Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Amerîka li tora temwîlkirina DAIŞê li Sûrîyayê û herêmê teng dike

Xalid Taî

Bazirganek lîreyên Sûrî li bazarekê li bajarê Qamişlo li bakurê rojhilatê Sûrîyayê kom dike roja 10ê Îlonê. Xezîneya Amerîkayê roja 18ê Mijdarê kesayet û kompanîne ku li Sûrîya, Turkîya, û seranserê Kendavê û Ewropayê dixebitin bo peydakirina alîkarîya darayî ji DAIŞê re siza kirin. [Delîl Sulêman/AFP]

Bazirganek lîreyên Sûrî li bazarekê li bajarê Qamişlo li bakurê rojhilatê Sûrîyayê kom dike roja 10ê Îlonê. Xezîneya Amerîkayê roja 18ê Mijdarê kesayet û kompanîne ku li Sûrîya, Turkîya, û seranserê Kendavê û Ewropayê dixebitin bo peydakirina alîkarîya darayî ji DAIŞê re siza kirin. [Delîl Sulêman/AFP]

Xezîneya Amerîkayê roja 18ê Mijdarê gelek kompanî û kesayetên ku li Sûrîya, Turkîya û li seranserê Kendavê û Ewropayê danîn li ser lîsta reş ji ber dabînkirina piştgirîya darayî û lojistî ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) re.

"Piştî operasyonapir serketî li dijî [Ebû Bekir] Bexdadî, birêveberîya Trump rijd e ku tora mayî ya şanên DAIŞê bi temamî wêran bike," Wezîrê Xezîneyê Steven Mnuchin ragihand.

"Wezareta Xezîneyê bi gelek awayan tevlî vê xebatê dibe, di nav de nehiştina karîna DAIŞê ya tecnîdkirin û biçekkirina çekdaran li ser asta cîhanî ew jî bi rêya jinavbirina bingehên wê yên darayî," wî got.

Terorîzm bi rêya fişara serbazî û rawestandina herikîna pereyan ji tundrewan re êdî destgirêdayî ye, mamosteyê zanista siyasî li Zanîngeha Mustensirîyayê, Îsam Feylî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku rola Xezîneya Amerîkî di qutkirina çavkanîyên temwîlkirina komên terorîst de "girîng e û xebatên navdewletî yên bo nehiştina terorîzmê bêyî wê rolê bi ser nakevin".

Wî daxuyand ku sizayên ku Xezîneyê li ser toran û kesayetên ku piştgirîya DAIŞê dikin sepandin alîkarî kirin di kêmkirina çalakîyên rêxistinê de ne tenê li Îraq û Sûrîyayê, lê belê li gelek welatan li seranserê cîhanê.

Siza temwîlkirina terorê asteng dikin

Feylî got ku pakêta nû ya sizayan kompanîyên ku diravan ji çekdarên DAIŞê re vediguhêzin dide ber xwe.

Di nav wan de Kompanîya Tewasul, ku ofîsa wê ya li Harim, li Sûrîyayê ji hêla navbênkarekî darayî yê DAIŞê dihat bikaranîn bo veguhestina pereyan bo rêxistinê ji nîvê sala 2018an, li gorî Xezîneyê.

Ji sala 2018an ve, tê gotin ku DAIŞ Tewasul, û çend kompanîyên din li Sûrîyayê û Rojavayê Ewropayê, bi kar anîn bo veguhestina pereyan di nav çekdarên DAIŞê de.

Siza herwiha kompanîya guhertina pereyan a Sehlûl dihundirîne, ku wê di dawîya sala 2016an de veguhestina alîkarîyên biyanî bo baregehên DAIŞê li Mûsilê hêsan kirin.

Herwiha, Sehlûl bi hezarên dolaran ji endamên DAIŞê yên li Turkîyayê re şandin di sala 2016an de.

Feylî got ku lîsta sizayan herwiha alîyên ku terorê li jêr navê rêxistinên mirovî temwîl dikin dihundirîne.

"Ev yek xebata hewalgirî ya nayab raber dike, ya ku bû sedema eşkerebûna van alîyên ku xwe li jêr sîwana karê xêrxwazî vedişêrin bo hêsankirina gihştina pereyan bo terorîstan," wî got.

Di nav de Seyid Hebîb Ehmed Xan, birêveberê Rêxistina Necat bo Guhlêdana Civakî, ya ku navenda wê li Kuwêtê ye, ji hêla Xezîneya Amerîkî ve hatiye sizakirin.

Necat weke kompanîyekê dihat bikaranîn bo veguhestina pereyan û piştgirîkirina çalakîyên DAIŞê li Xoresanê.

Necat alîkarî di şûna rêxistina DAIŞê li Xorasanê de ji kesayetan li Qeter, Îmarat, Îraq û welatên din ên Rojhilata Navîn kom dikirin -- bi rêya sîstema bankî -- ku kordînatorekî rêxistina DAIŞê li Xorasanê pereyên dihat veguhestin kom dikirin.

Hevparîya Amerîkî, Îraqî

"Siza rê nadin ku piştgirên DAIŞê derbasî sîstema darayî ya cîhanî bibin bi rêya qedexekirina hemû kompanî û bankan ku bi wan re bidin û bistînin," Feylî got.

Wî got ku van bertengkirinan "karîna terorîstan a komkirina pereyan û bikaranîna wan bo peydakirina çek, tecnîdkirina çekdarên nû û pêkanîna êrîşên wêranker felc kir".

Feylî hevparîya ewlehî ya di navbera Îraq û Amerîkayê de bilind nirxand, û da zanîn "eşkerekirina çavkanîyên temwîlkirina terorîstan yek ji berhemên vê hevparîyê ye, hevparîya ku bi rêya hevahengîya hewalgirî didome".

"Bi saya piştgirîya serbazî ya Amerîkî, îroj Îraq xwedan databêzeke girîng e ku navên paşmahîyên DAIŞê dihundirîne," wî got.

Feylî daxuyand ku her agahîyeke ji tomar û belgehên ku li veşartgehên DAIŞê tên dîtin tê wergirtin êdî hevbeş e û di şopandina torên temwîlkirina terorê yên li nav Îraqê û yên li derve de tên bikaranîn.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500