Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî dest bi pêngavekê li dijî paşmahîyên DAIŞê li beyarên Diyalayê dikin

Xalid Taî

Otombêlên serbazî li gundên çandinîyê yên parêzgeha Diyalayê belav dibin di 26ê Tebaxê da li pey paşmahîyên DAIŞê bikevin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Otombêlên serbazî li gundên çandinîyê yên parêzgeha Diyalayê belav dibin di 26ê Tebaxê da li pey paşmahîyên DAIŞê bikevin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî Pêncşemê (24ê Cotmehê) dest bi operasyoneke ewlehî kir da paşmahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) bikin armanc ên xwe li beyarên parêzgeha Diyalayê vedişêrin.

Operasyon ji sê alîyan dest pê kir, tê de gelek yekîneyên ji polîsa Diyalayê û Firqeya 5an a artêşa Îraqî, her wiha ajansên ewlehî û hewalgirîyê beşdar bûne.

Operasyonê beyar û erdên çandinîyê li deverekê ku bi qasî yek kîlomitra çargoşeyî ye girte dest li gundên Ebû Xenazîr, Ebdul Hemîd, Ebû Keiba, el-Muxeysa û Budeca li hawizê Waqfê, 30 km li bakur-rojhilatê Baqûba.

"Operasyon beşekî palneke ewlehî ye ku me berî hefteyekê dest pê kiriye, ku gelek rêkarên hişk li dijî paşmahîyên terorîst digire nava xwe û her wiha armanc dike veşartgehên wan ên razî li deverên çandinîyê wêran bike," birêveberê medyayê yê polîsa Diyalayê eqîd Nîhad Mihemed Hesen.

Hêzên polîsa Diyalayê misyonekê pêk tînin da li veşartgehên DAIŞê bigerin li deverên çandinîyê li navçeya Muqdadiye di Mijdara 2017an de. [Wêne ji Polîsa Diyalayê hatiye wergirtin]

Hêzên polîsa Diyalayê misyonekê pêk tînin da li veşartgehên DAIŞê bigerin li deverên çandinîyê li navçeya Muqdadiye di Mijdara 2017an de. [Wêne ji Polîsa Diyalayê hatiye wergirtin]

Wî ji Diyaruna re got ku berî operasyonê yekîneyin ji Foca 9an a Awarte ya Diyalayê û Firqeya Piyadê ya 5an li derdora gundên çandinîyê belav bûn.

Hesen anî ziman ku rêbendên pişkinînê hatin danîn "da heya karibin xelkê ji êrîşên nişkayî ve biparêzin an ji derbasbûnên dijmin."

Hesen dîyar kir ku hêzên Îraqî Pêncşemê pênc stargehên DAIŞê wêran kirin ku çek, bombeyên bidestçêkirî, xwarin, cil û betanî dihundirandin.

Tê payîn operasyon heya gelek astan dirêj bike da bigihine deverên çandinîyê yên mezin ên li ber çemê Diyalayê li qeraxa taxa Ebû Seîda.

Polîsa Diyalayê şerê bûyerên derqanûnî dike

Di heman demê de, Pêncşemê nûçeyin der barê kuştinê de li Ebû Seîda li navçeya Muqdadiyê derketin.

Wî anî ziman ku "birêveberê taxa Ebû Seîda Haris el-Rebî' sibeha roja borî hat kuştin li ser destê yekî nêzî wî."

Hesen destnîşan kir ku "piştî bûyerê, kirinên heyfhilanînê hişt gelek kes werin kuştin di nav de serokê encumena şaredarîyê ya şaxî ya navçeyê, Saed Seryawî, lawê wî û pasvanekî wî."

Her wekî raportine got ku eqîd Mihemed el-Humêrî, birêveberê welatîbûnê yê herêmê, hat kuştin, lê Hesen teqez kir ku el-Humêrî "di destê xwe de birîndar bûbû di êrîşê de û hat rakirin nexweşxaneyê, û aniha rewşa wî baş e."

Wî got ku fermandarîya polîsê "van bûyeran lêkolîn dike û yekser komîteyek ji bo naskirina sedemên wan ava kir," Hesen da zanîn jî ku li gorî encamên seretayî ev êrîş tawanî ne û tu têkilîya xwe bi terorê re tune ne.

Wî anî ziman ku "lêpirsînên me berdewam in da hemî hûrgulî werin kifşkirin, û em dê hemû encaman di herdu rojên bên de eşkere bikin."

Hesen teqez kir ku fermandarîya polîsa Diyalayê "dê nehêle tu tiştekî derqanûnî û tundî pêk were an ewlehî were têkbirin li parêzgehê."

Hesen got ku qedexeya derketinê li Ebû Seîda hat ragihandin û her wiha li giştî navçeya Muqdadiyê heya êrîşker werin girtin, her wekî Hesen bang li xelkê kir ku guh nedin nûçeyên sexte ku ji çavkanîne ne fermî têne ragihandin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500