Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

QSD bermahîyên DAIŞê li Dêra Zorê digire

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Hêzên Sûrîyaya Demokratîk hejmareke endamên DAIŞê li gundewarê rojhilatî yê Dêra Zorê girtin û dest danîne ser çekên bi wan re. [Wêne ji RonahîTV hatiye wergirtin]

Hêzên Sûrîyaya Demokratîk hejmareke endamên DAIŞê li gundewarê rojhilatî yê Dêra Zorê girtin û dest danîne ser çekên bi wan re. [Wêne ji RonahîTV hatiye wergirtin]

Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD), bi piştevanîya hêzên Hevpeymanîya Navdewletî, operasyoneke ewlehî ya berfireh li gundewarê rojhilatî yê Dêra Zorê pêk tînin bo girtina paşmahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ), li gorî efserekî QSD.

Bi sedan şervanên QSD didin ser paşmahîyên DAIŞê yên ku xwe li deverê vedişêrin, bi hevkarîya ligel Hevpeymanîya Navdewletî, efserê QSD Ferhad Xoca ji Diyaruna re ragihand.

Wî ragihand ku heta aniha QSD bêhtirî 20 endamên DAIŞê girtine, di nav de fermander, û giranîya êrîşên QSD li devera Letwayê li bajarokê Zîbyan e.

Wî got ku li pêş operasyonê karekî hewalgirî hat meşandin bo piştrastkirina hebûna endamên DAIŞê, di nav de berhevkirina agahîyên ku bi awayên klasîk hatine bidestxistin ligel agahîyên ku bi rêya alavên teknolojî hatine bidestxistin.

Encumena Serbazî ya Minbicê şaneke ku endamên DAIŞê bi qaçaxî ji Sûrîyayê der dixistin girtiye. [Wêne ji Ronahî TV hatiye wergirtin]

Encumena Serbazî ya Minbicê şaneke ku endamên DAIŞê bi qaçaxî ji Sûrîyayê der dixistin girtiye. [Wêne ji Ronahî TV hatiye wergirtin]

Sivîl malekê pişkinîn dikin ku endamên DAIŞê ew weke veşartgehekê li rojhilatê Dêra Zorê bi kar tanîn. [Wêne ji DeirEzzor24 hatiye wergirtin]

Sivîl malekê pişkinîn dikin ku endamên DAIŞê ew weke veşartgehekê li rojhilatê Dêra Zorê bi kar tanîn. [Wêne ji DeirEzzor24 hatiye wergirtin]

Xoca got ku armanc ji vê operasyona li dar ew e nehiştina gefa ku paşmahîyên DAIŞê dirust dikin, yên ku ji deverekê diçin devereke din li dûrî çavên QSD û xwe di nav sivîlan de vedişêrin.

Wî teqez kir ku mezintirîn veşartgeha DAIŞê ya di êrîşê de hatiye dîtin mala sivîlekî bû, ku berî demekê ji mala xwe bar kiribû û nema vegerayê.

Xoca teqez kir ku xelkê deverê hebûna DAIŞê red dikin û roleke serekî digerînin di vê operasyonê de, û agahîyan derbarî her tiştî dabîn dikin, bigire ji tevgerên endamên DAIŞê heta bi nasnameyên kesên bi wan re alîkar.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500