Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Idlib li jêr agirê êrîşên Sûrî, Rûsî ye

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Endamekî Xûzeyên Sipî xanîyekî ku bûye armanca êrîşeke asmanî ya Rûsî li bajarê Binişê pişkinîn dikin. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Endamekî Xûzeyên Sipî xanîyekî ku bûye armanca êrîşeke asmanî ya Rûsî li bajarê Binişê pişkinîn dikin. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Çalakgerekî got ku beşin ji parêzgehan Idlibê dîsan bûne armanca borduman û êrîşên asmanî yên dijwar ên rejîma Sûrîyayê û Rûsîyayê, û di encamê de qurbanîyên sivîl hene.

Êrîşa dawî piştî çend rojan ji hêminîyê tê, piştî ku meha dawî pêkanînakomîteyekê bo dariştina makzagonekê bi piştevanîya NY hat ragihandin, çalakgerê Idlibî Museb Esaf ji Diyaruna re ragihand.

Komîte ji 150 endaman pêk tê, ku NY, rejîmê û opozîsyonê bi hejmareke yeksan ew destnîşan kirine, û ew weke gava yekem ber bi dîtina çareserîyeke siyasî ji şer re tê reçavkirin.

Esaf daxuyand ku tevî ku Wezîrê Derve yê Sûrîyayê Welîd Muelim got ku pêkanîna komîteyê rê li ber operasyonên serbazî nagire, gelek bawer dikin ku egera hebûna operasyoneke serbazî dê kêmtir bibe, bi hebûna çareserîyeke siyasî di ortê de.

Êrîşeke asmanî ya Rûsî ev xanî li gundewarê Idlibê bi erdê ve kiriye. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Êrîşeke asmanî ya Rûsî ev xanî li gundewarê Idlibê bi erdê ve kiriye. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Dûman li gundekî li gundewarê Idlibê bilind piştî bû armanca êrîşeke asmanî ya Rûsî. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Dûman li gundekî li gundewarê Idlibê bilind piştî bû armanca êrîşeke asmanî ya Rûsî. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Wî teqez kir ku tevî ku êrîşên asmanî yên dawî bi piranî Tehrîr el-Şam û komên opozîsyonê armanc kirin, lê gelek cihên hatin armanckirin li deverên sivîl bûn, û da zanîn ku ew ne li nêzî xalên hêzên çekdar ên li deverê bûn.

Wî got ku Teftenaz û derdora wê rastî bordumaneke dijwar hatin, û bûn armanca lêdanên bi bombeyên valahîdar û germahîdar. Ew bombe oksêjîna hewaya derdorê bi kar tîne bo peydakirina germayeke bilind a teqînê bo demeke dirêjtir.

Wî teqez kir ku bêhtir ji 30 êrîşên asmanî hatin tomarkirin, û da zanîn ku ew bûn encama wêranîyeke yekcar gelek.

Esaf daxuyand ku balefirên şer ên Rûsî herwiha li kampeke bêwaran li heman deverê dan, di encamê de du kes hatin kuştin û şeş birîndar bûn.

Êrîşên asmanî yên dijwar

Esaf got ku ji nav deverên ku rastî lêdaneke mezin hatine bajarok û gundên Kefir Secna, Rakaya, Hezarîn û Maerzîta li gundewarê başûrî yê Idlibê.

Wî got ku gundê Kefir, li rojavayê Cisir Şuxûr, hatin armanckirin, û zilamek û jina wî hatin kuştin dema ku xanîya wan li bajarokê Binişê hat lêdan.

Topxaneya rejîma Sûrîyayê êrîşên bi mûşekan ji bingehên ku raserî deverê ne li Hobêt, Medaya û Xan Şêxûn pêk anîn, bi taybet li mihwerê Kefir Nubil.

Wî got ku li bajarokê Barayê, jinek û zarokek hatin kuştin, û herwiha bajarokê Dail û derdora rasrî bordumaneke dijwar hat.

Esaf got ku hêzên Rûsî û Sûrî û milîsên alîgirên rejîmê tevgerên berçav li gundewarê Hemayê û gundewarê Idlibê dikin.

Wî got ku ev tevger hevdem bûn ligel firînên gelek ên balefirên şer ên serbazî û koleçanê, ku ev yek tê wateya hebûna egera zêdekirina kiryarên dijmindarî di rojên tên de.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500