Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Xirkirina Oyxûrîyan ber bi Sûrîyayê ve ji alîyê tecnîdkarên tundrew tê kirin

Welîd Ebul Xêr li Sûrîyayê

Çekdarên Oyxûrê ji Partîya Îslamî ya Turkistanî li Sûrîyayê û zarokên wan li kampeke li Sûrîyayê tevlî nimêjê dibin. [Wêneyeke bi berfirehî belavbûye di rêya Partîya Îslamî ya Turkstanê] 

Çekdarên Oyxûrê ji Partîya Îslamî ya Turkistanî li Sûrîyayê û zarokên wan li kampeke li Sûrîyayê tevlî nimêjê dibin. [Wêneyeke bi berfirehî belavbûye di rêya Partîya Îslamî ya Turkstanê] 

Li welatê wan ê li bakur û rojavayê Çînê, Oyxûr -- hindikahîyeke etnîk a Musilman ku li parêzgeha Xinjiangê dimîne -- rastî zordarîya olî û siyasî hat ji alîyê desthilatdarîya nistimanî ve.

Vê yekê hişt ku ew nêçîreke hêsan ji komên tundrew mîna Qaidayê û "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) re, yên ku sûd ji rewşa wan wergirtin da ku wan tecnîd bikin û di qadên şer de li Sûrîyayê şer bikin, şirovekaran ji Diyaruna re eşkere kir.

Oyxûr rastî çewsandina olî, etnîk û siayasî hatin ji alîyê desthilatdarîya Xinjiangê ve, lêkolînerê siyasî Ebdul Nebî ji Diyaruna re got.

Wî got ku ew hewl didin ku dewleteke serbixwe ava bikin, Rojhilatê Turstanê, li çîya û deverên biyabanî yên Xinjiangê, ya ku rêya Hevrêşîm ya kevin tê re derbas dibe û herî kêm sê caran hewl dan ku hukmekî xweser bi cih bînin.

Komên mafî dibêjin bêtirî yek milyon Oyxûrî û hin Musilmanên din di toreke kampan de hatine girtinli Xinjiangê bi mebesta ku niştecîyan hevrêk bike da ku çanda gelekahîya Hanê ya Çînê reflekt bike, AFP vê mehê ragihand.

Şahid dibêjin ku Çînê hewl da ku zorê li Oyxûrîyan bike ku dev ji reftarên sereke yên Îslamê mîna rojîya Remezanê û nevexwarina mey û nexwarina goştê beraz berdin.

Çîn, piştî wê di destpêkê de kamp red kirin, ew wan weke fêrgehên pîşeyî şiyanse dike yên armanc dikin ku nehêle tundîya Îslamî bala wan bikişîne.

Li gorî dîmenên peykî ên ji alîyê AFP û Hevalbendîya Earthrisê ve hatin şirovekirin, hikûmeta Çnî, ji sala 2014an ve, herî kêm 45 goristanên Oyxûr xepartin û bi erdê ve rast kirin -- di nav wan de 30 di herdu salên dawî de.

Ligel zêdebûna rexneyan navdewletî derbarê danûstandina Çînê bi Oyxûrîyan re, Amerîkayê di destpêka vê mehê de got ku ew dê vîzayê nede berpirsan ji ber bipêkirinên tên angaştin û 28 kompanîyên Çînî danîne ser lîsteya reş, kompanîyên ew wan ji ber binpêkirinan mafan bersûc dike.

Armancên tecnîdkirinê

Di salên dawî de, ji ber zêdebûna çewisandina hindikahîyê, rewş ketine qonaxe cuda de, Bekar got, endamên tundrew di nav Oyxûrîyan de Partîya Îslamî ya Tirkistanê çêkir.

Bekar ku çewsandinê hişt ku Oyxûrî Selefîya cihadî bişopînin, ya ku nêzîkî îdîolojîya tund ya komên tundrew e û komeke piçûk ji wan tevlî refên Qaidayê bûn li Afxanistanê.

