Nûçeyên Iraqê
Civak

Çalakgerên Dêra Zorê cihên baregehên Feyleqê Pasdaran eşkere dikin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Nexşeyeke ku ji alîyê çalakgerên Sûrî ve hatiye belavkirin cihên milîsên hevalbendên Feyleqê Pasdaran li bajarê Elbû Kemalê dîyar dike. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Çavê Feratê hatiye wergirtin]

Nexşeyeke ku ji alîyê çalakgerên Sûrî ve hatiye belavkirin cihên milîsên hevalbendên Feyleqê Pasdaran li bajarê Elbû Kemalê dîyar dike. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Çavê Feratê hatiye wergirtin]

Çalakgeran li parêzgeha Dêra Zorê vê dawîyê agahîyên hûrgilî li ser înternetê belav kirin, agahîyên ku eşkere dikin bê Feyleqê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) û milîsên alîgirên wê li ku bi cih in, li gorî çalakgerekî xwecihî.

Belavkirina nexşe, wêne û agahîyên din hat tevî xebatên cidî yên Feyleqê Pasdaran û milîsên girêdayî wê ku tevgerên xwe veşartî bihêlin û hebûna xwe bi kêm nîşan bidin.

Van milîsên hevalbendên Îranê hewl da ku tevgerên xwe yên li rojhilatê Sûrîyayê nepenî bihêlin bi rêya tedbîrên ewlekarî yên astbilind mîna rêyên girtî û çavdêrîyên çirûpir, wî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku kamîrayên çavdêrîyê li hin cihan hatine danîn.

Ev kolana li bajarê Elbû Kemalê li Dêra Zorê li pêşîya sivîlan hatiye girtin piştî milîsên girêdayî Feyleqê Pasdaran dest danîn ser xanîyên xelkê. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Çavê Feratê hatiye wergirtin]

Ev kolana li bajarê Elbû Kemalê li Dêra Zorê li pêşîya sivîlan hatiye girtin piştî milîsên girêdayî Feyleqê Pasdaran dest danîn ser xanîyên xelkê. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Çavê Feratê hatiye wergirtin]

"Çalakgerên xwecihî agahîyên hûrgilî li ser medyaya civakî belav kirin, agahîyên ku cihên Feyleqê Pasdaran û milîsên girêdayî wê yên li bajarên Dêra Zorê, Elbû Kemal û Meyadînê kar dikin eşkere dikin," Ebid got.

"Wan nexşe û wêneyên hûrgilî yên cihên deqîq ên malên ku bûne baregehên serbazî û serbazgeh dîyar dikin belav kirin," wî got.

"Herwiha wan wêneyên fermandarên Feyleqê Pasdaran ên li DêraZorê, û nav û cihên niştecîbûna wan û modêlên navgînên wan û bê li kû hatine sazkirin belav kirin," wî anî ziman .

Binpêkirin tên eşkerekirin

Ebid got ku Çalakgerên li parêzgehê eşkere kir ku Feyleqê Pasdaran dest daniye ser maline din ên sivîlan li deverê, û nahêle ku xwedîyên wan vegerên wan an heta vegerine deverê bi xwe jî.

Wî got ku herwiha Feyleqê Pasdaran nexweşxane û sazîyên din ên giştî weke cihên serbazî bi kar tîne.

Wî destnîşan kir ku ev kiryareke ji alîyê qanûna navdewletî ve tê cezakirin, qanûna ku kiryarên mîna van tawanbar dike bo parastina jîyana sivîlan.

Wî daxuyand ku belavkirina van agahîyan hişt ku nakokî zêde bibin û pevçûn di navbera endamên milîsên hevalbendên Feyleqê Pasdaran de biqewimin.

Wî got ku hat ragihandin ku hejmarek ji endamên Lîwayê Îmam el-Baqirdi pevçûnekê de di navbera çekdarên milîsê de li bajarokê Huseynîyayê li gundewarê rojavayî yê Dêra Zorê hatin kuştin.

Ebid got ku herwiha pevçûneke kurt bi fîşekan di navbera endamên hêzên rejîma Sûrî û endamên milîsên Feyleqê Pasdaran de li bjaraê Meyadînê qewimî, di pevçûneke li ser kontrolkirina zevîyê de.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500