Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Şeş kes li Bexdayê tên kuştin di xwenîşandanên xwînî de

AFP

Xwenîşanderên Îraqî yên birîndar li nêzî banka navendî li kolana Reşîd li Bexdaya paytext tên dermankirin di xwenîşandanên berdewam ên li dijî hikûmetê de, di 27ê Mijdarê de. [Sebah Arar / AFP]

Xwenîşanderên Îraqî yên birîndar li nêzî banka navendî li kolana Reşîd li Bexdaya paytext tên dermankirin di xwenîşandanên berdewam ên li dijî hikûmetê de, di 27ê Mijdarê de. [Sebah Arar / AFP]

Şeş hes hatin kuştin di teqînên li seranserê paytexta Îraqê derengî roja Sêşemê (26ê Mijdarê), bijîşk û çavkanîyeke ewlehî gotin, di xwenîşandanên xwînî de yên li dijî hikûmetê, yên ku ev çend heftî ne Bexda û başûrê Îraqê hejandine.

Tu alî heta niha berpirsîya xwe ji her sê teqînan ranegihandîye, teqînên ku yên yekem bûn li paytextê piştî çend mehan ji aramîyeke rêjeyî ji çaxê derkirina "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ji welat.

Teqîn bi rêya du motorên bi teqemenîyan barkirî û bombeyeke ku li ser rêyekê hatibû çandin rû dan û wan sê taxên Şîenişîn li Bexdayê armanc kirin, li gorî jêderên bijîşkî û ewlehî.

Her sê teqîn yekser piştî ku Îraqîyan serkeftina Îraqê ya futbolê li dijî Qeterê di Cama Kendavê de pîroz kir rû dan.

Dora bi dehan kes hatin birîndarkirin û ew bo nexweşxaneyên Bexdayê hatin veguhestin, nexweşxaneyên ku bi dehan xwenîşanderên ku di destpêka rojê de di xwenîşandanan de birîndar bûbûn derman dikirin.

Hin Îraqîyan li ser medyaya civakî gazin ji milîsên ku Îran piştgirîya wan dike kir ku ew li pey êrîşan in.

Xwenîşandanan, ku guhertina rejîmê ji kokê ve dixwazin, di destpêka Îlonê de li sernaserê Bexdayê û başûrê Îraqê dest pê kirin, û bêhtir ji 350 kes di wan de hatine kuştin û 15,000 jî birîndar bûne.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500