Nûçeyên Iraqê
Tendirustî

Nexweşxaneyên Nînewayê vedigerin xizmetê

Xalid Taî

Şênîyên Mûsilê xizmetguzarîyên nûjdarî li dermangeheke demikî werdigirin, û bendewar in ku nexweşxaneyên ku li ser destê DAIŞê wêranbûne vegerin xizmetê. [Wêne ji Komîteya Kordînasyonê bo Îraqê hatiye wergirtin]

Şênîyên Mûsilê xizmetguzarîyên nûjdarî li dermangeheke demikî werdigirin, û bendewar in ku nexweşxaneyên ku li ser destê DAIŞê wêranbûne vegerin xizmetê. [Wêne ji Komîteya Kordînasyonê bo Îraqê hatiye wergirtin]

Desthilatdarîyên Nînewayê hewl didin ku sazîyên tendirustîyê li Mûsilê û deverên ên parêzgehê nû bikin, piştî ku ew di cenga derxistina "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hatibûn wêrankirin.

Ji ber ku piranîya her 20 nexweşxaneyên parêzgehê tûşî ziyaneke mezin bû di şer de, desthilatdarî hinek gavên demikî dane pêş heta ku ew bi temamî wan bidin şiyandin û nûkirin û wan vegerînin warê xizmetê.

Ev yek ji vekirina kilînîkên gerok pêk tê, yên ku alîkarî kirin ku kêşe siviktir bibe lê ne bes bûn bo pêkanîna hewcedarîyên parêzgehê, ya ku dora sê milyon şênî himbêz dike, ku nîvê wan li Mûsilê dijîn.

Ev sazîyên tendirustî bi tenê xizmetguzarîne sînordar dabîn dikin, lewra şênîyên ku pêwîstîya wan bi neştergerîyên mezin hebe berê xwe didin Bexdayê û deverên din.

Berpirsên Îraqî û NY serdana Nexweşxaneya Ibin Sîna li Mûsilê dikin roja 23yê Tîrmehê. Nexweşxane tûşî wêranîyeke dijwar bû di cenga derxistina DAIŞê de. [Wêne ji Rêxistina Tendirustîyê ya Cîhanî hatiye wergirtin]

Berpirsên Îraqî û NY serdana Nexweşxaneya Ibin Sîna li Mûsilê dikin roja 23yê Tîrmehê. Nexweşxane tûşî wêranîyeke dijwar bû di cenga derxistina DAIŞê de. [Wêne ji Rêxistina Tendirustîyê ya Cîhanî hatiye wergirtin]

Hejmara textên nexweşxaneyan li Mûsilê ji 6,000 bo 1,700 kêmbû û gelek ji wan di sazîyên demikî de ne û di sazîyên tendirustî de yên ku bi temamî ziyan negihiştibû wan de.

Xizmetguzarîyên bijîşkî li Mûsilê "hîn hejar in, û tedawîkirina rewşên bijîşkî yên zehmet ne berdest e", Emced Ednan, rûniştîyekî Mûsilê ye ku kurê wî tedawîyê ji ber êşeke dil li Nexweşxaneya Ibin Bîtar li Bexdayê werdigire wiha derdê xwe vegot.

Ednan ji Diyaruna re got ku ew bê çare bû û tev kir xwe berê xwe da Bexdayê, û hêvî kir ku sazîyên tendirustîyê li Mûsilê di demeke pir nêz de werin şiyandin û nûkirin.

Wî herwiha hêvî kir ku bibîne sazîyên xwecihî "dabînkirina xizmetguzarîyên tîmarkirina hemû rewşên bijîşkî di heman asta berî dagirkarîya DAIŞê de berdewam bikin".

Planên nûavakirinê

Birêveberîya Tendirustî ya Nînewayê planekê bo nûkirin û şiyandina hemû sazîyên tendirustîyê li Mûsilê bi cih tîne, birêveber Casim Brahîm Mîmarî ji Diyaruna re ragihand.

