Nûçeyên Iraqê
Aborî

Enbar kargehên ku DAIŞê wêran kiribûn ji weberhîneran re vedike

Xalid Taî

Xebatkarine Îraqî kargeheke çementoyê ku DAIŞê xerab kiribû li Enabrê di 26ê Tebaxê de çaksaz dikin. [Wêne ji wezareta Pîşesazî û Kanzakan a Îraqî hatiye wergirtin]

Xebatkarine Îraqî kargeheke çementoyê ku DAIŞê xerab kiribû li Enabrê di 26ê Tebaxê de çaksaz dikin. [Wêne ji wezareta Pîşesazî û Kanzakan a Îraqî hatiye wergirtin]

Hikûmeta herêmê ya Enbarê Duşemê (2yê Kanûna Yekem) weberhîner bo alîkarîkirinê di fînanskirina kargehên pîşesazî yên mezin ên ji alîyê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hatine wêrankirin vexwendin.

"Hemû kargehên ku berhemkirin rawestandine bûne derfetên baş yên weberanînê ji kompanîyên herêmî û bîyanî re," serokê desteya weberanînê Mehdî Numan wiha ji Diyaruna re got.

Wî dîyar kir ku kompanî têne vexwendin "bo pêşbazîyê bikin li ser nûavakirina wan û bo bi hemû karîna xwe vegerin xizmetê".

Numan got ku plana weberanînê nûavakirina hemû kargehên mezin li parêzgehê yên li ser destê DAIŞê xerab bûne dihundirîne.

Berpirsine Îraqî serdana kargeha fosfatê ya Qaîmê dikin, ku DAIŞê ew bi giranî wêran kiribû, di 16ê Adara 2018an de. [Wêne ji parlamanterê Îraqî Ehmed Selmanî hatiye wergirtin]

Berpirsine Îraqî serdana kargeha fosfatê ya Qaîmê dikin, ku DAIŞê ew bi giranî wêran kiribû, di 16ê Adara 2018an de. [Wêne ji parlamanterê Îraqî Ehmed Selmanî hatiye wergirtin]

Gelek kargehên pîşesazî yên mezin li Enbarê hene, di nav de kargeha Qaîm a fosfatê û kargeha çementoyê, kargeha Felûca ya seramîkan, kargehên qîrê li bajarên Anah, Rawa û Felûcayê, û kargehên qizêzan ên Remadîyê.

Wî got ku gelek ji van kargehan li ser destê DAIŞê hatibûn wêrankirin.

Derfetên weberanînê

Numan anî ziman ku projeya yekem û ya mezin a nûavakirinê ku ji bo weberhîneran tê vekirin kargeha fosfatê ya li nêzî sînorê bajarokê Qaîmê ye.

Wî destnîşan kir ku ev derfet ji kompanîyên navdewletî yên pispor re têne pêşkêşkirin, bi hevahengîya bi wezareta Pîşesazî û Hesinan re, bi lêçûna dora 1.2 milyar dolar.

Numan dîyar kir ku berî vê xerabûnê, karîna berhemkirinê ya kargeha fosfatê salane 700,000 ton bû.

Wî anî ziman ku armanc jê ew e ku karîna berhemkirinê ya seretayî salane bi qasî 300,000 be ku dê bi demê re bilindtir bibe.

Wî got ku gava DAIŞê Qaîm kontrol dikir, wê beşekî mezin ê kargehê wêran kir û piranîya alavên kehrebayî û mîkanîkî û maşînan talan kirin.

Numan daxuyand ku ew alav li Sûrîyayê hatin firoştin, û da zanîn jî ku DAIŞê ev kargeh weke cihê çêkirina otombêlên bombebarkirî û sazkirina bombeyên bidestçêkirî bi kar tanîn.

Wî got ku îsal hinek kargeh hatin çaksazkirin û nûkirin, di nav de kargeha çementoyê li bajarokê Kubeysayê.

Numan daxuyand ku kargehê di Tebaxê de dest bi karê xwe kir, û berhemên wê beşekî mezin ji pêdivîyên bazara navxweyî dabîn dikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500