Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî veşartgehên DAIŞê yên li biyabana Enbarê wêran dikin

Xalid Taî

Şervanên êlan konên bermahîyên DAIŞê yên li biyabana li derdora Rawayê li rojavayê Enbarê roja 25ê Îlonê dişewitînin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Şervanên êlan konên bermahîyên DAIŞê yên li biyabana li derdora Rawayê li rojavayê Enbarê roja 25ê Îlonê dişewitînin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî vê dawîyê 20 tunêl û vehewangeh li biyabana Enbarê wêran kirin di çarçoveya xebên berdewam de bo nehiştina bermahîyên "Dewleta Îslamî" (IDAIŞ) li deverê û derkirina wan ji cihên ku ew wan ji xwe penageh dibînin.

Hêzên êlan û artêşê vê heftîyê bi bermahîyên DAIŞê yên li biyabana li nêzî sînorê bi Sûrîyayê pevçûn "ku ev yek ji gurzên herî mezin bû", fermandarê êlên Enbarê Şêx Qeterî Semermed Obêdî Sêşemê (26ê Mijdarê) ji Diyaruna re ragihand.

"Yekîneyên serbazî yên mezin yên ji hêzên Fermandarîya Operasyonên Cezîrayê, Firqeyên 7ê û 8ê yên Artêşê û şervanên êlan pêk tîn, Şemîyê operasyoneke ewlehî ya 72-demjimêr qedandin," wî got.

"Wan êrîşî hinek xalên dîyarkirî li biyabana Enbarê li nêzî sînorê bi Sûrîyayê re kirin, cihên ku çavkanîyên hewalgirî gotin ku veşartgehên dijmin li wan hebûn," Obêdî got.

Artêşa Îraqî û şervanên êlan li veşartgehên DAIŞê yên li biyabana rojavayî ya Enbarê digerin roja 28ê Tebaxê. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Artêşa Îraqî û şervanên êlan li veşartgehên DAIŞê yên li biyabana rojavayî ya Enbarê digerin roja 28ê Tebaxê. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Wî got ku êrîş bi piranî li deverên "Um Tebûk, Şaebanî û Cezîra bûn, yên ku heta bi bajarokê Rawayê ji alîyê bakur ve dirêj dibin".

Wî got ku di operasyonê de hêzên bejahî karîn, bi piştgirîya balefirên şer ên artêşê, "17 tunêlan têk bibin û sê malên bêhinvedanê wêran bikin".

Wî got ku hêzên ewlekarîyê gelek celeb ji çek û cebilxaneyan di van veşartgehan de dîtin, di nav de kemberên teqîner, ligel sê otombîl û motoran.

"Mêjereke mezin a belgehan di van veşartgehan de hatin dîtin, û ajansên hewalgirîyê agahîyên di wan de lêkolîn kirin," wî got.

Wî got ku dîyar bû ku ew "tomarên kevin ên navên çekdarên DAIŞê bûn".

Wî got ku gelek ji wan çekdarên ku navên wan hatiye nivîsîn di operasyonên ewlehî yê Îraqî yên berê de hatine kuştin, û yên din "li ba ajansên hewalgirîyê tomarkirî ne" û ew ji dadwerîyê re tên xwestin.

Nehiştina cihpêyê DAIŞê

Obêdî got ku êrîşên dawî "operasyoneke bi kuwalîte ya din bû ku ji hêla hêzên me ve tên pêkanîn bo ewlehkirina biyabanê ji bermahîyên terorîstan û bo wêrankirina asêgehên wan".

Wî teqez kir ku hewcedarî heye ku rojane operasyonên koleçanê werin kirin, û biyaban were ramaliştin bo lêgerîn li penagehên mayî yên ku dibe bermahîyên DAIŞê wan bi kar tînin.

Wî got ku merem ji van çalakîyên serbazî yên berdewam ew e ku rê nedin bermahîyên DAIŞê "ku li deverên biyabanî bi cih bibin û karînên xwe ava bikin".

Wî teqez kir ku hêzên êlan piştgirîya artêş û polîs di hemû erkên serbazî de dikin, û da zanîn ku "hemû hêzên ku li biyabanê bi cih bûne moralê wan bilind e û ew di amadebaşîyeke tam de ne bo êrîşkirina li ser her armanceke dijmin".

"Çavkanîyên me yên hewalgirî agahîyên bi dîqet ji me re dabîn dikin û faktorekî girîng in di serketinên me yên ewlehî de," Obêdî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500