Nûçeyên Iraqê
Civak

Kerkûk malbatên bêwar han dide ku vegerin

Xalid Taî

Karwanek ji kampeke bêwarîyê li Îraqê derdikeve vegere navçeya Hewîcayê ya parêzgeha Kerkûkê di 28ê Sibata 2018an de. [Wêne ji Wezareta Koçberîyê û Koçberan hatiye wergirtin]

Karwanek ji kampeke bêwarîyê li Îraqê derdikeve vegere navçeya Hewîcayê ya parêzgeha Kerkûkê di 28ê Sibata 2018an de. [Wêne ji Wezareta Koçberîyê û Koçberan hatiye wergirtin]

Desthilatdarîya Kerkûkê kar dikin ku krîza bêwarîyê li parêzgehê bi dawî bike di rêya zincîreke handeran ku bêwarên xwemalî han didin ku jixweber vegerin.

Van herdu salên bûrî, desthilatdarîya xwecihî ya parêzgehê vegera dora 80% ji niştecîyên navçeya Hewîcayê hêsan kir, birêveberê medyaya Kerkûkê Merwan Anî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku hejmara giştî ya niştecîyên navçeyê dora 100,000 kes e.

Wî got ku herwiha niştecî vegeriyane bajarokên piçûktir li Hewîcayê, mîna Zab, Ebasî, Riyad û Reşadê û herwiha beşinan ji navçeyên Daqûq û Dibsê.

"Di encamê de, me sê kamp ji heft kampên bêwarîyê girtin, Leyln 1 û 2, herwiha kampa Yehyawayê, ji ber ku nema hewcedarî bi van swênkaran heye piştî kesên di an de veriyane malên xwe," wî got.

Pêşketinên ewlehî

Anî got ku xebatên bo vegerandina malbatên bêwar bo malên wan li parêzgeha Kerkûkê bi pêş ve diçin li gorî rêbernameyên hikûmetêû stratejîya niştimanî bo parastina aramîyê li hemû bajarên ji DAIŞê rizgarbûyî.

"Weke hikûmeteke xwecihî, tiştê li ser milê me em dikin da ku em sektorên xizmetguzarêyên giştî yên ji ber terorîzmê ziyan giha wan şîyan bikin da ku em jîngeheke alîkar ji bo niştecîyên bêwar li Kerkûkê çêkin," wî got.

Wî teqez kir ku sazkirina binesazîyê û xizmetguzarîyan dê alîkarîyê bi vegera niştecîyan re bike da ku li warê xwe bi cih bibin û nehêle ku xelk careke din ber bi kampên bêwarîyê ve koç bikin.

"Herwiha em bi hêzên ewlekarî re kar dikin da ku em parastineke tam ji deverên rizgarkirî re dabîn bikin, ji ber ewlekarî faktorekî piştgirîyê yê girîng e ji jîyaneke normal re li çi deverê be," wî anî ziman.

Anî got ku li gel niştecîyên xwe yên bêwar, herwiha Kerkûk mêvandarîya bi hezaran bêwarên ji parêzgehên cîran jî dike, di nav de Diyala, Selahedîn û Nînewa.

"Vegera wan berîtîyeke mezin e ji hikûmetê re," wî got.

Di heman demê de, hikûmeta Îraqî rêyan kifş dike bê çawa vegera jixweber a li ser qonaxan bo malbatên bêwar hêsan bike di rêya dan, qerebûkirin û handerên darayî yên din ên ku dê alîkarîyê bi wan re bikin ku careke din malên xwe ava bikin.

Gelek astengî dimînin

Xebatên bo bidawîkirina krîza bêwarîyê li Kerkûkê rastî gelek astengîyan tê, ji ber ku bi dehan gund û bajarok bi temamî di serdema DAIŞê de hatin wêrankirin.

"Dora116 gund hene, li gel navenda bajarokê el-Multeqayê, cihê ku her tişt bi temamî hat wêrankirin di şerê li dijî terorîzmê de," endamê encumena parêzgeha Kerkûkê Maen Hemdanî got.

Wî got ku ev yek mal, zevî û binesazîyê di nav xwe dihundirîne.

Wî got ku dora 70,000 kesî yên ku bi esil ji van gundan in aniha li kampên bêwarîyê dijîn, lê hin din di malên demkî yên kirê de li gel xizmên xwe li Kerkûkê dijîn.

Wî daxuyand ku hikûmeta xwecihî texmîn dike ku dê hewcedarîya wê 1 milyar dolar hebe da ku gundên wan ji nû ve ava bike, ligel pereyên terxankirî bo projeyên niştekirinê, binesazî û xizmetguzarîyan, di nav de stasyona avê, tora kehrebeyê, fêrgeh û nexweşxane.

Berpirsên Kerkûkê aniha civînan bi rêxistinên navdewletî û nûnerên welatên xêrkar re li dar dixin daku rêbazên piştgirîya parêzgehê û alîkarîyê pê re nîqaş bikin bê çawa lêçûna jinûveavakirinê bi dest bixin.

Wî got ku gundên ziyan gihaye wan bi dirêjahîya 180 kîlomitran in, ji derdora navçeya Dibsê li bakur û rojavayê Kerkûkê, heta navçeya Dozê li beşê rojavayê parêzgehê, yê ku ji niştecîyan hatiye valakirin.

"Piranîya niştecîyan cotkar in yên ku debara wan ji dest wan çû," wî got û destnîşan kir ku ew dê sûdê ji alîkarîyê wergirin da ku erdên xwe yên çandinîyê û projeyên çandinîyê yên nû saz bikin.

Hemdanî got ku tirs heye eger niştecîyê resen venegerin van civakan, bermahîyên DAIŞê dê li van deveran bi cih bibin, û dibe ku ew dever bibe cihê destpêkirina êrîşan di pêşerojê de.

Alîkarîyên xwarinê û piştgirî

Wezareta Koçberîyê û Koçbean kar dike da ku vegera jixweber a hemû kesên ku zor li wan hat ku ji malên xwe derkevin dema êrîşa DAIŞê hêsan bike.

Ev xebat hemû kesên ku ji parêzgeha Kerkûkê bêwar bûne dihundirîne, Elî Cehankîr, birêveberê giştî yê destya karûbarên şaxên wezaretê got.

"Em bas û piştgirîya lojistî ji wan re dabîn dikinda ku karibin bi awayekî ewle vegerin malên xwe," wî ji Diyaruna re eşkere kir.

"Em rewşa wan dişopînin heta piştî ew vedigerin warê xwe û em wan bi alîkarîyê dabîn dikin, alîkarî weke xwarin û alîkarîyên hewarçûnê li gel danan da karibin li ser lingên xwe bisekinin," wî got.

Wî got ku xebatên alîkarîkirina bêwaran ku vegirine malên xwe li Kerkûkê bi pêş ve diçin, cihê ku "hejmarên mezin ên malbatan hene ku hatine handan ku bi awayekî jixweber vegerine malên xwe û aniha jîyaneke normal dijîn".

"Ji bo wan kesên ku hîn bêwar in, em pabend in ku em hemû pêdivîyên sereke ji wan re dabîn bikin û em li gel wan bimînin heta şer û mercên guncan bo vegera wan werin peydakirin," Cahankîr got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500