraya Sûrî gihişt 1,000 lîra li hember dolarekî Amerîkî di bazara reş de, di pêla nû ya kêmbûna nirxê diravên Sûrî. [Ev wêne ji dîmeneke vîdyo ya Halab Today TV hatiye wergirtin]

Nirxê lîraya Sûrî gihişt 1,000 lîra li hember dolarekî Amerîkî di bazara reş de, di pêla nû ya kêmbûna nirxê diravên Sûrî. [Ev wêne ji dîmeneke vîdyo ya Halab Today TV hatiye wergirtin]

Sûrîyan xwe bi rêz kiriye bo kirîna cêrên xazê piştî rûxîna nirxê lîrayê. [Ev wêne ji dîmeneke vîdyo ya Syria TV hatiye wergirtin]

Sûrîyan xwe bi rêz kiriye bo kirîna cêrên xazê piştî rûxîna nirxê lîrayê. [Ev wêne ji dîmeneke vîdyo ya Syria TV hatiye wergirtin]

Wî got ku hîn bi fermî 450 lîra dikin dolarek, û da zanîn ku dolar bi yekcarî di bazarên fermî û yasayî de peyda nabin, heta ji bazirganan re jî.

Di destpêka şer de, di sala 2011an de, 48 lîrayên Sûrî dikirin dolarekî Amerîkî, li gorî AFP.

Besam ji Diyaruna teqez kir ku zû dengvedana daketina nirxê lîrayê li ser buhayên hemû pêdivîyan hebû, û ev qeyraneke nû ye ji gelê Sûrîyayê re.

Wî got ku buhayên pêdivîyên xwarinê di heftîya borî de sê qatan kêm bûn, ûcareke din sûtemenî li bazaran peyda nabe.

Ev daketin "jênerev bû"

"Daketina nirxê lîraya Sûrî bo asta xwe ya herî kêm di dîroka xwe de tiştekî jênerev bû," profîsorê zanistên aborî li Zanîngeha Eyin Şems Şahir Ebdalah got.

Wî ji Diyaruna re daxuyand ku zû yan dereng dihat çaverêkirin ku ev yek rû bide, ji ber ku aborîya Sûrîyayê rûxayî ye, tiştê ku bi gelek awayan tê veşartin.

Wî got ku ev mijar di medyayê de tê wendakirin û nayê qalkirin, hikûmet jî bêdeng e, û zêdebûnek di anîna diravan û pêdivîyan de bi qaçaxî ji welatên cîran heye, bi taybetî ji Îraqê û Lubnanê.

Wî got ku ev herdu welat bi xwe tûşî qeyranên aborî û siyasî bûne, ku ev rewş bi xwe rolekê di nebûna seqamgîrîya aborî li Sûrîyayê de digerîne.

Wî daxuyand ku bazirganên Sûrî neçar in ku pêdivîyan bi dolar bikirin, lê bi duqatan an bêhtir ji buhayên wan bi lîrayên Sûrî, lewra divê ew vê zêdebûna di buhayan de biavêjin li ser kiryarên xwe.

Abdelah da zanîn ku qeyrana aborî armanc ji piştgirîya Rûsî û Îranî ji rejîmê re eşkere dike, û got ku vê piştgirîyê bi tenê alîkarîya rejîmê kir ku di desthilatê de bimîne.

Wî got ku ev dewlet li Sûrîyayê ne ne ji bo gelê Sûrîyayê biparêzin û alîkarîya wî bikin weke ew angaşt dikin, ji ber ku eger ev piştgirî ji gelê Sûrîyayê re baya, "me dê dîtibaye ku tedbîr bi awayek bilez hatibane standin bo rawestandina van zêdebûnên di buhayan de".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500