Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Rejîma Sûrî û Tehrîr el-Şam li gundewarê Idlibê şer dikin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê û AFP

Çekdarên Enîya Niştimanî ya Rizgarkirinê rêya xwe di gundewarê Idlibê re çêdikin, li cihê ku şerekî dijwar rû da piştî hêzên rejîmê hewl dan ku li deverê bi pêş ve biçin. [Wêne ji Nidaa Sûrîya hatiye wergirtin]

Çekdarên Enîya Niştimanî ya Rizgarkirinê rêya xwe di gundewarê Idlibê re çêdikin, li cihê ku şerekî dijwar rû da piştî hêzên rejîmê hewl dan ku li deverê bi pêş ve biçin. [Wêne ji Nidaa Sûrîya hatiye wergirtin]

Hêzên rejîma Sûrî şerên dijwar bi Tehrîr el-Şam û hevalbendên wê re dikin li gundewarê rojhilatê Idlibê, ligel bordumankirina dijwar ji alîyê balefirên şer ên Rûsî ve, çalakgerekî xwecihî ji Diyaruna re ragihand.

Bi vî awayî hat dîtin ku hêzên rejîmê û milîsên bi ser ve li deverê bi pêş ve çûn, û wan gundê Mişêrfayê kir jêr kontrola xwe, çalakgerekî ji Idlibêbi navê Museb Esaf ji Diyaruna re ragihand.

Tehrîr el-Şam û hevalbendên wê êrîşên dijber kirin, gund û zevîyên li derdorê vegerandin piştî şerekî dijwar ku gelek kes ji herdu alîyan tê de mirin, wî ji Diyaruna re ragihand.

Raportan dîyar kir ku ew gund careke din kete li jêr kontrola rejîmê de, ligel berdewambûna şerekî dijwar.

Endamekî Xûzeyên Sipî li sivîlên birîndar digere piştî êrîşên asmanî yên Rûsî li ser gundewarê Idlibê. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Endamekî Xûzeyên Sipî li sivîlên birîndar digere piştî êrîşên asmanî yên Rûsî li ser gundewarê Idlibê. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Çekdarên Enîya Niştimanî ya Rizgarkirinê mûşekekê derbasî avêjerekê dikin daku xalên rejîma Sûrî armanc bikin. Hevalbenda opozîsyonê li tenîşt Tehrîr el-Şam şer dike. [Wêne ji Enîya Niştimanî ya Rizgarkirinê hatiye wergirtin]

Çekdarên Enîya Niştimanî ya Rizgarkirinê mûşekekê derbasî avêjerekê dikin daku xalên rejîma Sûrî armanc bikin. Hevalbenda opozîsyonê li tenîşt Tehrîr el-Şam şer dike. [Wêne ji Enîya Niştimanî ya Rizgarkirinê hatiye wergirtin]

Li gorî Esaf, çalakan li deverê gotin ku hejmarek ij leşkerên rejîmê, di nav wan de efserên pile bilind, xwe radestî Tehrîr el-Şam kirin û hejmareke mezin ji siware û navgînên serbazî hatin wêrankirin.

Wî got ku hêzên ku êrîş bi cih anîn ji Firqeya 25mîn ya Hêzên Mîsyonên Taybet ya girêdayî artêşa Sûrî (Hêzên Piling) û Feyleqê 5mîn ê ku Rûsya piştgirîya wê dike pêk tê.

Wî daxuyand ku herwiha şerekî dijwar li Tel Misêtîfê rû da û di encamê de xaleke rejîmê bi temamî hat wêranikirin.

Esaf got ku Tehrîr el-Şam û hevalbendên xwe, yên soz dane serkirdeyê xwe Ebû Muhemed Colanî, şer li deverê li jêr ala hevalbenda opozisyonê yabi navê Enîya Niştimanî ya Rizgarkirinê dikin.

Wî got ku daxuyanîyên fermî yên serbazî derabrê şerê berdewam li jêr navê Enîya Niştimanî ya Rizgarkirinê tên weşandin, û not kir ku Tehrîr el-Şam ev stratejî bi kar anî da ku bimîne balê bikişîne û çekdarên xwe biparêze.

Wî got ku ev têkildarîya bi hevalbendeke hedartir re hewldaneke ji alîyê Tehrîr el-Şam ve da nehêle ku çekdarên wê weke "terorîstan" werin armanckirin.

Sivîl di êrîşan de tên kuştin

Êrîşên rejîma Sûrî û yên Rûsî roja Çarşemê (20ê Mijdarê) herî kêm 21 sivîl kuştin, di nav wan de 10 zarok, li parêzgeha Idlibê, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got.

Li gorî amara herî nû, Rewangehê got ku mûşekeke zemînî ku ji alîyê hêzên rejîmê ve hat avêtin li kampeke demkî ya bêwaran ket li nêzî gundê Qahê û 15 sivîl kuştin, di nav wan de şeş zarok ,û dora 40 jî birîndar kirin.

Rewangehê got ku mûşek li nêzî sazîyeke tendirustî ya jidayîkbûnê teqîyaye.

Esaf teqez kir ku balefirên şer ên Sûrî û Rûsî êrîşên asmanî li ser derdora Maeret Numanê ji alîyê rojhilat ve zêde kirin, ku gundê Sarcê rastî bêhtir ji 20 êrîşên asmanî hat.

"Balefirên serbazî yên Rûsî" Maeret Numan armanc kirin ku "şeş sivîl hatin kuştin, çar ji wan zarok bûn", Rewangehê got.

Hinek birîndar "di rewşeke hestyar de ne", serokê Rewangehê Ramî Ebdul Rehman got û anî ziman ku dibe ku hejmara kuştîyan bilind bibe.

Esaf da zanîn ku avêjerên mûşekan ên rejîmê bi sedan mûşek avêtine gundewarê li rojava û rojhilatê Idlibê, û bajarokên Kefer Nibul û Maeret Hurma rastî êrîşên asmanî û topbaraneke dijwar hatin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500