Serdana serokê Sûrîyayê Beşar Esed a propagandayî roja Sêşemê (22yê Cotmehê) bo bajarokê Hobêt li gundewarê Idlibê bi awayekî berfireh weke nîşaneke ku şer li asêgeha dawî ya opozîsyonê li ber derî ye tê dîtin.
Derketina Esed a bi eşkere ya kêmpeyda ne bi tenê bo bilindkirina moralê leşkerên xwe bû li enîyên şer, belê herwiha wî xwest bibêje ku ew berpirs e, parêzerê Sûrî Beşîr Besam ji Diyaruna re ragihand.
Wî daxuyand ku ev nîşandayîna desthilatdarîyê û hêzê di demekê de tê kureweke parçebûnê heye, ji ber ku şopdarên rejîma Sûrîyayê di navbera Rûsya û Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) de asêmayî ne.
Di serdana xwe de bo Hobêtê, wêneyên Esed bi awayekî berfireh hatin kişandin dema ku wî hêzên rejîmê pişkinîn dikirin, rewş bi efserên mezin re nîqaş dikir û berê xwe bi wan re dida nexşeyeke serbazî.
Wî got ku hêzên wî hazirîyên xwe bo operasyonekê li Idlibê temam kirine û "aniha amade ne ku femanan di dema pêwîst de wergirin û pêk bînin", AFP ragihand.
Besam got ku gelek sedemên vê serdanê hene, û nîşaneke ku "cenga Idlibê li ber derî ye".
Wî got ku ew dibe herwiha bo bilindkirina morala hêzên rejîma Sûrîyayê be, ku bi awayekî berfireh parçe bûye ji ber ku karîgerîya Rûsya û Îranê li ser çend firqeyên artêşa fermî heye.
Sivîl pêşwazîya Esed nakin
Şênîyên deverê bi awayekî vekirî li dijî serdana Esed bo Hobêtê bûn, çalakgerê ji Idlibê Heysem Idlibî ji Diyaruna re ragihand.
Wî got ku dever hîn li derveyî kontrola rejîmê ye, lewra ew serdanê weke nîşaneke nêzîkbûna şer dibînin, bi taybetî ku hevdem ligel êrîşên asmanî û topbarankirinê dijwar ên Rûsî û Sûrî tê.
Idlibî got ku şênîyên Hobêtê yên ku neçar bûn birevin Idlibê serdana Esed rexne kirin.
Wî daxuyand ku sivîlan da zanîn ku serdan li dibistaneke ku bo baregeheke serbzî hatiye veguhertin pêk hat, û teqez kir ku zarokên wan îsal bê dibistan man ji ber bêwarîya wan.
Idlibî got ku di demjimêrên dawî de, çend dever li gundewarê başûrî yê Idlibê li jêr topbaraneke dijwar bûn, bi taybetî li bajarokên Kefir Nebil, Hiş, Kefir Secna, Maeret Herma, Maarzîta, Tah û Şx Mustefa.
Wî teqez kir ku ev navçe bê rawestan bi dijwarî tên topbarankirin ji xalên rejîmê ve, û êrîşên asmanî bûn sedema hejmarek ji qurbanîyên sivîl.