Daqolkirî di nav darê zeytûnan de li bakur û rojavayê Sûrîyayê, Cuma Mistefa borîyên hesin ên dirêj bi birekeke kehrebayî dibire da ku milbendên kon ji malbatên bêwar re çêke.
Herwekî ku zivistan li parêzgeha Idlibê nêzêk dibe, zilamê ku weke "hesinkarê kampan" hatiye binavkirin dibêje ku jêhatîyên wî gelekî tên xwestin.
"Heta aniha xwestin berdewam e," zilamê 34 salî yê ku laşê wî li ber rojê şewitî ye ji ber bi rojan li derve kar dikir dibêje.
Idlib bi awayekî dubare rastî bomebarandina Sûrî û Rûsî tê vê salê, ku bû sedma bi sed hezaran sivîl birevine bakur ber bi sînor ve.
Bêtirî sê milyon kes li herêmê dijîn, herêma ku piranîya wê li jêr kontrola hevalbenda tundrew a Tehrîr el-Şam e û dora nêvî ji wan ji berê ve ji beşên din ê welat ji ber şer bêwar bûne.
Mistefa dibêje ku berî vê ew hesinkarekî serkeftî bû li başûr û rojhilatê Idlibê, lê berî du salan şer hişt ku ew û malbata xwe ji mala xwe birevin.
"Divabû ez konê xwe çêkim da ez tê de bijîm. Xelkê ew dît û dest pê kir kon xwestin, bi vî awayî min dest bi kar kir," ew dibêje.
Li ser rûbere erda sor li nêzî gundê Hazanoyê, Mistefa workşopeke demkî ava kir da ku niştecîyan li kampa nêzîk bi milbendên qayim dabîn bike da ku wan di zivistaneke şil de bihewîne.
Du zilam bi dehan loleyên hesin ên dirêj ji kemyoneke piçûk dadixin, wan li ser erdê dideyin ser hev.
Li devereke nêzîk daleqandî ye, nîşanek ji kertoneke nerm dibêje: "Hesinkarê kampan".
kargeheke malbatî
destên wî rût û kilaş li pê, Mistefa hesin dibire, çirawîsk difirin dema ew beşinan ji xwesteka xwe ya dawî amade dike.
Dengê bireka wî yê bilind bi awayekî demkî dengê çakûçekî ku li hesin dixe û dengê generatorên nêzîk jî qut dike.
Jineke ku kirasekî sor ê dirêj li xwe kiriye ji dûr ve çavdêrîyê dike, li ser hesîlekê li bin sîya dareke zeytûna rûniştî ye.
Hesinkar bi destekî heykelan bi hev ve dike û destê din rûpoşekî lihîmkirinê digire da ku çirawîskan dûrî rûwê xwe bixe.
Da ku alîkarîyê pê re bikin di barê kar de, wî alîkarî ji çend kuramên xwe xwest heta birazîyekî wî yê 13 salî ji, ê ku dev ji dibistanê berda da ku alîkarîyê bi malbata xwe re bike û pêdivîyên wan pêk bîne.
Di mehekê de, Mistefa 150 kon firoştin. Penayê ku rêxistinên ne hikûmî didin ji malbatên mezin re gelekî piçûk in, wî got.
"Ew baş in xwe li ber baran û bayê xurt digirin," ew behsa milbendên konê xwe dike.
Milbendê herî piçûk ku ew difiroşe çar bi çar mitran e û lêçûna wî teqrîben 150$ , lê yê herî mezin ku rûbera wî 36 mitrên çargoşeyî ye lêçûna wî 320$ in.
Di pişt re ji zibûnan tê xwestin ku cawekî ku av tê re neçe ji devereke din bikirin û pereyan bidine kesekî din ku esasekî çemento ji kon re deyne.
Lê tevî xwestekan, Mistefa dibêje ku qezencên wî kêm in.
"Em kêm pereyan bi dest dixin -- tenê têra debarê û pêdivîyên malbatê dikin," ew dibêje.
Deyndarê konekî nû ye
Piştî heşt salên şerê Sûrî, Idlib yek ji beşên welat ê dawî yê ku xelk ber pê ve ji ber kontrolkirina rejîmê direvin.
Hêzên rejîmê yên ku Rûsya piştgirîya wan dike çend mehan herêm di bihar û havînê de hejand, dora 1000 sivîlan kuşt û dora 400,000 kesan ji malên wan bêwar kirin.
Rûsya agirbestek di dawîya Tebaxê de îlan kir, lê Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov dibêje bombebarakirinên li vir û li wir û pevçûn berdewam in.
Reslan Mihemed, hevjîna wî û heşt zarok berî sê salan ji mala xwe reviyan û ji wî çaxî ve li çolê dijîn.
Lê vê payîzê, wî biryar da ku bû dema rûniştgeheke nû.
"Konê me çêkiriye ne ji zivistanê re ye," zilamê 48 salî dibêje.
Bi hev re pereyên têr dikin dane hev, wî ji Mistefa xwest ku milbendê kon ê herî piçûk çêke û li zilamine ku radihiştine berhemehî temamkirî ber bi cihê malbata xwe ve li kampê dinêrî.
Zarokên piçûk bi kêf xwe bi borîyên hesin ve dadilqînin heta berî ku wan deynûn.
"Min pere ji xizm û hevalan deyn kirin" da ku ez milbendê kon ê nû bikirim, Mihemed got.
Milbendê nû yê danîne, ew wî bi parçeyên betanîyên kevin dinixumînin. Ew berikeke plastîk ya rîs ya mezin li ser erdê dipêçin û doşeke tenik dideynin ser.
Mihemed herwiha dixwest erdeke çemento be, lê aniha ew liks gelekî buha ye.