Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Dergehê sînorî yê Qaimê xizmeta milîsên ser bi Îranê ve dike

Hesen Obêdî li Bexdayê

Endamên hêzên ewlekarîyê yên Sûrî li ser navgîneke serbazî rawestîyane li dergehê sînorî yê nû dîsan hatiye vekirin di navbera Elbû Kemal li Sûrîyayê û Qaim li Îraqê, ev wêne ji alîyê Sûrî li navçeya li rojhilatê Dêra Zorê, roja 30 Îlonê, hatiye kişandin. Li pişt wan Ala Sûrîyayê (Çep) û ala Îraqê bilind in. [AFP]

Endamên hêzên ewlekarîyê yên Sûrî li ser navgîneke serbazî rawestîyane li dergehê sînorî yê nû dîsan hatiye vekirin di navbera Elbû Kemal li Sûrîyayê û Qaim li Îraqê, ev wêne ji alîyê Sûrî li navçeya li rojhilatê Dêra Zorê, roja 30 Îlonê, hatiye kişandin. Li pişt wan Ala Sûrîyayê (Çep) û ala Îraqê bilind in. [AFP]

Tevî derbasbûna mehekê li servekirina dergehê sînorî yê Qaimê di navbera Îraq û Sûrîyayê de, çalakîya bazirganî hîn dest pê nekiriye, li gorî berpirsên parêzgeha Enbarê û birêveberîya sînor.

Ew dibêjin kumilîsên çekdar ên Îran piştevanîya wan dike yên ku li tenîşt hêzên serokê Sûrîyayê Beşar Esed şer dikin dergehê sînorî bi kar tînin, û dest dideynin ser her çalakîyeke aborî û bazirganî.

Berî dîsan vekirina sînorê bejahî, çekdar bi rêya asmanî diçûn, lê sizayên li ser Îranê hiştin ku rejîma Îranê mûçeyên çekdaran û têçûnên rêwîtîya wan kêm bike.

Vekirina sînor cihê hêvîyê ye

"Dewleta Îslamî" (DAIŞ) dest danî ser dergehê sînorî, yê ku Bexdayê û Şam bi hev girê dide, di sala 2014an de dema ku rêxistinê dest ser rûberên berfireh li bakurê rojavayê Îraqê.

Hêzên ewlekarîyê yên Îraqî yên ku Hevpeymanîya Navdewletîpiştevanîya wan dike dergehê sînorî yê Qaimêdi dawîya 2017an de rizgar kir, û ew bi fermî di 30ê Îlona 2019an de hat vekirin.

Di merasîma nûvekriinê de, Birêveberê Desteya Dergehên Sînorî yên Îraqî Kazim Eqabî got ku dergehê sînorî roleke girîng gerand ji hêla bûjandina aborî û bazirganîya deverê ve.

Eqab got ku nûvekirina dergehê sînorî dê rolê di peydakirina derfetên kar de bo xelkê Qaimê li Îraqê û Elbû Kemalê Sûrîyayê bibîne.

Lê heta aniha, tu çalakîyeke bazirganî yan geştyarî ya berçav yan jî rêwîtîya kesan an malbatan tune ye, berpirsekî gumrikê li Dergehê Sînorî yê Qaimê, yê ku xwest ku navê wî neyê eşkerekirin, wiha ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku kesên ku dergehê sînorî bi kar tînin bi tenê milîsên Îraqî yên ku Îran piştevanîya wan dike ne, yên ku li Sûrîyayê şer dikin.

Ew kes endamên hejmarek ji milîsanan in -- milîsên herî xuyayî jî Hereket Nuceba, Seyid Şuheda, Ketaib Hizbulah û Ensar Elah el-Ewfiya ne -- yên ku yan bi otombîlên çar palder û basan tev digerin, li gorî berpirsê gumrikê.

Wî got ku dîyar e rejîma Sûrî bi awayekî rasterast derbasûna wan bo Sûrîyayê hêsan dike.

