Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Gundewarê parêzgeha Diyalayê ewlehî û nûavakirinê jîyan dike

Ala Husên li Bexdayê

Kampanyayeke nûkirinê li navçeya Ebû Seîdayê ya parêzgeha Diyalayê qîrkirina rêyan û jinûvesazkirina tora karîzan di nav xwe de dihewîne. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Ebû Seîdayê hatiye wergirtin]

Kampanyayeke nûkirinê li navçeya Ebû Seîdayê ya parêzgeha Diyalayê qîrkirina rêyan û jinûvesazkirina tora karîzan di nav xwe de dihewîne. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Ebû Seîdayê hatiye wergirtin]

Ev çend sal in ku niştecîyên gundewarê bakur û rojhilatê Ebû Seîdayê, ya parêzgeha Diyalayê, di ewlehî de dijîn û xizmetguzarîyên giştî berdest in, ligel avakirina berdewam hevdem ligel kêmbûna tundîyê, pisporan ji Diyaruna re got.

Ji ber cihê wê yê cugrafî yê li nêzî bustanên himbiz, Ebû Seîdaya ku ji alîyê îdarî ve beşeke ji navçeya Miqdadîyayê, cihê ku bi awayekî dubare êrîş ji alîyê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) tên destpêkirin, ên ku bustan bi kar anîn daku xwe veşêrin û êrîşan bibin ser gund û bajarokên li derdora wê.

Bi heman şêweyî, êrîşên taîfî yên belawela yên ji alîyê endamên alîgirê Îranê yên ku li parêzgeha Diyalayê kar dikin hatin bicihanîn berê gef li xwezaya aştîyane ya van civakan kirin û kiryarên tund ên tolhildanî gur kirin.

Lê hêzên Îraqî heta asteke mezin bi ser ketin di pêşxistina ewlehîyê de bi saya operasyonên serbazî yên berdewam bo rakirina bermahîyên DAIŞê ji kokê û parastinaniştecîyên xwecihî ji derbasbûna çekdaran a bi dizî.

Kampanyayeke nûkirinê li Ebû Seîdayê, li parêzgeha Diyalayê, qîrkirina 39 şahrê û cadeyan bi dawî kir. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Ebû Seîdayê hatiye wergirtin]

Kampanyayeke nûkirinê li Ebû Seîdayê, li parêzgeha Diyalayê, qîrkirina 39 şahrê û cadeyan bi dawî kir. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Ebû Seîdayê hatiye wergirtin]

Kampanyayeke nûavakirinê li navçeyê berdewam e û sektorên cuda di nav xwe dihewîne, birêveberê şarederîyê Luey Hafiz ji Diyaruna re got.

Wî got ku kampanyayê heta aniha 39 şahrê û cade qîrkirine û temamkirina karên binesazîyê li orta Ebû Seîdayê û li derdora wê hundirandine.

Hafiz got ku ev xebat ji alîyê hikûmeta federal ve tên temwîlkirin bi budceyeke zêdeyî 1.3 milyar dînarên Îraqî (milyon dolar).

Parastina destkeftîyên ewlehî

"Ebû Seîda hevjîyana aştîyane û aramîyê jîyan dike, piştî ku çend salan bûbû navçeya reşan li ser destê DAIŞê," endamê encumena parêzgeha Diyalayê Ehmed Rubeyî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku DAIŞê niştecîyên wê bi zorê bêwar kirin û fitneyeke taîfî gur kir.

Wî got ku misogerkirina ewlehîyê li Ebû Seîdayê "bi saya hevkarîya xelkên wê ligel hêzên ewlekarîyê bû", û not kir ku ev di encama zincîreke civînên bi rûspîyên êlan û kesayetên xwecihî re hat.

Wî got ku civînan giranî da pêwîstîya piştgirîkirina hêzên ewlekarîyê, redkirina nîşanên taîfî û tundîyê û hevkarîya ligel hêzên ewlekarîyê bo derxistina bermahîyên DAIŞê ji deverê.

Hikûmeta xwecihî ya Diyalayê "amade ye ku her tiştê ji dest wê derkeve bike daku aramîyê li deverê misoger bike, heta eger jê were xwestin ku hêzine zêde ji derveyî deverê [Ebû Seîda] bîne", Rubeyî got.

Dema ku hîn gefa DAIŞê dimîne li hejmareke biçûk ji gundên nêzîk, bi taybet li Muxeysayê ku şanên razayî hîn hene, bandora wan li ser jîyana rojane û li ser rewşa ewlehî bi giştî kêm e.

Serokê polîsê Diyalayê lîwa Feysel Ebadî ew gef bênirx kir û got ku ajansên ewlekarîyê operesyonên serbazî bi awayekî berdewam bi cih tînin li deverên bustandar li parêzgehê.

"Jîyan li Ebû Seîdayê bi temamî vegerîyaye rewşa normal tevî ku çend binpêkirinên ewlehî li gund nêzîk hene," wî got û teqez kir ku polîs û hêzên ewlekarîyê mereqdar in ku piştgirîya destkeftîyên xwe yên ewlehî bikin û aramîyê li hemû parêzgehê biparêzin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500