Fermandarîya Operasyonên Selahedînê Înê (15ê Mijdarê) îlan kir ku wê heşt cihên ku ji alîyê bermahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) dihatin bikaranîn wêran kirin li nêzî zevîyên neftê yên Alasê, li başûrê Tikrîtê.
Di van herdu rojên borî de, hêzên fermandarîyê mîsyoneke lêgerînê bi cih anîn "li derdora zevîya neftê ya Alasê", jêdereke fermî ji Diyaruna re ragihand.
Wî got ku wan heşt cihên ku rêxistinê bi kar tanîn kifş kirin -- pênc tunêl û sê malên vehesînê -- li devra ku heta bi Çiyayên Hemrînê berfireh dibe.
Wî got ku cih bi temamî hatin pişkinînkirin û di pişt re hatin wêrankirin.
Wî got ku tu çek an teqemenî di hundirê wan de nehatin dîtin, tenê hin pêdivî hebûn, di nav wan de depoyên biçûk ên sûtemenîyê, betanî û mobîlya.
Wî daxuyand ku dora 10 galonên blastîk ên 20 lîtir ên ku nitranên emonyomê di wan de bûn, ên di çêkirina teqemenîyên zor bandorbar de dihatin bikaranîn, di operasyona lêgerînê de hatin dîtin.
Herwiha hêzên ewlekarîyê teqemenîyên bidestçêkirî yên li dora wan deveran hatibûn çandin bêfitîl kirin û teqandin da nehêlin bikevine nav destên xelkê de.
Ewlekirina zevîyên neftê
Mîsyona ewlehî beşek ji xebatên Fermandarîya Operasyonên Selahedînê yên berdewam e bo parastina zevîyên neftê yên Alas û Ecîlê misoger bikin, ligel beşdarîya ji alîyê polîsê parêzgehê û şervanên êlan ve, li gor heman jêdera ewlehî.
"Em bi awayekî rûtînî erkan pêk tînin, gelek caran bi awayekî rojane, şopandineke gelemper li ser deverên armanckirî bi cih tînin da ku em li her deverên dijmin an veşartgehên çekan ên heyî bigerin," wî got.
Wî daxuyand ku bermahîyên DAIŞê dimînin gefek, tevî ku çalakîyên wan kêm bûne ji ber şîyana wan a şer ku êrîşên mezin pêk bînin tune ye.
Wî teqez kir ku hêzên ewlekarîyê yên fermandarîyê li gorî planê dimeşin, û da zanîn ku agahîyên wan ji alîyê niştecîyên xwecihî û jêderên hewalgirî yên din ve wergirtin alîkarî bi wan re kirin ku "derbeyên êşdar li terorîstan bixin".
"Me gelek operasyonên kwalîte bilind li deverên cuda pêk anîn û me karîbû em bi dehan terorîstan bigirin û bikujin û dest deynin ser mêjerên mezin ên çekan," jêder got.
Di zincîra êrîşên ku meha Cotmehê de ku ligel hêzên polîs û hewalgirîyê hatin pkanîn, hêzên fermandarîyê bermahîyên DAIŞê li bakurê Selahedînê armanc kirin, 12 çekdarên ku xwe di veşartgeh û tunêlan de vedişartin kuştin, li gorî heman jêderê.
Wî got ku ev operasyon "tedbîreke parêzî ya serketî bû" da ku nehêlin endamên DAIŞê êrîşên terorî û xwekujî pêk bînin.