Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Îraq dest bi qonaxa duyem a nûavakirina bajarê kevnar ê Nimrûdê dike

Xalid Taî

Ev beşeke ji wêranîya ku gihiştiye bajarê kevnar ê Nimrûdê li parêzgeha Nînewayê li ser destê DAIŞê. [Wêne ji Wezareta Çandê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Ev beşeke ji wêranîya ku gihiştiye bajarê kevnar ê Nimrûdê li parêzgeha Nînewayê li ser destê DAIŞê. [Wêne ji Wezareta Çandê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hikûmeta Îraqî 24ê Cotmehê destpêkirina qonaxa duyem a projeyekê bonûavakirina bajarê kevnar ê Nimrûdê ragihand, bajarê ku li ser destê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) di nava kavilan de ma.

Karkirin li ser projeyê di Tîrmeha 2017an de dest pê kir bi piştgirîya Rêxistina Perwerdahî, Zanistî û Çandî ya NY (UNESCO).

Qonaxa yekem ji pêkanîna lêkolînan têkildarî ziyana ku gihiştiye cih û pêkanîna tîmekî çaksazîyê yê Îraqî pêk hat.

Ew herwiha dê parastin û arşîvkirina mîratê çandî yê bajar bi hevkarî ligel Peymangeha Smithsonian a Amerîkî bihundirîne.

Şûnwarnasên Îraqî di Tebaxa 2017an de li korsekî rahînanê amade dibin bo başkirina zîrekîyên wan ên girîngîdan bi parçeyên şûnwarî yên ji bajarê kevin ê Nimrûdê hatin komkirin. [Wêne ji Wezareta Çandê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Şûnwarnasên Îraqî di Tebaxa 2017an de li korsekî rahînanê amade dibin bo başkirina zîrekîyên wan ên girîngîdan bi parçeyên şûnwarî yên ji bajarê kevin ê Nimrûdê hatin komkirin. [Wêne ji Wezareta Çandê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Qonaxa duyem dê nûkirina qesra bakurî ya bajar, "Qesra Nimrûdê" bihundirîne.

DAIŞê got ku wê êrîşî Nimrûdê kir -- ya ku di Sedsala 13ê de hatiye damezrandin û bûbû paytexta empratorîya Aşûrî -- û herwiha cihên kevnar ên din, bo nehiştina pûtan, ên ku şiroveya tundrew a Îslamê wan qedexe dike.

Lê vê yekê rê li ber DAIŞ negirtku cih talan bike û naveroka wî bifiroşe bo fînanskirina operasyonên xwe.

"Xebateke cidî ya niştîmanî û navdewletî heye bo nûkirina bajarê kevnar ê Nimrûdê," Ehmed Qasim Cuma, profesorê Şûnwarî li Zanîngeha Mûsilê, Sêşemê (29ê Cotmehê) ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku tehedîyên mezin hene, ya herî xuyayî "wêranîya mezin a gihiştiye cih, ya ku bandor li piranîya bunyadên wî kiriye, di navde gayên basikdar, zigurat, Qesrên Aşûrî yên Şah Aşûrnasîrpal II, û dergehên kevin".

"Vegerandina bajar bo rewşa berê erkekî ne hêsan e û dibe ku gerekdarî demeke dirêj be û herwiha fînanseke gelek be, ligel piştgirîya navdewletî û desteke teknîkî ya li dar," Cuma got.

Wî da zanîn ku hewcedarî bi planên zanistî yên baş dariştî heye bo vegerandina girîngîya dîrokî ji vî cihî re.

Wêrankirina sîstematîk

Di navbera salên 2014 û 2015an de, bajarê kevinar ê Nimrûdê rastî wêranîyeke sîstematîk hat li ser destê DAIŞê di sê boneyên cuda de.

Çekdarên DAIŞê bermîlên teqîner bi kar anîn bo teqandina cihên kevin, û herwiha buldozer û xeparkerên kehrebayî jî bi kar anîn bo wêrankirina wêneyên li ser dîwaran, pûtan û monûmentên şûnwarî.

Ligel bajarê dîrokî, gelek cihên şûnwarî li Nînewayê ji hêla çekdaran ve hatin wêrankirin dema ku wan parêzgeh kontrol dikir.

Cuma got ku wêranî "qirkirineke sîstematîk bû bo şûnwaran ku dijminkarî û kînewerîyeke bê hampa bêvirand".

"Parêzgeh hewl dide ku mîratê xwe yê mirovî vejîyan vejîne, lê hîn gavên ber bi nûavakirinê ve hatine dayîn ne di asta pêwîst de ne," wî got.

Wî got ku pêşketineke berçav têkildarî xepartinê heye.

"Piştî rizgarkirinê, misyonên lêgerînê yên biyanî dest bi vegerê kirin û aniha misyoneke Elmanî milbimilê şûnwarnasên Îraqî liMezargeha Nebî Yûnusli rojhilatê Mûsilê dixebite bo derxistina gencîneyên şûnwarî yên vedigerin serdema Aşûrî," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500