Divê hesab ji Rûsya û rejîma Sûrîyayê were xwestin ji ber tawan kuştinê ya hovane ya ku sala 2017an qewimîye û parçekirina laşê zilamekî Sûrî ji hêla çeteyên Rûsî ve werin, tawana kuştinê ya ku bi vîdyo hatiye tomarkirin, parêzerekî Sûrî ragihand.
Di dîmenine vîdyo de ku vedigerin sala 2017an, çarçeteyên Rûsî yên ku di çarçoveya Koma Wagner de li Sûrîyayê dixebitin ciwanekî Sûrî dikujin.
Koma Wagnerartêşeke taybet e ku Kremlin red dike ku ew wê fînans dike, û tê payîn ku ew li jêr kontrola Yevgenî Prigojîn, ku ew hevalbendekî Serokê Rûsyayê Vladimîr Putin e.
Di dîmenên vîdyo de, çar zilam lingên kesekî bi çakûçekî dişkînin. Ew dîwarê sînga wî dişkînin, wî ser jê dikin, zendên wî dibirin û laşê wî ji lingên wî ve sêdare dikin, berî ku agir berdin laşê wî.
Tê payîn ku ew ji artêşa rejîma Sûrîyayê revîyabû.
Li gorî hinek raportan, navê wî Muhemed Taha Îsmayîl Ebdulah bû, û bi naznavê "Hemadî Taha Bota" dihat naskirin, rojnamegerê Sûrî Muhemed Ebdulah ji Diyaruna re ragihand.
Ebdulah got ku ew ji bajarokê Xerîta yê parêzgeha Dêra Zorê bû.
Wî got ku wî leşkerîya neçarî di nava rêzên artêşa Sûrîyayê de qedandibû û sefera Lubnanê kiribû bo weke karkerekî bixebite. Piştî ew vegerîya Sûrîyayê, ew hat girtin bo leşkerîya yedek li serbazgeha asmanî ya Tiyasê (T-4) li parêzgeha Homsê bike.
Ebdulah got ku ew revîya, û pişt re ji hêla çeteyên Rûsî ve li devera zevîyên neftê yên Şair hat girtin û ew li ser destê wan bi qedera xwe re rû bi rû ma.
Tawaneke ku divê neyê efûkirin
"Divê kujerên leşkerê Sûrî Muhemed Abdulah neyên efûkirin," parêzerekî Sûrî bi navê Beşîr Besam ji Diyaruna re ragihand.
Wî got ku çalakgerên Sûrî gilîyan di dîdargehên navdewletî de li dijî berpirsyarên rasterast ji hebûna koma Wagnerê li Sûrîyayê vedikin.
Wî got ku ew jî hikûmeta Rûsî û artêşa Rûsî ne, yên ku parastinê ji çeteyên Koma Wagner re misoger dikin.
Besam balkişand ku bûyer bi çar vîdyoyên ku divegerin sala 2017an hatiye belgehkirin, û mîdya Rûsî bêhtir ji yek encamderên tawanê destnîşan kirine.
Tê gotin ku ev yek bi rêya programên naskirina rûyan hatiye kirin.
Besam got ku rejîma Sûrîyayê jî berpirsyar e ji vê tawanê, ji ber ku wê maf daye hêzên Rûsî û Koma Wagnerê ku li Sûrîyayê belav bibin bi behaneya parastina sazîyên jîyandar.
Wî got ku pir girîng e ku berpirsên van kiryaran werin dadgehkirin, ne bi tenê encamderên wan.