Nûçeyên Iraqê
Penaber

Îraq alîkarîyê bi bêwarên berê re dike bo li malên xwe li Kermayê bi cih bibin

Hesen Obêdî li Bexadayê

Kampa Ced'ayê li Geyarayê li başûrê Mûsilê yek ji çend kampên bêwarîyê yên mane, li parêzgeha Nînewayê li Îraqê. [Hesen Obêdî/Diyaruna]

Kampa Ced'ayê li Geyarayê li başûrê Mûsilê yek ji çend kampên bêwarîyê yên mane, li parêzgeha Nînewayê li Îraqê. [Hesen Obêdî/Diyaruna]

Xalîda Husên a 47 salî nû mala xwe li bajarê Kermayê yê Enbarê raxistîye û ew hazirîya zivistanê dike.

"Ev zivistana pêşîn e di van pênc salên dawî de ku em dê di xanîyekî de bin ku banek li ser serê me heye û ne hewce ye ku em bi rêz rawestin û bendewarîya xwarinê bikin," wê bi kêfxweşî got.

Husên vê dawîyê vegerîya mala xwe li Kermayê, 15 kîlometran li bakur û rojhilatê Felûcayê, ligel bi sedan malbatên din, ji kampeke bêwarîyê li başûrê Bexdayê.

Wê û malbatên din karîbûn vegerin malên xwe piştî hêzên ewlekarîyê yên Îraqî ew dever û gundên li rojavayê bajarok ji bermayîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) paqij kirin.

Malbatên navçeya Nezalê li Felûcayê vedigerin malên xwe piştî çend salên bêwarîyê ji ber DAIŞê. [Hesen Obêdî/Diyaruna]

Malbatên navçeya Nezalê li Felûcayê vedigerin malên xwe piştî çend salên bêwarîyê ji ber DAIŞê. [Hesen Obêdî/Diyaruna]

Ev saleke baş bû, Husên got, "ji ber ew e sala ku ez vegeriyame mala xwe û ew kesên ku em bêwar kirin hatin tinekirin", di nav wan de serkirdeyê DAIŞê Ebû Bekir Bexdadî.

Amade ne ji nû ve avakirinê re

Tevî ku gelek astengî li deverên rizgarkirî mane di warê xizmetguzarîyên giştî de, niştecî dibêjin ew nê dikin ku di operesyonên nûavakirin û şiyankirinê de beşdar bibin.

Ji nîvê sala 2019an ve, bi hezaran malbatên Îraqî vegeriyane malên xwe piştî rakirina bermayîyên şer ên ku DAIŞê li şûn xwe hiştibûn, şiyankirina deverên wan û peydakirina xizmetguzarîyên av û kehrebeyê, Talib Esxer Dosa, birêveberê giştî yê karûbarên penaberan li Wezareta Koçberîyê û Koçberan, got.

"Wezaret hewl dide ku pêngava vegera bêwaran bo malên wan bi lez bike di rêya karê bi wezaretên berevanî û karê hundir re ên berpirs in di warê ewlekarîyê de," wî got.

Karê wan rakirina bermayîyên teqemenîyên şer û sehkirina navên kesên vedigerin da misoger bikin ku destê wan di çalakîyên terorîst an tawanan de nine, wî ji Diyaruna re ragihand.

"Çi malbata ku bi ser ket di vegera bo mala xwe wê karîbû wê yekê bike bi saya xebatên hêzên ewlakarîyê yên Îraqî yên deverên wan ji DAIŞê rizgar kirin," wî got.

Wî got ku aniha, karmendên koçberî, tendirustî, kehrebe û şaredarîyê kar dikin da ku rewşê li deverên rizgarkirî vegerîni weke berê, û ajansên NY projeyên pêşxistinê di sektorên jîngehî, perwerde û tendirustîyê de bi cih tînin.

Alîkarî bo kesên vedigerin

Wezareta Koçberîyê û Koçberan di 5ê Mijdarê de nifşê sêyem ê alîkarîyên darayî bi bihayê 1.5 milyon dînarên Îraqî (1,260$) bo her malbateke Îraqî ku ve dawîyê vegeriya mala xwe li bajarên li bakur, orta û rojavayê Îraqê.

Dan armanc dikin ku alîkarîyê bi kesên vegeriyayî re bikin ku kar û barên xwe bi rêk bikin, herwekî ku piranîya wan hewcedarîya wan heye ku malên xwe şiyan bikin û raxin an malan kirê bikin.

Alîkarîyên ku têra 9,733 malbatan li parêzgehên Enabr, Nînewa, Diyala, Selahedîn, Bexda û Kerkûkê dike û ew dirêjahîya du alîkarîyên din in ku gihane 5,000 û 10,000 malbatan, wezaretê di daxuyanîyekê de got.

"Malbatên bêwar ku sûd ji alîkarîyan wergirtin dikarin alîkarîyan bi rêya kartên zîrek wergirin, ên ku li seranserê welat hene," Wezîr Newfel Beha Mûsa di daxuyanîyê de got.

Hêzên Îraqî alîkarîyê di veguhestina bêwaran bo malên wan dikin, Alîkarê Serokê Polîsê Kermayê muqedem Ebdul Setar Ehmed got.

Wî got ku polîs û artêşê navgînên xwe bi kar anîn da ku bêwaran ligel kinc û samanên wan biguhêzin ji ber basên Wezareta Guhestinê têra hemû bêwarên vedigerin nekirin.

"Ev erke e û rûmet ku em tê de beşdar bibin," wi ji Diyaruna re got. "Dawî, em hemû kar dikin da ku em xizmeta wan bikin."

Razana bê tirs

Ebulselam Cumeylî, bêwarek ji taxa Qenatirê li Kermayê, henek kir ku tevî berî çend rojan ew vegeriya mala xwe, çi qas ew dixwaze ji derîyê malê derkeve, ew destê xwe divêje jor li şûn ku bi pêş ve bibe ji ber ew fêr bûye ku perda fotikî ya bi ser derêyê konê malbata xwe de veke.

Wî got ew gelekî kêfxweş e ku di malekê de bijî ku derîyê wê heye û dikare wî berbest bike.

"Ez îro mirovê herî bextewer im li Îraqê," wî ji Diyaruna re eşkere kir. "Ez dibînim ku her çar zarokên min bi aramî di odeya xwe radizin bê ku bitirsin ku kêzikek were konê wan an baran bide bin konê wan."

Cumeylî got ku her pênc salên bêwarîyê yên di ser wî re derbas bûn gelekî êşdar bûn.

Wî got nema pêkan e ku îroj xelk li çi cureyê gotara tundrew guhdarî bikin.

"Berê, em derbarê vê yekê bêdeng man, me dubare digot 'ev yek ji me nayê xwestin' -- heta ku em bêwar bûn, û hin din xirabtir hate serê wan, mirin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500