Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Pîverê Terorîzma Cîhanî: Gelek welat ji terorîzmê ziyanmend in tevî ku qurbanî kêm bûne

AFP

Ev wêneya ku di 15ê Mijdara 2015an de hatiye kişandin gîtarekê di nava gul û mûman de li monumenteke demikî li pêş Şanogeha Batalkan nîşan dide, ku ev yek ji cihên ku êrîşên terorî li parîsê li wan qewimîne li ser destê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ). Li gorî Pîverê Terorîzma Cîhanî bo sala 2019an, tu êrîşên terorî yên mezin li Ewropayê di sala 2018an de nehatine tomarkirin. [Franck Fife/AFP]

Ev wêneya ku di 15ê Mijdara 2015an de hatiye kişandin gîtarekê di nava gul û mûman de li monumenteke demikî li pêş Şanogeha Batalkan nîşan dide, ku ev yek ji cihên ku êrîşên terorî li parîsê li wan qewimîne li ser destê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ). Li gorî Pîverê Terorîzma Cîhanî bo sala 2019an, tu êrîşên terorî yên mezin li Ewropayê di sala 2018an de nehatine tomarkirin. [Franck Fife/AFP]

Hejmara qurbanîyên terorîzmê li seranserê cîhanê bi rêjeya 15.2% di sala 2018an de kêm bûye, tevî ku hejmara welatên ku ji tendûtûjîya tendrewan ziyanmend in zêde bûye, Pîverê Terorîzma Cîhanî bo sala 2019an wiha nîşan dide.

Ji radeya herî bilind ku bêhtir ji 33,555 miîryan bû di sala 2014an de, dema ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) bi dehên hezaran tundrew vekişandin Rojhilata Navîn, hejmara qurbanîyên terorîzmê bû kêmtir ji nîvî, wate 15,952 di sala 2018an de, pîver ji hêla Peymangeha Aborî û Aştîyê ku navenda wê li Sîdnî ye hatiye derxistin.

Kêmbûnên mezin di sala 2018an de li Îraqê hatine tomarkirin, kuserketineke serbazî li ser DAIŞê sala par hatiye ragihandin, û Somalya, ku hêzên Amerîkayê êrîşên asmanî li dijî tundrewên Şebab ji 2017an ve pêk tînin.

Ev cara pêşîn e ji sala 2003an de ku Îraq ne welatê herî ziyanmend e ji terorîzmê li ser asta cîhanê, li gorî pîverekî ku terorîzmê wiha danasîn dike "Gefxwarin yan bikaranîna hêzê û tundîyê bi awayekî neyasayî ji hêla aktorekî ne dewletî ve o pêkanîna armancên siyasî, aborî, olî û civakî bi rêya tirsandinê û darêzorê".

Afxanistan ku Talîban zorîya DAIŞê bir weke koma terorî ya herî xwînrêj di cîhanê de, di serê lîstê de hat bi 1,443 êrîşan, ku 7,379 kes kuştine, û Îraq di pileya duyem de bi 1,131 êrîşan, ku 1,054 kes kuştine, û Nîcêrîya di pileya sêyem de bi 562 êrîşan ku 2,040 kes kuştine.

Sûrîya, ya ku 131 bûyer lê qewimîn û canê 663 kesan çinîn, di pileya çarem de hatiye.

Li Ewropayê, ku tu êrîşên mezin di sala 2018an de neqewimîne, hejmara mirîyan ji 200 di sala 2017an de bo 62 kêm bûye.

Hîn terorîzm ''berbelav''

"Rûxana DAIŞê li Sûrîyayê û Îraqê yek ji wan faktoran bû ku hişt ku bûyerên terorî kêmtir li Rojavayê Ewropayê werin tomarkirin ji sala 2012an ve," serokê Peymangeha Aborî û Aştîyê Steve Killelea di daxuyanîyekê de eşkere kir.

"Lê belê, rewş hîn şepirze ye, û rûberên berfireh li Sûrîyayê şer li wan li dar e ûdilsozên bi felsefeya DAIŞê re çalak in, û eger heye ku Îslamist êrîşan li Ewropayê pêk bînin," wî got.

Raportê dîyar jî kir ku hevdem ligel "ku şideta terorîzmê kêm bûye... terorîzm hîn berbelav e û di zêdebûnê de ye".

Di sala 2018an de, 71 welat herî kêm carekê rastî bûyerên mirinê yên ji ber terorîzmê hatin, ku ev yek jî amara herî bilind e ji destpêka sedsalê ve.

Pîverê Terorîzmê dîyar kir ku bilindbûneke yekcar gelek di mirinên ji ber terorîzma rastgiran li welatên Rojavayê Ewropayê, Bakurê Amerîka û Oqyanosya heye, û hejmara mirinan bi rêjeya 320% di her pênc salên borî de zêde bûye.

Raportê got ku piranîya herî gelek a êrîşên terorî li welatên ku şer û qeyran li wan hene diqewimin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500