Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî 3 endamên DAIŞê li biyabana Enbarê dikujin

Xalid Taî

Du leşkerên Îraqî çekdarekî DAIŞê digirin di operasyoneke ewlehî de roja 29ê Cotmehê li biyabana Enbarê. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Du leşkerên Îraqî çekdarekî DAIŞê digirin di operasyoneke ewlehî de roja 29ê Cotmehê li biyabana Enbarê. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Artêşa Îraqî Sêşemê (29ê Cotmehê) sê endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) kuştin û du kesên din girtin li biyabana Enbarê.

Firqeya 7ê ya Artêşê, ku beşeke ji Fermandarîya Operasyonên Cezîrê, hêzeke taybet bi firokeyan veguhest wir piştî wergirtina agahîyên hewalgirî ku çekdar li biyabana li rojavayê Enbarê bi motoran çûnûhatinê dikin, serokê êlên Enbarê Qeterî Semermed Obêdî ji Diyaruna re ragihand.

"Hêzê cihê pênc terorîstên ku li du motoran siwar dihatin li kûrahîya biyabanê destnîşan kir," wî got, û da ser pişta wan û " bi wan re ketin pevçûnan de, ku ev yek bû encama kuştina sêyan û girtina her duyên din, yên ku kemberên teqîner li xwe dikirin".

Wî got ku hêzê dest danî ser du kemberên teqîner ên din û çekên sivik ên di dest çekdaran de.

Hêzên Îraqî roja 29ê Cotmehê du endamên DAIŞê, yên ku kemberên teqîner li xwe dikirin û li ser motorekî bûn, li kûrahîya biyabana Enbarê girtin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin] 

Ev hêzên Firqeya 7ê ya Artêşa Îraqî ne ku bi firokeyan hatine veguhestin di operasyona 29ê Cotmehê de ya ku bû encama kuştin û girtina paşmahîyên DAIŞê li biyabana Enbarê. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Obêdî got ku ramaliştineke asmanî bo deverên ku dikevin gelîyên Horanê, Ca'al û Sin el-Dîb teqez kir ku "tu endamên terorîst ên din û veşartgehên raz li wan deveran nemane".

Ewlekirina biyabanê

Wî teqez ku hêzên ewlehîyê planek dariştine bo misogerkirina kontrola li ser biyabana Enbarê, û da zanîn ku wan zincîrek ji rêkar û tedbîran daye peş bo ew rê bidin wan ku cihê terorîstan nas bikin tevî jîngeha sext a biyabanê, û berfirehîya deverê û nêzîkbûna wê ji sînorê ku dora 800 kîlometran dirêj dibe.

Obêdî got ku ev tedbîr herwiha zêdekirina hejmara sîxuran û çavan, mîna koçer û şivanan, û zêdekirina wan bi alavên pêwendîkirinê bo gihandina agahîyan bi lez ji ajansên hewalgirî re dihundirîne.

Wî daxuyand ku kamîrayên koleçanê yên bi şev ên dûr-meda û burcên çavdêrîyê li gelek xalan li raserî biyabanê hatine danîn û hêzên gerok bi pêkanîna pageran bo şopandina her tevgereke gumanbar hatine erkdarkirin.

Wî dîyar ku zêdetir ji wilo, firînên koleçanê û pagerên bi dronan li ser deverên biyabanî bi berdewamî hene.

Obêdî teqez kir ku êdî biyaban nema çavkanîyeke gefa li dijî ewlehî ye.

"Bi saya xebatên ewlehî û piştgirîya bi rêya dabînkirina agahîyan a xelkê, bajarên me û heta bi gundên me yên dûr êdî aram û seqamgîr in."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500