Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Parêzgeha Selahedînê amadekarîyên vegera şênîyan bo Ocayê dike

Ala Husên li Bexdayê

Di çarçoveya amadekarîyên bo vegera şênîyan de, xebatkarên şaredarîyê moloz û gemarê ji kolanên devera Qiweynatê, ya ku ser bi Ocayê ve ye, kom dikin. [Wêne ji Şaredarîya Ocayê hatiye wergirtin]

Di çarçoveya amadekarîyên bo vegera şênîyan de, xebatkarên şaredarîyê moloz û gemarê ji kolanên devera Qiweynatê, ya ku ser bi Ocayê ve ye, kom dikin. [Wêne ji Şaredarîya Ocayê hatiye wergirtin]

Parêzgeha Selahedînê mijûldarê amadekarîyên bo vegera xelkên ku li ser destê "Dewleta Îslaîm" (DAIŞ) di sala 2014an de hatine awarekirin bo malên xwe li bajarokê Ocayê li Tikrîtê.

Kadroyên şaredarîya Tikrîtê û birêveberîyên din ên xizmetguzarîyan dest bi kampanyayek kirine bo berdestkirina xizmetguzarîyan û çaksazkirina jêrxaneyê li Ocayê di çarçoveya amadekarîyên bo vegera bêwaran de, serokê şaredarîyê Omer Cerad ji Diyaruna re ragihand.

Wî da zanîn ku şaredarîyê ramaliştina kolanan û rakirina molozan qedandîye, û birêveberîyên avê û paqijîyê dixebitin bo qedandina şîyandin û berdestkirina xizmetguzarîyên din.

"Herî zêde wê kar di nava çend rojan de biqede," wî got, "pişt re dê bajarok ji vegera xelkên aware re amade be."

Xebatkarên şaredarîyê rêçika di orta rêyekê de li devera Qiweynatê, ya ku ser bi Ocayê ve ye, paqij dikin. [Wêne ji Şaredarîya Ocayê hatiye wergirtin]

Xebatkarên şaredarîyê rêçika di orta rêyekê de li devera Qiweynatê, ya ku ser bi Ocayê ve ye, paqij dikin. [Wêne ji Şaredarîya Ocayê hatiye wergirtin]

Wî got ku zehmetîya herî mezin vegerandina damezraweyên kehrebeyê bo kar e ji ber ku ew bi hewcedarê çaksazîyên pir û danîna kablên nû yên kehrebeyê û transan in.

Amadekirina li ser qonaxan

Xebata nûkirinê û şiyandinê û amadekarîyên bo vegera bêwaran bo Ocayê tên meşandin li gorî planeke xizmetguzarîyê ya pêşwext dariştî ku ji sê xalan pêk tê, Qaimmeqamê Tikrîtê Omer Şindah ji Diyaruna re dîyar kir.

Wî dîyar kir ku qonaxa yekem giranîyê dide rewşa ewlehî. Hêzên ewlekarîyê dê derbasgehên bajarok biparêzin, ewlehîyê li seranserê bajarok misoger bikin û rê li ber vegera komên terorîst bigirin.

Di heman demê de, tîmên endazyarîyê dê li xanî û avahîyan bigerin û wan ji paşmahîyên şer û mînan paqij bikin.

Şindah got ku gava duyem ji berdestkirina xizmetguzarîyên serekî, di nav de xizmetguzarîyên şaredarî, ava vexwarinê û kehrebeyê, û herwiha dîsan damezrandina sektorê tendirustîyê û nûvekirina dibistanan pêk tê.

Gava sêyem ji pişkinînkirina navên bêwaran û nasnameyên wan û destnîşankirina heyamekê bo vegera wan li ser çend qonaxan pêk tê.

Girtina doseyaya bêwaran

Şênîyên Ocayê di sala 2014an de bêwar bûn piştî ku hêzên ewlekarîyê şer dest pê kirin bo derxistina DAIŞê ji deverê, û ji ber sedemên ewlehî heta aniha rê ji wan re nehatîye dayîn ku vegerin.

Şênîyan herwiha gelek zehmetî û êş jîyan kirin di salên borî de, ji ber ku Oca cihê jidayîkbûna serokê berê yê Îraqê Sedam Husên e û warên mamên bavê wî ye.

"Girtina dosyaya bêwaran li seranserê parêzgehê, ne tenê li Ocayê, bûye girîngîya herî lezgîn û divê ev bêyî derengxistin were pêkanîn," peyvdarê Encumena Êlên Selahedînê Merwan Cibara ragihand.

Vegera bêwaran bo Ocayê dê alîkarîyê bide geşbûna aştîya civakî li seranserê Selahedînê û dê bibe nîşaneke girîng a "lihevhatina niştîmanî, civakî û êldarî li parêzgehê", ya ku aniha bi ewlehî û aramîyê şad dibe, wî wiha ji Diyaruna re ragihand.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500