Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Fransa bi hevkarîya herêmî pêbend dimîne

Xalid Taî

Firokeyeke şer a Fransî dest bi firînê dike bo pêkanîna êrîşan li dijî asêgehên DAIŞê li Sûrîyayê. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Fransî hatiye wergirtin]

Firokeyeke şer a Fransî dest bi firînê dike bo pêkanîna êrîşan li dijî asêgehên DAIŞê li Sûrîyayê. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Fransî hatiye wergirtin]

Hebûna Fransa ya berdewam li Rojhilata Navîn alîkarî kir di başbûna aramîya herêmî de û di nehiştina gefa terorîzmê de, pisporên Îraqî ji Diyaruna re ragihandin.

Di van her pênc salên dawî de, Parîs ligel hevharên xwe yên din di hevpeymanîya navdewletî de kar kir da ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) têk bibe.

Lê heta piştî têkçûna rêxistinê ya leşkerî jî û mirina serkirdeyê wê Ebû Bekir Bexdadî, Fransa şerê li dijî bermahîyên DAIŞê li Îraqê ligel hevparên xwe yên Îraqî berdewam dike.

Wezîra Hêzên Çekdar a Fransî Florence Parly êrîş li ser Twitterê rave kir û got, "em tu muhletê nadine" DAIŞê.

Wêrankera dijî balefirên şer a Frensî a ji celebê Cassard di ava Kendavê de digere di çarçoveya Operasyona Şemal a li dijî DAIŞê de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Fransî hatiye wergirtin]

Wêrankera dijî balefirên şer a Frensî a ji celebê Cassard di ava Kendavê de digere di çarçoveya Operasyona Şemal a li dijî DAIŞê de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Fransî hatiye wergirtin]

"Helwesta Fransayê berdewam e û hîn biryara wê ya şerkirina terorîzmê wek berê ye," wê got.

Fransa di şerê li dijî terorê çalak e

Fransa roleke sereke gerand di şerê li dijî terorê de û bi awayekî tam pêbend e bi rêkeftinên ewlehî yên ku wê bi hevalbendên herêmî re wajû kirine, Hîlal Obêdî, pisporekî Îraqî di warê têkilîyên navdewletî de, got.

Beşdarbûna wê di şerê li dijî terorê de ji hestê wê ku terorîzm ne tenê gefek e li welatên herêmê lêbelê li ser hemû cîhanê tê û "ew nikare li hember gefeke mîna vê bêhelwest bimîne"

Obêdî got ku êrîşkirina pêşgir li dijî terorîstan li ser erda wan dê başitr be ji ku ew di rewşa berevanî de bin, ev yek jî prensîpa rêber bû ji stratejîya Fransî re di şerê li dijî DAIŞê.

Wî got ku Fransa pêbend e bi berevanîya Kendavê û Rojhilata Navîn û ew piştgirîya hewalgirî û serbazî dabîn dikin da ku gef û şerên dibe biqewimin bi dûr bixe.

"Fransa bi rêzdarî piştgirîya şerê li dijî terorê kir û em xebatên mezin ên ji alîyê topavêja Frensî bo parastina sînorê me yê rojavayî bi Sûrîyayê re li dijî derbasbûna endamên DAIŞê bi dizî bilind dinirxînin," serokê komîteya ewlehî ya encumena parêzgeha Enbarê Neîm Kiûd got.

Fransa hevparekî Îraqê yê hêzdar e û û şarezahîyên xwe yên şer pêşkêşî leşkerên Îraqî kirin û ew bi çek û pêdivîyan zêde kirin da ku karibin welatê xwe biparêzin, wî ji Diyaruna re ragihand.

Kiûd têkilîyên Fransayê yên dîrokî bi gelê Îraqê û û hikûmatên din ên li herêmê re destnîşan kirin û not kir ku Fransî pêbend in ku jêderên terorîzmê biçikînin û ewlehîya herêmî misoger bikin.

Parastina ava navdewletî

"Hebûna Fransî li herêma me girîng û jîndar e û berjewendîne Fransî yên hevpar ên demdirêj hene, bi taybet li welatên Kendavê," Xazî Fêsel Husên, ê ku şêwirmendeke li Navenda Îraqî bo Lêkolînên Stratejî ji Diyaruna teqez kir.

Wî bal kişand ser baregeha serbazî ya komkeştîya Fransî ya berdewam li Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî, herwiha rêkeftin û kevkarîyên bi welatên Kendavê re li deverên di warê berevanîya hevbeş û ewlehîya deryayî de.

Wezîra Berevanîyê ya Fransî salvegera 10ê ya hevparîya serbazî ya Fransa û Îmaratê pîroz roja 25ê Mijdarê pîroz kir.

Husên daxuyand ku keştîyên deryayî yên Fransî, di nav wan de wêrankerên mîna keştîya Auvergne bo berevanîya cewî Chevalier Paul û Cassard di Operasyona Şemal a Fransayê de li dijî DAIŞê beşdar bûn.

Herwiha Husên bal kişand ser rola Fransa di Hêza Erkên Hevbeş (CTF 150) de ya li Behrênê, ku hêzeke erkê darayî ye ji hevpeymanîyeke pirneteweyî pêk tê ku di çarçoveya Hêzên Darayî yên Hevbeş (CMF) de kar dike.

CMF hêzeke ji 33 dewletan pêk tê û kar dike da ku ewlehîyê di rûbereke dora 3.2 milyon mîlên çargoşeyî ji ava navdewletî û hin bernderên şehnkirinê yên herî girîng li seranserê cîhanê qayim bike.

Husên daxuyand ku erkê Fransayê di çarçoveya CTF 150 de ew e ku rê li ber qaçaxkirina dermanên hişbir, çek û şehnên bazirganîyê yên neqanûnî bigire û nehêle ku bikevin destên komên çekdar de.

Roja 25ê Îlonê, Gemîya Fransî ya Nivose, rya ji hêza CTF 150, dest danî ser 2.5 ton heşîş ku li ser qeyikekê hatibû barkirin.

Fransa herwiha pêbend e bi çavdêrîkirina ziravgeha Hormuz a pir girîng, ku sêyem rêya deryayî ya veguhstina neftê ye li ser asta cîhanê, û roleke girîng di misogerkirina ewlehî û selametîya tankerên neftê de û herwiha di parastina bazirganîya cîhanî ya di avên navdewletî yên Kendavê re digerîne.

Keştîya cengî ya Frensî ya Jean Bart dê cihgirtina xwe li herêmê di 20ê Mijdarê de bi dawî bike, û li şûn wê dê keştîya cengî ya Fransî Courbet cih bigire, a ku dê heta 22yê Sibatê li wir bimîne.

Ev operasyonên cihgirtinê xebata Avakirina Ewlehîya Darayî ya Navdewletî temam dike, ku hevalbendîyeke bi serkêşîya Ameîkayê ye, ya aramnaca wê parastina keştîyên bazirganî ye û misogerkirina azadîya deryavanîyê û bazirganîya navdewletî ye.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500