Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Niştecîyên Idlibê qebûl nakin ku "zikaya zeytûnan" bidin Tehrîr el-Şam

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Sûrî di xwepêşandanan de beşdar dibin li bajarê Idlibê li dijî siyaseta darayî ya Tehrîr el-Şam, bi taybet zikaya zeytûnan. [Wêne ji Idlib-plus hatiye wergirtin]

Sûrî di xwepêşandanan de beşdar dibin li bajarê Idlibê li dijî siyaseta darayî ya Tehrîr el-Şam, bi taybet zikaya zeytûnan. [Wêne ji Idlib-plus hatiye wergirtin]

Hewldanên Tehrîr el-Şam ku "zikaya zeytûnan" li ser xwedîyên zevîyên zeytûnan û karkerên aşên zeytûna li parêzgeha li bakur û rojavayê Sûrîyayê bisepîne hiştin ku nerazîbûn û tundî li gelek bajaran rû bidin di van rojên dawî de, li gorî çalakgerekî xwecihî.

Alozîyan dest pê kir zêde dibin dema ku niştecîyên deverên li jêr kontrola hevbendîya tundrew qebûl nekirin ku zikaya zeytûnan bidin û wan nerazîbûn li gelek deveran organîz kirin.

Wan siyaseta Tehrîr el-Şam ya darayî şermezar kir, û got ku "Hikûmeta Felatê" dixwaze bac û cureyên cuda yên zikayê bisepîne li ser hisabê gelê Sûrîyayê, yê ku rastî şert û mercên zehmet tê.

Wan angaşt kir ku hevbendîya tundrew hewl daye ku zikaya zeytûna heta ji wan kesên mûsimê wan "nisab" jî derbas nekiriye bistîne. Nîsab jî asteke ku kêmî wê zika nayê xwestin.

Niştecîyên Maeret Numanê derdikevine xwepêşandanan li dijî zikaya zeytûnan ya ku Tehrîr el-Şam ferz kiriye û herwiha êrîşa wê li ser bajarokê Kefer Texarîmê. [Wêne ji Idlib-plus hatiye wergirtin]

Niştecîyên Maeret Numanê derdikevine xwepêşandanan li dijî zikaya zeytûnan ya ku Tehrîr el-Şam ferz kiriye û herwiha êrîşa wê li ser bajarokê Kefer Texarîmê. [Wêne ji Idlib-plus hatiye wergirtin]

Niştecîyê Maeret Numanê Hanî Numan ji Diyaruna re ragihand ku gelek caran Tehrîr el-Şam cureyekî nû ji zikayê disepîne daku qezencên xwe zêde bike -- coreyê herî dawî jî zikaya zeytûnan e ya ku wê li ser xwedîyên zeytûnan ên li herêmê sepandiye.

Wî dîyar kir ku vê yekê hişt ku niştecî bihêrs bibin û li hin deveran jî şerên çekdar rû dan, di nav de bajarokê Kefer Texarîmê, cihê ku niştecîyan û milîsa Feyleq el-Şam şer bi Tehrîr el-Şam re kirin.

Wî daxuyand ku Du kes hatin kuştin û gelek jî di bûyerê de birîndar bûn.

Wî got ku pişt reTehrîr el-Şam derbasî bajarok bû, û rêkeftinek hat pêkanîn bo aramkirina rewşê. Zikaya zytûnan bi awayekî demkî hat rawestandin heta demekê ku karibin bigihine rêkeftinekê bo krîzê çareser bike.

hêrsa ji Tehrîr el-Şam

Numan teqez kir ku Tehrîr el-Şam kesên ku zikayê didine hev li aşên zeytûnan danîne.

Wî da zanîn ku vê yekê niştecîyên xwechî enirandin, û not kir ku gelek xwedîyên zeytûnan li deverê mûsimê xwe yê zeytûnan nafiroşin ji bo ew bi xwe bixwin.

Wî daxuyand ku qehra wan zêdetir bû dema ku Tehrîr el-Şam du caran zika xwest -- carekê li ser bîstanan û careke din li ser xwedîyên aşên zeytûnan.

Ji bilî bacên ku li ser xwedîyên kemyonan û navgînên veguhestinê yên din ên di mûsimê zeytûnan û di berhemdana zeyta zetytûnan de tên bikaranîn.

Wî got ku Xwepêşandan li dijî Tehrîr el-Şam û "Hikûmeta Felatê" li hejmarek ji bajar û bajarokên parêzgehê dest pê kirin, di nav wan de Maeret Numan, Idlib û Teftenaz.

Wî got ku li Teftenazê, Tehrîr el-Şam kesên civiyayî bi darê zorê ji hev belav kirin û gule bi kar anîn daku xwepêşanderan ji hev belav bike, û anî ziman ku hejmarek ji sivîlan di pevçûnê de birîndar bû.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500