Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî şeş çekdarên DAIŞê li girên Badûşê li Nînewayê dikujin

Xalid Taî

Leşkerên Îraqî veşartgeheke DAIŞê li girên Badûşê pişkinîn dikin di 12ê Tîrmeha 2018an de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Leşkerên Îraqî veşartgeheke DAIŞê li girên Badûşê pişkinîn dikin di 12ê Tîrmeha 2018an de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Şeş endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hatin kuştin di ramaliştineke ewlehî de li seranserê zincîra girên Badûşê li bakurê-rojavayê Mûsilê, berpirsekî xwecihî Pêncşemê (21ê Mijdarê) ragihand.

Ajansa Hewalgirî ya Îraqî li parêzgeha Nînewayê agahî li dor paşmahîyên DAIŞê yên ku xwe li girên Badûşê vedişartin bi dest xistin, endamê encumena parêzgeha Nînewayê Xelef Hedîdî ji Diyaruna re teqez kir.

"Li gorî wan agahîyan, operasyoneke ramaliştinê ya berfireh bi dirêjahîya sê rojan ji hêla Fermandarîya Operasyonên Nînewayê û ajansên Hewalgirîyê ve, bi piştgirîya asmanî ya Hevpeymanîya Navdewletî, hat pêkanîn," wî got.

Wî ragihand ku şeş endamên DAIŞê di êrîşên asmanî de li ser veşartgehên wan li wan deveran hatin kuştin.

Têkilîya baş û erênî ya di navbera hêzên Îraqî û xelkê Badûşê de xebatên nehiştina bermahîyên DAIŞê li devera mişt gir bi hêz dike. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Têkilîya baş û erênî ya di navbera hêzên Îraqî û xelkê Badûşê de xebatên nehiştina bermahîyên DAIŞê li devera mişt gir bi hêz dike. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Wî got ku hêzên ewlehî dest danîn ser çekên sivik, bombeyên bidestçêkirî û teqemenîyan di operasyonê de û pişt re ew têk birin, û da zanîn ku wan herwiha dest danî ser telîfonan û materyalên lojistî.

Wî daxuyand ku dibe "milîtan vê dawîyê bi dizî di sînorê Sûrîyayê re derbasî Îraqê bûbin û xwe li girên Badûşê veşartin bo hazirîya êrîşên terorî bikin".

Tedbîrên ewlehî yên sînor yên bêhtir tên xwestin

Hedîdî got ku operasyona serketî "nîşana haydarî û kêrdarîya hêzên me ye bo têkbirina plan û çalakîyên terorîstan di dema pêwîst de".

Wî got ku polîsê sînor û artêşê xebatên "qehremanî" dibin serî bo ewlekirina sînorê bi Sûrîyayê re, û bang bo zêdekirina hejmara endamên zêrevanîya sînor kir bo asêkirina tevahîya sînorê ku dirêjahîya wî 600-kîlometr e.

Wî got ku ewlekirina devera sînorî ya ku ji başûrê Çiyayê Şengalê heta bi parêzgeha Enbarê berfireh dibe herwiha bi hewcedarî kamîrayên germahîyê û amûrên koleçanê û çavdêrîyê yên bêhtir e.

Wî got ku êdî rewşa ewlehî li Mûsil û bajarên din ên Nînewayê seqamgîr e, di nav de deverên biyabanî ya parêzgehê, mîna Beac û Hetrayê.

Hedîdî ev yek jî vegerand bo pîşedarîya hêzên hewalgirî û pêwendîya baş a di navbera wan û xelkê de, ku bûn encama kifşkirina gelek şanên razayî û şanên jêrerd ên terorîstan.

Wî daxuyand ku gefa paşmahîyên DAIŞê bi awayekî berbiçav kûm bûye li parêzgehê, û bang bo "operasyonên ewlehî û koleçanê yên berdewam kir bo nehiştina hemû paşmahîyên dijmin".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500