Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî ewlehîyê li rojhilatê Diyalayê qayim dikin

Xalid Taî

Yekîneyên serbazî yên Îraqî misyoneke ewlehî roja 26ê Sibatê bo armanckirina bermahîyên DAIŞê li deverên dûrdest ên parêzgeha Diyalayê pêk tînin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Yekîneyên serbazî yên Îraqî misyoneke ewlehî roja 26ê Sibatê bo armanckirina bermahîyên DAIŞê li deverên dûrdest ên parêzgeha Diyalayê pêk tînin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hikûmet li parêzgeha Diyalayê rêkarên ewlehî yên bêhtir dide pêş bo nehiştina gefên"Dewleta Îslamî" (DAIŞ) yên zêdebûyî li başê rojhilatî yê parêzgehê.

Rêkar ji zêdekirina hejmara hêzên ewlehîyê yên hatine belavkirin û bicihkirina fewcekî cengawer ê artêşê li gundewarê navçeya Mendelî li bakurê rojhilatê Diyalayê.

Di çend heftîyên borî de, bermahîyên DAIŞê êrîşên çekdarî li dijî xalên pişkinînê yên artêşê û polîs li deverên Eyin Sabî, Qera Los, û Nedayê pêk anîn, şaredarê navçeya Mendelî Mazin Ekrem Xuzeyî ji Diyaruna re teqez kir.

Wan herwiha segvan belav kirine û bombe li tenîşt rêyên diçin wan deveran çandine.

Leşkerên Îraqî li veşartgehên DAIŞê li bilindahîyên Diyalayê digerin, di 13ê Hezîranê de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Leşkerên Îraqî li veşartgehên DAIŞê li bilindahîyên Diyalayê digerin, di 13ê Hezîranê de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Wî got ku di van operasyonan de herî kêm heft endamên hêzên ewlekarîyê û sivîl hatine kuştin û birîndar jî hene.

Xuzeyî got ku hêzên ewlekarîyê "yekser bersiva van êrîşan da bi alîkarîya xelkê û karbidestên deverê".

"Ne hertimî ewle ye"

Wî eşkere kir ku cihên ku bermahîyên DAIŞê yên herî çalak li wan dimînin hatine destnîşankirin û operasyonên lêgerînê hatin destpêkirin bo dîtin û wêrankirina cihên wan ên xweveşartinê.

Xuzeyî teqez kir ku hêzên ewlekarîyê "karîn hemû gund û rêyên diçin bajarê Xaneqînê ewleh bikin".

Wî dîyar kir ku ev rê "bi rêya kamîrayan û alavên koleçanê tên çavdêrîkirin, û bi belavkirina gelek yekîneyên serbazî û danîna gelek xalên pişkinînê hatine asêkirin".

Navçeya Mendelî, mîna deverên din ên Diyalayê, milîtanên DAIŞê xwe lê vedişêrin, ku ew sûdê ji kendûkozên sext werdigirin bo xwe veşêrin û ji ber koleçana hewayî birevin.

"Lê ew ne timî ewle ne û hêzên me bi berdewamî wan bi rêya operasyonên bi dîqet ên li ser bingeha xebatên hewalgirî yên li ser asteke bilind armanc dikin," Xuzeyî got.

Çekdarên mayî yên DAIŞê xwe di şikeftên xwezayî yê deverê de vedişêrin û hinek caran êrîşan pêk tînin bo isbat bikin ku hîn ew hene, eqîd Nîhad Muhemed Hesen, birêveberê ofîsa ragihandin û têkilîyan a fermandarîya polîs ji Diyaruna re teqez kir.

Di rastîyê de, li gorî raportên hewalgirî, "Bermahîyên DAIŞê dimirin, bi taybetî piştîmirina serokê wan Ebû Bekir Bexdadî", wî got.

Pêngavên serbazî yên bi dîqet

Piştî êrîşên herî dawî li Mendelî, Hemrîn û bustanên Nedayê, civînên li ser asteke bilind hatin lidarxistin bo misogerkirina kordînekirina xebatên ewlehî di navbera polîs, Fermandarîya Operasyonên Diyalayê, ajansên hewalgirî û ewlehîya niştîmanî, zêrevanîya sînor û nûnerên ji hikûmeta xwecihî de.

Hesen got ku di civînan de "deverên ku terorîst li wan bi cih dibin hatin destnîşankirin û tedbîrên ewlehî yên guncan hatin girtin bo armanckirina endamên DAIŞê û misogerkirina parastina tam ji hemû gund û gundewarên bajêr re".

"Têbîrên me herwiha avakirina şaneke qeyranan bi serokatîya Birêveberîya Hewalgirîya Diyalayê dihundirîne, ku ew berpirs e ji peydakirina agahîyên hewaligrî li dor tevger û çalakîyên terorîstan ji yekîneyên operasyonên ewlehî re," wî got.

Wî got ku ev yek dibe encama misyonên xêra û çirûpir bo armanckirin û nehiştina hêlînên terorê.

Hesen got ku hêzên ewlekarîyê hatine xeberdarkirin ku operasyonên lêgerînê bi berdewamî pêk bînin, hebûna xwe ya serbazî bi hêz bikin û xetên berevanîyên û asêkirinên xwe bilind bikin.

Wî dîyar kir ku herwiha teknîkên koleçan û çavdêrîkirina ji dûr ve tên bikaranîn.

Endamê encumena parêzgeha Diyalayê Sacid Enbekî piştgirîya xwe ji hemû rêkarên ewlehî yên nû re, yên ku bûn encama baştirbûna aramîyê li seranserê parêzgehê, anî ziman.

Wî ji Diyaruna re dîyar kir ku hîn jî rewşa ewlehî li hinek deverên çiyayî û kiştûkalî, û herwiha li gundan û li derdora bajarokan lawaz e, "lewra divê pêngavên serbazî li wan deveran werin pêkanîn".

Enbekî bal kişand ser hevahengîya zêdebûyî ya bi şênîyan re bo baştirkirina xebatên hewalgirî û pêkanîna operasyonên parêzî di çarçoveya şerê li dijî terorê de.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500