Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Brîtanya dest bi vegerandina zarokên sêwîyên Brîtanî dike

AFP

Endamên Birêveberîya Kurdî li bakurê rojhilatê Sûrîyayê tev sê zarokên sêwî yên Rûsî ne, yên ku dêûbavên wan endamên DAIŞê ne, dema ku ew radestî şandeke Rûsî hatin kirin di 25ê Adarê de, li bajarê Qamişlo. [Giuseppe Cacace/AFP]

Endamên Birêveberîya Kurdî li bakurê rojhilatê Sûrîyayê tev sê zarokên sêwî yên Rûsî ne, yên ku dêûbavên wan endamên DAIŞê ne, dema ku ew radestî şandeke Rûsî hatin kirin di 25ê Adarê de, li bajarê Qamişlo. [Giuseppe Cacace/AFP]

Wezîrê Derve yê Brîtanyayê Dominic Raab Pêncşemê (21ê Mijdarê) ragihand ku welatê wî vegera zarokên sêwî yên Brîtanî yên ku dêûbavên wan li Sûrîyayê mirine "hêsan kir", û li gorî gotina wî "ev yek hat pêkanîn ji ber ku ev e biryara rast e".

"Divê ev zarokên sêwî yên bêrî tu carî felaketên şer nedîtibane," Raab di daxuyanîyekê de got û got ku nofê pêşîn ê zarokan gihiştiye Brîtanyayê.

"Me vegera wan hêsan kir, ji ber ku ev e biryara rast," wî got. "Divê taybetîya wan were parastin û piştgirîya wan were kirin bo ew vegerin jîyana asayî."

Ofîsa Derve ya Brîtanyayê tu agahîyên din eşkere nekirine.

Di nameyekê de ku di medyaya civakî de hat belavkirin, Wezîrê Derve yê Birêveberîya Kurdî li bakurê Sûrîyayê ragihand ku sê zarok Pêncşemê radestî desthilatdarên Brîtanî hatin kirin.

"Sê zarokên sêwî yên birîtanî yên ku dêûbavên wan endamên 'Dewleta Îslamî' (DAIŞ) in radestî şandeke ku nûnertîya Wezareta Derve ya Brîtanî dike hatin kirin," Ebdulkerîm Omer got.

Di raportekê de meha borî, Save The Children got ku herî kêm 60 zarokên Brîtanî li bakurê rojhilatê Sûrîyayê ne.

Rêxistinê got ku dutaqên hejmara borî li jêr temenê pênc salî ne û ji dêûbavên Brîtanî re ji dayîk bûne, dêbavên ku tevlî DAIŞê bûbûn û pişt re mirin an bêyî zarokên xwe ji ber şer û pevçûnan revîyan.

Di rûniştineke parleman de ku meha Cotmehê hat lidarxistin, parlemantaran haydarî dabû ku ew zarokên ku xeterî heye ku "ew zarok bibin terorîst" eger ew ji Sûrîyayê neyên vegerandin.

Alison Griffin, ji rêxistina Save The Children, got ku biryara Brîtanyayê dê "jîyana wan zarokên bêsûc ên ku tiştên pir nexweş dîtine bi yekcarî biguhere".

"Aniha derfeteke baş li pêş wan e ku rehet bibin, zaroktîyeke bextewer jîyan bikin û jîyaneke rasteqîn bijîn," wê got. "Divê em bi herkesê ku hewl da ku ev yek gengaz be serfiraz bin."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500