Nûçeyên Iraqê
Civak

Çalakger dibêjin ku bûyerên terorkirinê li Deraayê zêde dibin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Qusey Helqî, birayê serokwezîrê Sûrîyayê Wail Helqî di klînîka xwe de li bajarê Casim li gundewarê Deraayê hat terorkirin. [Wêne ji Heleb el-Yewm TV hatiye wergirtin]

Qusey Helqî, birayê serokwezîrê Sûrîyayê Wail Helqî di klînîka xwe de li bajarê Casim li gundewarê Deraayê hat terorkirin. [Wêne ji Heleb el-Yewm TV hatiye wergirtin]

Çalakgerên Deraayê dibêjin ku zêdebûnek di hejmara bûyerên terorkirinê de li parêzgeha li başûrê Sûrîyayê heye, hevdem ligel alozîyên berdewam ên di navbera xelkê deverê û artêşa rejîma Sûrîyayê û hêzên wê yên ewlekarîyê.

Zêdebûnek dihejmara "bûyerên ewlehî" de li parêzgeha Deraayê heye hevdem ligel zêdebûna hejmara terorkirinan, çalakgerê ji bajarê Deraayê Cuma Mesalmsa ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku çalakgerên herêmî 12 bûyerên terorkirinê di heftîyekê de tomar kirine, û navên qurbanîyan belgeh kirin.

Wî got ku kuştin li gelek deverên parêzgehê pêk hatine, bi armanckirina endamên hêzên ewlehîyê û yên ji wan re tê gotin "endamên lihevhatinê".

Hêzên rejîma Sûrî û sivîl li bajarê Tefes ê parêzgeha Deraayê tên dîtin, alozî li vê parêzgehê zêde dibin. [Wêne ji Ajansa Nûçeya ya Sûrî]

Hêzên rejîma Sûrî û sivîl li bajarê Tefes ê parêzgeha Deraayê tên dîtin, alozî li vê parêzgehê zêde dibin. [Wêne ji Ajansa Nûçeya ya Sûrî]

Wî da zanîn ku ev endamên komên opozîsyonê ne yên ku çekên xwe radestî rejîmê dikin li gorî mercên rêkeftinên bi serpereştîya Rûsyayê, li hemberî wê divê ajansên ewlekarîyê yên rejîmê xwe nêzî wan nekin.

Mesalma got ku qurbanîya herî payebilind a tundîya dawî Dr. Qusey Helqî bû, birayê serokwezîrê berê Wail Helqî, yê ku li kilînîka xwe li bajarê Casim li gundewarê Deraayê hat terorkirin.

Terorkirina Helqî nerehetî û alozîyeke berfireh li herêmê pêk anî.

Wî got ku kesên hatine terorkirin sê endamên ewlekarîya serbazî li devera Tefesê li gundewarê Deraayê ne û du leşkerên Firqeya 4ê ne.

"Tu alîyî berpirsyarîya xwe ji van terorkirinan angaşt nekiriye, bûyerên ku bi piranî bi rêya teqekirinên rasterast ji hêla çekdarên maskdar ên nenas ve tên encamdayîn," Mesalma got.

Wî got ku hema bibêje ku rojane bûyerên ewlehî û terorkirin hene, û da zanîn ku bi taybetî xalên pişkinînê dibin armanc.

Wî teqez kir ku zehmet e rojek derbas bibe bêyî ku gulekirin, girtin an teqekirin bi behaneya bicihneanîna fermanên endamên ewlekarîya rejîmê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500