Nûçeyên Iraqê
Xwepêşandan

Tehrîr el-Şam zanayekî olê yê nerim li Helebê digire

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Şêx Ebdul Qadir Ebyan tev komeke zarokan dirûne li bajarokê Etaribê. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Binpêkirinên Enîya Nusrayê hatiye wergirtin]

Şêx Ebdul Qadir Ebyan tev komeke zarokan dirûne li bajarokê Etaribê. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Binpêkirinên Enîya Nusrayê hatiye wergirtin]

Rûsipî û şênîyên bajarokê Etaribê li parêzgeha Helebê bang li Tehrîr el-Şam dikin ku zanayekî navdar ku ji hêla hevbendîya tundrew ve hatiye girtin, dema ku ew li mizgeftekê bû, serbest berde, li gorî çalakgerekî xwecihî.

Çalakgerê ji Idlibê Museb Esaf ji Diyaruna re ragihand ku girtina zanayê olê, yê ku bi nermbûna xwe ya di şerîetê de tê naskirin, yekser hêrs û alozî li bajarokî wî li gundewarê Helebê belav kir, bajarokê ku li ser tixûbê bi Idlibê re ye.

Pagereke Tehrîr el-Şam girte ser Mizgefta Mezin li navenda bajarokê Etaribê û melayê wê, Şêx Ebdul Qadir Ebyan, girt dema ku wî waneyeke şerîetê dida zarokan, Esaf ji Diyaruna re ragihand.

Wî daxuyand ku endamên pagerên pêdagir bûn ku wî bigirin, tevî hewldana kesên li mizgeftê amade ku rê li ber wan bigirin.

Şênîyên bajarokê Etaribê li parêzgeha Helebê xwenîşandanekê li dijî Tehrîr el-Şam li dar dixin. [Wêne ji Yekîtîya Rojnamegerî hatiye wergirtin]

Şênîyên bajarokê Etaribê li parêzgeha Helebê xwenîşandanekê li dijî Tehrîr el-Şam li dar dixin. [Wêne ji Yekîtîya Rojnamegerî hatiye wergirtin]

Rûsipîyên bajarokê Etaribê protestoyekê li dijî Tehrîr el-Şam li dar dixin piştî ku hevbendîya tundrew Şêx Ebdul Qadir Ebyan, melayê mizgefteke bajarok girt. [Ev wêne ji vîdyoyeke Navenda Mîdyayî ya Etaribê hatiye wergirtin]

Esaf got ku ligel şerîeta wî ya nerim, Şêx Ebyan bi dijberîya xwe ji Tehrîr el-Şam re dihat naskirin, û wî êrîş kir polîtîkayên hevbendîya tundrew û nêzîkatîyên wê ji sivîlan di gotara Înê ya dawî de.

Esaf got ku wî giranî dida fêrkirina şerîeta nerim, û vê yekê hişt ku ew çend caran ji hêla Tehrîr el-Şam ve were haydarkirin.

Li gorî Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov, Şêx Ebyan di vîdyoyekê de derketibû ku rexne li kiryarên serkirdatîya Tehrîr el-Şam digirt, û dahata nerewa ya ku ew ji kontrolkirina dergehên sînorî bi dest dixe eşkere kiribû.

Esaf got ku piştî rêxistinê Şêx Ebyan girt, rûsipî û kesayetên bibandor ên Etaribê protestoyek li qada bajarok li dar xistin, û beyannameyeke derxistin ku tê de wan doza serbestberdana wî kir.

Wî da zanîn ku xelkê bajarok rijd in ku rewşê aloztir bikin bi rêya girtina rêyan û lidarxistina mangirtineke giştî eger Tehrîr el-Şam mela serbest bernede.

Esaf teqez kir ku Şêx Ebyan xwedan navdarîyeke mezin e, û ew bo fêrkirina waneyên olî ji zarokan re li şûna waneyên Tehrîr el-Şam, ku ramanên wê ji îdyolojîya Qaîdayê hatine wergirtin, tê tawanbarkirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500