Wî got ku ji wî çaxî ve, komên tundrew sûd ji doza Oyxûrîyan wergirt da ku ciwanan han bide ku tevlî refên wan bibin, hejmara wan zêde dike û bide xuyakirina ji wan re ku ew li seranserî cîhanê belav dibin.

Bekar got ku tundrew dibînin ku ev "rewakirine ji îdîolojîya wan ya xirabkirî ya ku ti têkilîya wê bi Îslama resen re nîne".

Bi sedan ciwanên Oyxûrî çûne Sûrîya û Îraqê di destpêka sala 2013an de, cihê ku ew tevlî Qaidayê û vê dawîyê DAIŞê bûn, rojnamevanê Sûrî Muhemed Ebdulah ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku hebûna wan li herêmê berî çêkirina DAIŞê bû, ev yek destnîşan dike ku koma tundrew pêngavên tecnîdkirinê yên organîzkirî pêk anîn, wan sûd ji rewşa ku Oyxûrî tê de bûn wergirt.

Wî anî ziman ku mucenedên DAIŞê ew xapandin hiştin bawer bikin ku rêxistin Îslama rast araste dike û dê wan ji rewşa ku wan tehmûl dikir rizgar bike.

Tundrew wan ji rê dibin

Li gorî hin texmînan, bêtirî 5,000 Oyxûrî hene weke beşekî di nav komên cuda de li Sûrîyayê şer dikin. Lê şirovekar not dikin ku piranîya wan li jêr ala xwe ya taybet şer dikin, da ku doza xwe ya cudaker qayim bikin.

Tu têkilîya wan bi doza Sûrîyan re nîne, wî got û not kir ku Oyxûrî asê mane di erdeke heram de di nav çewisandina ew rastî tên li welatê xwe û îdîolojîya wêranker a ku ew birin ber bi ku tevlî komên tundrew bibin.

Di Adar 2017an de, şaxê Îraqî yê DAIŞê toarkirineke vîdyo belav kir ku tê de çekdarên Oyxûrî gefê dikin li jêr ala rêxistinê ku êrîşê Çînê bikin.

Di Gulana 2018an de, Partîya Îslamî ya Turkstanê li Sûrîyayê tomarkirineke vîdyo ya dirêj belav kir ku Misilmanên li Rojava han didin ku ji bo cîhadê mişext bibin, vê yekê dikin çarçoveya beşekî ji şerê Qaidayê yê cîhanî.

Tomarkirine vîdyo yên din, di nav wan de yek ku di Hizêranê de hat belavkirin, dide xuyakirin ku Partîya Îslamî ya Turkstanê li Sûrîyayê ligel Cund el-Eqsa û Tehrîr el-Şam şer dike.

Li Sûrîyayê, Partîya Îslamî ya Turkistanê li deverên Idlibê yên li jêr kontrola Tehrîr el-Şam çalak e, cihê ku weke hukmekî xweser dane yekîneyên ku çekdarên Oyxûr di nav wan de hene.

Ebdulah got ku dîyar e ku Tehrîr el-Şam sûdê werdigire ji hebûna wan da ku kontrola xwe li ser erdê qayim bike.

Ebdulah got ku hejmara deqîq a çekdarên Partîya Îslamî ya Turkistanê li Sûrîayayê nayê naskirin, lê texmîn destnîşan dikin ku bi sedan çekdarên Oyxûrî li gundewarê parêzgehên Idlib û Laziqîyayê belav in.

Pisporê rêxistina teror Yehya Mihemed Elî ji Diyaruna re eşkere kir ku Oyxûrîyên ku tevlî komên tundrew bûn li Sûrîya û Îraqê dîyar e ku wan rênimaya xwe ya exlaqî winda kiriye.

Wî daxuyand ku tevî ku hin şirovekirin destnîşan dikin ku ew hatine van deveran da ku serguzeştîyên şer wergirin da ku vegerin welatê xwe, ji ber ku destê wan di şerê li Sûrîyayê heye, vegera wan aniha bûye tiştekî ne gengaz.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500