"Planên me yên nûavakirinê bo komavahîya nûjdarî li rojavayê Mûsilê heye, ku Nexweşxaneya Giştî ya Ibin Sîna, mezintirîn nexweşxaneya bajêr, li wir e," wî got.

Wî got ku komavahî bi giranî ziyan gihiştiyê, "û em plan dikin ku wê sala werê nû bikin bi budceyeke digihêje 320 milyon dolar".

Wî got ku tê payîn ku karê nûkirinê çar salan dirêj bike, û da zanîn ku dema kar biqede dê karîna wê bigihêje 600 textan -- 200 text bêhtir ji 400 textên berê.

Ligel Ibin Sîna, ku carê mehane 150,000 nexweş derman dikirin, komavahî taqîgehên radyolojî û kilînîkî, bankeke xwînê û yekeyeke tevgavîyê, herwiha nexweşxaneyên pispor ên mîna Nexweşxaneya Cimhûrî ya Zanîngehê dihundirîne.

Mîmarî got ku hevdem ku kar berdewam e, beşekî demikî hatiye vekirin li Cumhûrî bi alîkarîya rêxistinên navdewletî, di nav de nexweşxaneyeke gerok bi karîna 150 textan, ku aniha xizmetguzarîyên nûjdarî ji rojavayê Mûsilê re dabîn dike.

"Têkildarî rojhilatê Mûsilê, bi rêya piştgirîya Programa Pêşxistinê ya NY, me dest bi proseyeke nûkirinê ya yek-salî kiriye bo nûkirina Nexweşxaneya Zanîngeha Ibin Esîr," wî got.

Ev nexweşxane di Nîsana 2018an de bi awayekî ne tam hat vekirin, û dê karîna nexweşxaneyê bibe 400 text dema ew bi temamî bikeve xebatê.

Mîmarî got ku desthilatdarî herwiha hewl didin ku Nexweşxaneya Selam nû bikin, ku ji 400 textan pêk tê, ya ku bi giranî ziyan gihiştibû wê, bi taybetî qatên wê yên jorîn.

Berdestkirina xizmetguzarîyan

Hemû sazîyên tendirustîyê yên parêzgehê ziyan gihiştiye wan di cenga li dijî DAIŞê de, endamê encumena parêzgeha Nînewayê, Xidîda Hemo daxuyand.

Piştî Mûsil hat rizgarkirin, hikûmeta xwecihî, bi alîkarîya rêxistinên navdewletî yên mîna Bijîşkên Bê Sînor, navendên tendirustî yên demikî vekirin, wî ji Diyaruna got.

Wî teqez kir ku ev sazî li jîr fişareke mezin in ji ber hejmara gelek a nexweşan, û nebûna karîn û pêdivîyên pêwîst bo pêkanîna neştergerîyên zehmet.

Hemû teqezî kir li ser hewcedarîya bi qedandina xebatên nûkirinê bi lezgînîya herî xurt û vegerandina nexweşxaneyên mezin li Mûsilê û navçeyên mîna Şengalê bi karîna tam bo xizmetê.

Wî bal kişand ser nûkirina serketî ya nexweşxaneya navçeya Hemdanîyayê, li rojhilatê Mûsilê, lê wî da zanîn ku xizmetguzarîyên wê bi temamî nehatine vegerandin.

Ligel ziyan gihiştin bi jêrxaneyê, sektora tendirustîyê ya parêzgeha Nînewayê ji ber kêmbûna dijwar di alavên bijîşkî de dinale, endamê encumena parêzgeha Nînewayê Husam Edîn Ebar ji Diyaruna re ragihand.

Dora 26 milyar dînarên Îraqî (21 milyon dolar) hatine terxankirin bo nehiştina kêmbûna CT û MRI bo pakêteke berfieh a test û dermananên taybet bi nexweşîyên dirêjxayen bên dabînkirin.

"Têkildarî rewşa xebatkarên tendirustî, tişt erênî ne lê kêşeya derengmana mûçeyên mehane rewşa wan zehmet dike," wî got, û bang bo çaksazîkirina sektora tendirustîyê û baştirkirina xizmetguzarîyan kir.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500