Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Awareyên Sûrî li kampa ku hatiye bombebarankirin dibêjin ku êdî tu cih ji wan re ne ewleh e

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê û AFP

Zilamek destkarîya mûşekekê dike ku hêzên rejîma Sûrîyayê li kampekê li nêzî gundê Qahê dane, li parêzgeha Idlibê li nêzî sînorê bi Turkîyayê, roja 21ê Mijdarê. [Omer Hac Qedûr/AFP]

Zilamek destkarîya mûşekekê dike ku hêzên rejîma Sûrîyayê li kampekê li nêzî gundê Qahê dane, li parêzgeha Idlibê li nêzî sînorê bi Turkîyayê, roja 21ê Mijdarê. [Omer Hac Qedûr/AFP]

Ebû Mehmûd texmîn dikir ku wî û malbata wî cihekî ewleh ji xwe re dîtibûn, lê rokêtek li kampa ku ew lê dimînin ket bi şevê, û 16 kes kuştin.

Sibeha Pêncşemê (21ê Mijdarê), konê birayê wî dibin qenînekê de mabû di nava rêzên rast ên konan li kampa Qahê li nêzî sînorê Turkîyayê.

Bi tenê heykelê wî yê hesinî maye piştî lêdana asmanî ya ku şeva Çarşemê qewimî.

"Me dengê teqîneke pir mezin piştî nimêja êvarê bihîst," Ebû Mehmûd got, yên ku çakêtekî pir kevin û kumek li xwe dikir.

Zilamek li nava konekî ziyanmend rûniştîye piştî êrîşên rejîma Sûrîyayê yên şeva 21ê Mijdarê li ser kampeke li nêzî gundê Qahê li nêzî sînorê bi Turkîyayê re, ku bûn sedema kuştina 15 kesan, di nav de şeş zarok, û birîndarbûna dora 40 kesên din. [Omer Hac Qedûr/AFP]

Zilamek li nava konekî ziyanmend rûniştîye piştî êrîşên rejîma Sûrîyayê yên şeva 21ê Mijdarê li ser kampeke li nêzî gundê Qahê li nêzî sînorê bi Turkîyayê re, ku bûn sedema kuştina 15 kesan, di nav de şeş zarok, û birîndarbûna dora 40 kesên din. [Omer Hac Qedûr/AFP]

"Min lezand da li konê birayê xwe meyze bikin û min dît agir tê de dilîze."

Wî got ku xuşka jina wî û keça wê di agir de mirin, lê birayê wî sax ma û ew şewitîye û bi parçeyên rokêtê birîndar bûye.

Heşt zarok û şeş jin mirin di êrîşa bi rokêtê ya rejîmê pêk anî, li gorî Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov.

NY got ku bordumanê ziyan gihand nexweşxaneyke jidayîkbûnê ya li nêzî kampê.

Çalakgerê ji Idlibê Heysem Idlibî ji Diyaruna re ragihand ku hêzên Îran piştevanîya wan dike, yên li Cebel Ezan li gundewarê Helebê bi cih dibin, kamp bi rokêtan armanc kirin.

"Bombe bûne sedema agirekê mezin ku hişt gelek bêwar bişewitin û beşek mezin ji konan sûtandin," wî got.

Wî daxuyand ku êrîşê hişt ku kamp "êdî ji jîyanê re nekêrhatî be" tevî hewlên karmendên Xûzeyên Sipî ku agir vemirînin berî ew tevahîya kampê bide ber xwe.

Êdî ne ewleh e

Li cihê bordumanê li kampê, qenîna xazê li ser komek cilên tozgirtî bû. Darekî text jî nîv vekirî bû.

Li derve, dayîka Ebû Mehmûd a kal bi destê xuşka wî ya 18-salî girtbû, û hinek peşikên xwînê li ser rûyê wê yê nazik bûn.

Ebû Mehmûd ku salên borî tiştekî mîna vê neqewîye.

"Me hest bi hinek ewlehîyê li vir dikir, lê aniha ev dever êdî jî xeter e," wî got, wî qala devera li nêzî sînorê Turkîyayê, ya ku dihat texmînkirin ku ewleh e ji bordumanan, dikir.

Herêma Idlibê ya ku ji destpêka salê ve li jêr kontrola Tehrîr el-Şam e, yek ji navçeyên herî mezin e ku xelk berê xwe dide wê dema ku ji ber hikûmeta Şamê direve.

Herêma ku li nêzî sînorê Turkîyayê warê dora sê milyon kes e, û nîvê wan ji deverên din ên Sûrîyayê berê xwe dane wir ji ber şerê ku ev heşt salan dirêj dike.

Ew hertim armanca bordumanên rejîmê û hevalbenda wê Rûsya ye, û pêla herî dawî ya tundûtûjîyê ji Gulanê heta bi Tebaxê bû sedema kuştina 1,000 sivîlan û bêwarbûna 400,000 kesan.

Gelek kesên ku neçar bûn ji malên xwe der kevin ber bi sînorê Turkîyayê ve revîyabûn.

Li gundê Qahê, li nêzî kampê, Ebû Muhemed qalikê kesik ê mûşekekê nîşan da, ku li traktorekê ketibû li nêzî mala wî.

"Em li mal bûn dema ji nişkayê ve tiştek li asmanan teqîya" zilamekî birih ji AFP re ragihand, wî qapêtekî dirêj li xwe dikir û lefahîyek li dora serê xwe digerand.

"Dema ku ez derketim, bi tenê min ev mûşek li nêzî dîwar dît."

"Zarok in, ne terorîst in"

Peyvdarekî NY Pêncşemê bang bo vekirina lêpirsînekê di bûyerê de kir.

"Divê lêpirsîn derbarê vê bûyera felaketî were vekirin," Mark Cutts teqez kir.

"Ev kamp war in bo kesên ku berî aniha ji ber tunûtûjîyê revîyane û li ewlehîyê û penagehekê digerin," wî got.

Amerîka Pêncşemê bi awayekî tund êrîşa li ser kampê şermezar kir.

"Ev bûyera felaketî dirêjahîya şêwazeke belgehkirî ya êrîşên tund li ser sivîlan û jêrxaneyê ye ji hêla rejîma Esed ve, bi piştgirîyeke Rûsî û Îranî," peyvdara Wezareta Derve Morgan Ortagus ragihand.

Piştî çend salan ji danûstandinên aştîyên yên bi piştevanîya NY bo bidawîkirina cenga li Sûrîyayê, Rûsya hevalbenda rejîmê û Turkîya piştevana opozîsyonê serpereştîya pêvajoyeke din a paralîl a gotûbêjan kirin.

Gelek rêkeftinên li dor herêma Idlibê, yên bi nehiştina xwînrijandinê, bi bin ketin.

Lê ew agirbesta ku Rûsyayê ji dawîya Tebaxê ve ragihandibû bi awayekî giştî tê bicihanîn, tevî derketina hinek pevçûnan û hebûna bordumanan -- li deverên li başûrê Qahê.

Rûniştîyekî din ê kampê, bi navê bavê Muhemed, go ku bordumanê ew têgihiştina xelkê ku deverên li nêzî sînorê Tûrkîyayê ewleh in ji nav bir.

"gelo ev dever ewleh e? Kanî devera ewleh a ku ew qalê dikin?" wî pirsyar kir.

"Bela xwe ji me vekin. Ev zarok in, ne terorîst in."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500