Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Nakokî li dor lêkolînên derbarê êrîşên kîmawî li Sûrîyayê de serî hildidin

AFP

Zarok û ciwanên Sûrî ji ber êrîşên kîmawî tên dermankirin li gundê Şîfoniyayê yê li jêr kontrola opozîsyonê li Xûtaya Rojhilatî di 25ê Sibata 2018an de. [Hemza Ewceh/AFP]

Zarok û ciwanên Sûrî ji ber êrîşên kîmawî tên dermankirin li gundê Şîfoniyayê yê li jêr kontrola opozîsyonê li Xûtaya Rojhilatî di 25ê Sibata 2018an de. [Hemza Ewceh/AFP]

Rûsîya û Rojava derbasî qonaxeke nû ya rûbirûkirinê dibin di desteya çavdêrîkirina çekên kîmawî ya navdewletî de vê hefteyêku tîmeke nû dê navên berpirsên êrîşan li Sûrîyayê ragbihîne bo yekemîn car.

Tê payîn raporta lêkolîneran ya nû ya dê navên êrîşkeran destnîşan bike destpêka sala bê were derxistin, û ji aniha ve tengijînan di nava Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî (OPCW) de serî hildaye.

Moskow gefan dixwe ku ew dê budceya OPCW ya sala bê rawestîne di civîna salane ya Lahayî de eger ew piştgirîyeke darayî ji bo tîma nû bihundirîne, ev yek jî bi rastî dikare desteya çavdêrîyê rawestîne.

Lê Amêrîka, Brîtanya, Fransa û hevalbendên din dibînin ku ew xwedan piştgirîyeke baş in bo vê yekê bi piranîya dengan derbas bikin.

Tevî redkirinên ji Sûrîya û alîgirên wê, welatên endam ên OPCW di 2018an de li ser dayîna hinek desthilatên nû bo rêxistinê erê kirin, da ku berpirsên êrîşên kîmawî werin tawanbarkirin.

Berê desteyê -- ku xelata Nobelê di 2013an de wergirtibû û 97% ji çekên kîmawî ji cîhanê rakiribû -- tenê dikarîbû bigotaya ku êrîş pêk hatiye an pêk nehatiye.

Diplomatek payebilind ku nexwest navê xwe eşkere bike ji AFP re ragihand ku "herkes li benda encamên tîma lêpirsînê û navên êrîşkeran e."

Rûsîya, Îran û Çîn xebatên rawestandina budceya sala borî bi pêş ve birin lê budceyê bi piranîya 99 dengan li beramberî 27an xwe xelas kir.

Diplomatên Rojavayî hêvî dikin ku îsal vê hejmarê baş bikin da piştgirîyeke navdewletî nîşanî OPCW bidin. Tê payîn Çarşemê dest bi dengdayînê were kirin.

Raportên tîmê yên payînkirî

Moskow her tim guman derbarê êrîşên kîmawî yên li Sûrîyayê dikirin an jî teqez dikir ku ev yek plankirî ye, û vê dawîyê raportekê derxist ku tê de pirsin derbarê êrîşên klorê yên kujêner ên li ser bajarokê Dûmaya Sûrîyayê di Nîsana 2018an de pêk hatibûn dan der..

Lê belê diplomatên Rojavayî dibêjin ku Rûs û Sûrî hewl didin mijara êrîşên angaştkirî binuxumînin êrîşên ku hêzên Beşar Esed dikin.

Tengijîn bilind bû ji çaxê çar sîxûrên Rûs ji Holandayê hatin qewitandin di 2018an de bi angaşta ew hewl didin derbasî komputerên rêxistina OPCW bibin.

Raportên seretayî ji alîyê tîma lêpirsînan a nû tê payîn ku di çend mehên bên de derkevin, serokê OPCW Fernando Arias vê dawîyê ragihand. Diplomat dibêjin ku ew texmîn dikin ku di Sibat an Adarê de derkevin.

Sûrîya li ser radestkirina cebilxaneya xwe ya kîmawî di 2013an de erê kir, da xwe ji êrîşên asmanî yên Amêrîkî û Fransî xelas bike weke bersiv ji êrîşên sarîn ku di encama wan de 1400 kes li derdora Xûtayê hatin kuştin.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Xwedê mezintir e! Ez dê derkevim bo mafên xwe bi dest bixim!

BERSIV BIDE