Mifayê dide milîsên ser bi Îranê ve

Dîsan vekirina sînor mifayê dide milîsên ku piştgirîya rejîma Sûrîyayê dikin, û tu nirxê bazirganî û aborî yê vê yekê tune ye, li gorî şahrezayê warê ewlehî yê Îraqî, Muhemed Heyanî.

Wî got ku ji alîyekî din ve, ew gefê li ewlehî û seqamgîrîyê li Îraqê dike.

Wî got ku dema DAIŞê devera sînorî kontrol kir, wan hewl da ku pêdivîyên qedexe, çek û cebilxane di navbera Qaimê li alîyê Îraqê û Elbû Kemalê û Tenfê li alîyê Sûrîyayê de qaçaxî bikin.

Wî got ku dergehê sînorî hatiye vekirin, û çekdarên ku Îran wan tecnîd dike bo li tenîşt rejîma Sûrîyayê şer bikin êdî dikarin bi hêsanî rêwîtîyê bikin, û ew weke geştyar û sivîl xwe dinepînin.

Sûrîya ne xwedan berhemên çandinîyê ya pêşesazîyê ye bo bişîne Îraqê, Heyanî ji Diyaruna re ragihand. Zêdetir, anîna pêdivîyan ji Turkîya û Urdunê arzantir û qwalîtî çêtir e, û pir hêsan e ji aborîya ehlî û sektora giştî re ji hêla darayî û ewlehî ve.

Wî got ku geştyarî di navbera Îraq û Sûrîyayê de tune ye, û dema ku ew dîsan berdewam bike, xelk dê vê rêyê hilnebijêrin ji ber nîgeranîyên ewlehî û dirêjbûna dema pêwîst bo derbasbûnê.

Heyanî dîyar kir ji ber van sedeman, dergehê sînorî yê Qaimê weke xaleke sînorî di xizmeta milîsên alîgirên Îranê tê reçavkirin û Îranê piştgirîya vekirina wê kir.

"Çekdarên Hizbulaha Lubnanî jî dikarin dergehê sînorî bi kar bînin bo tev bigerin bêyî werin naskirin an jî şopandin û herwiha ew dikarin ku xetên xwe yên îmdadê bi Îranê re ewleh bihêlin," wî got.

Çavdêrîkirina sînor

Piştî nûvekirina dergehê sînorî yên Qaimê, aborî baş nebû weke dihat hêvîkirin, parlemantarê Îraqî Selam Şemerî teqez kir.

"Herkes dizane rewşa ewlehî li Sûrîyayê çawa ye û di encamê de tu çalakîya bazirganî dest pê nekiriye," wî ji Diyaruna re got.

"Carê me du otombîlên miştî rêwî [yên sivîl] rojane bi kar tanîn berî sala 2014an," serokê Kompanîya Benefsec bo Guhestin û Geştyarîyê Xeldûn Qeysî got.

"Lê ji dema ku rêya bejahîya heta bi Şamê dîsan vebûye, bi tenê neh rêwîyan navên xwe nivîsîye, ev yek jî mesrefa sûtemenîyê nake," wî ji Diyaruna re ragihand.

Dergehê Sînorî yê Qaimê di xizmeta çekdaran de ye bêhtir ji sivîlan, li gorî Elî Mehlawî, ku endamekî berê yêHêzên Sehwa ye, milîseke ji êlên Îraqî pêk dihat û sala 2006an hat pêkanîn bo li dijî Qaîdayê şer bike.

Îraq dîsan şervanên Sehwa bikar tîne bo misogerkirina ewlehîli gelek navçeyên welat.

Hêza asmanî ya Îraqî û Hevpeymanîya Navdewletî derbasbûna neyasayî ya çekdarên ser bi Îranê ve bo Sûrîyayê dişopînin, ku ev yek jî binpêkirin e ji yasaya navdewletî û biryarên NY re yên têkildarî rewşa li Sûrîyayê, û wî şerê li wir gurtir dike, Mehlawî ji Diyaruna re teqez kir.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500