Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî operasyoneke ewlehî li dijî bermahîyên DAIŞê li Nînewayê dest pê bikin

Xalid Taî

Operasyoneke ewlehî ya nû li derdora Mûsilê girtina heşt kesên tên xwestin bi tuhmeyên terorîzmê û wêrankirina pênc malên vehesandinê yên DAIŞê û çar tunelan encam da. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Operasyoneke ewlehî ya nû li derdora Mûsilê girtina heşt kesên tên xwestin bi tuhmeyên terorîzmê û wêrankirina pênc malên vehesandinê yên DAIŞê û çar tunelan encam da. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî roja Duşemê (4ê Mijdarê) dest bi operasyone lêgerînêya berfireh kir li parêzgeha Nînewayê da ku deverên cuda li derdora Mûsilê ji bermahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) paqij bikin.

Yekîneyên Fermandarîya Opersyonên Nînewayê heşt kesên ji ber tuhmeyên terorîzmê tên xwestin girtin û pênc malên vehesînê û çar tunel wêran kirin, li gorî daxuyanîyekê ji alîyê Wezareta Berevaîyê ya Îraqî ve.

Heft teqînê bidestçêkirî hatin teqandin ji alîyê yekîneyên endazyarîya serbazî ve, daxuyanîyê eşkere kir.

"Operasyon gaveke serbazî ya nû ye da ku bermayîyên DAIŞê tine bike û li çi samanên mirovî û lojistî yên hîn li gel rêxistinê ne bixin," Binyan Cerba, yê ku di komîteya ewlekarîyê ya encumena parêzgeha Nînewayê kar dike, got.

Yekîneyên Fermandarîya Operasyonên Nînewayê dest bi operasyonekê kir di 4ê Mijdarê de da ku li bermayîyên DAIŞê bigrerin li derdora Mûsilê. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Yekîneyên Fermandarîya Operasyonên Nînewayê dest bi operasyonekê kir di 4ê Mijdarê de da ku li bermayîyên DAIŞê bigrerin li derdora Mûsilê. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Êrîşên terorî heta asteke mezin di van mehên dawî de kêm bûne, bi taybet li deverên nêzî bajarên Nînewayê û li biyabana parêzgehê, wî ji Diyarunare ragihand.

Wê pêşketin vegerande operasyonên ewlehî yên li dijî çekdaran û kesên alîkarîyê bi wan re dikin yên wan bi agahîyan dabîn dikin, li gel wêrankirina hejmareke mezin ji veşartgehên DAIŞê û malên vehesînê.

Cerba got ku hêzên ewlekarîyê pagerên rûtînî û êrîşên nişkî bi cih tînin ên ku di encamê de gelek serkirdeyên teror, tor û şanên razayîhtin têkbirin û şîyana DAIŞê lawaz kir ku karibe êrîşan li dijî xelkên bêguneh bi ih bîne.

Şerîta sînorî tedbîrên ewlehî yên zêdetir dixwaze

Wî gotku raportên hewalgirî "hilweşîna refên bermayîyên DAIŞê" destnîşan dike û ew heta li deverên çolkirî bi ewlehîyê nahisin.

Wî daxuyand ku agahîyên ku derbarê wan û cihê ew lê tên ragihandin gelekî deqîq in, û êrîşên parêzî dervetê nadine wan ku birevin.

Wî daxuyand ku bajar, bajarok û gundên Nînewayê hemû parêzkirî ne li dijî êrîşên terorî û di heman demê de bang kir bo qayimkirina ewlehîyê li sînorê rojavyê Îraqê.

"Pêwîst e ku tedbîrên astbilind werin kirin da ku çi cihê ji bo derbasbûna bi dizî hebe were çavdêrîkirin û girtin," Cerba got, bi taybet di rêya şerîta sînorê Sûrîyayê re yê nêzî parêzgeha Nînewayê.

Wî got ku ji bo vê yekê bi giştî tê xwestin ku hejmara hêzên berpirs bo parastina parêzgehê zêde bikin û li ser sînor bi taybet, herwiha wan bi çek û pêdivîyên nûjen dabîn bikin ên dê bihêlin ku karibin çavdêrîya çekdaran bikin û bidin dûv wan.

Operasyona ewlehî ya vê dawîyê tê dema ku balefirên hevpeymanîya navdewletî berdewam dikin êrîşan li ser veşartgehên DAIŞê dikin. Di destpêka vê mehê de, êrîşên hevpeymanîyê tunelên DAIŞê û baregehên wê li biyabana Nînewayê wêran kirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500