Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Bi dehan kuştî hene di pevçûnên dijwar de yên li gundewarê Idlibê

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Xanîyeke li bajarokê Herekê li Idlibê ku ji ber êrîşên asmanî yên Rûsî kavil bûye. [Wêne ji Idlib Plus hatiye wergirtin]

Xanîyeke li bajarokê Herekê li Idlibê ku ji ber êrîşên asmanî yên Rûsî kavil bûye. [Wêne ji Idlib Plus hatiye wergirtin]

Êrîşên asmanî yên rejîma Sûrîyayê Duşemê (2yê Kanûna Yekem) 10 sivîl li parêzgeha Idlibê kuştin, ku şer û pevçûnên dijwar navbera rejîmê û alîgirên wê û komên çekdar ên ser bi Tehrîr el-Şam di du rojên dawî de zêde bûne.

Êrîş her wiha bûn sedema birîndarbûna 15 sivîlan li bazarekê li bajarokê Maeret Numanê, li gorî Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov.

Hêzên rejîmê û komên çekdar Duşemê ketin nav şer û pevçûnên dijwar li sînorê başûr-rojhilatê herêmê, û dora 100 çekdarî di du rojan de hatine kuştin.

Şer û pevçûnên li derdora Idlibê ji Şemîyê de yên herî xwînî neji dema pêkhatine agirbesteke bi serpereştîya Rûsyayê di dawîya Tebaxê de, Rewangehê got.

Ev çekdarên Tehrîr el-Şam di dema şer û pevçûnên dawî de li gundewarê Idlibê. [Wêne ji hesabê Tehrîr el-Şam ê Telegram hatiye wergitin]

Ev çekdarên Tehrîr el-Şam di dema şer û pevçûnên dawî de li gundewarê Idlibê. [Wêne ji hesabê Tehrîr el-Şam ê Telegram hatiye wergitin]

Ev çekdarên Tehrîr el-Şam in berî destpêkirina pêla dawî ya şer û pevçûnan li gundewarê Idlibê. [Wêne ji hesabê Tehrîr el-Şam ê Telegram hatiye wergirtin]

Ev çekdarên Tehrîr el-Şam in berî destpêkirina pêla dawî ya şer û pevçûnan li gundewarê Idlibê. [Wêne ji hesabê Tehrîr el-Şam ê Telegram hatiye wergirtin]

"Pevçûn di berbanga Duşemê de li ser çend çeperan li gundewarê başûr-rojhilatî Idlibê qewimîn," Rewangehê got.

Rewangehê got ku 51 çekdarên rejîmê di nava 48 demjimêran de hatine kuştin, û 45 çekdarên opozîsyonê jî, di nav de 31 tundrew.

"Pevçûnên herî dijwar di çend mehan de"

Hejmara bilind a qurbanîyan divegere ku her du alî kontrola li ser hejmarek ji gund û bajarokan bi dest dixin û ji dest didin, çalakgerekî bi navê Museb Esaf ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku şer û pevçûnên herî dijwar di çend mehan de li gundewarê başûrî yê Idlibê di navbera hêzên rejîmê û milîsên wê li alîyekî û Tehrîr el-Şam û hevalbendên wê de li alîyekî din diqewimin.

Wî got ku kontrola li ser hejmarek deveran di pevçûnan de hat guhertin, û bal kişand ser Kefrîya li gundewarê Sincarê yê bajarokê Maeret Numan, gundê Ecaz, û bajarokên Surûc û Resim el-Werid.

Li gor Esaf, gera nû ya şer dest pê kir piştî ku çekdarên Tehrîr el-Şam êrîş kirin li ser xalên rejîmê û dest danîn ser wan di çarçoveya operasyonekê de bi navê "Sist nebe".

Wî daxuyand ku rejîmê bilez êrîşeke dijber dest pê kir û piranîya xalên ku wê ji dest dabûn vegerandin, bi piştgirîya hewayî ya Sûrî û Rûsî.

Esaf got ku balefirên şer ên Rûsî bi dehan êrîşên asmanî li derdorê Maeret Numan û bajarê Kefer Nubil pêk anîn.

Wî daxuyand ku hevdem kopterên Sûrî bermîlên teqîner li ser çend gund û bajarokan barandin, di nav de Has, Tramla, Kensefra û derdora bajarokê Seraqibê.

Pêleke mezin a bêwarîyê

Esaf got ku şer û pevçûn bûn sedema pêleke mezin a bêwarîyê, û sivîl berê xwe didin deverên sînorî li bakur, û ew li nav zevîyên çandinîyê bi cih dibin.

Wî got ku kampên bêwaran ên li devera sînorî mişt in û êdî nikarin kesine din bihewînin, û wiha bêwarên nû bê penageheke ku wan ji serma û seqemê biparêze mane.

"Ez naxwzim zarokên xwe li jêr kavilan bibînim," Hafiz, bavê ku tev jina xwe û sê zarokên xwe roja Şemîyê ji mala xwe bar kiriye û ji warê xwe derbider bûye.

Bi sedan hezar kes berî aniha ji beşê başûrî ya parêzgeha ku tundûtûjî lê berdewam e rvîyan ji dema ku şer û pevçûnan li wir zêde bûn di destpêka vê salê de.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500