Ruqeya Muhemed a neh salî li ser kursîyekî mobîl rûniştî ye li tenîşt demireke hesinî li kampekê li bakurê Sûrîyayê, û bi şerpayekê rûyê xwe ji rojnamegeran vedişêre.
Keça Misrî çavê xwe yê çepê, lingê xwe û dê û bavên xwe ji dest dan di şerê li dijî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) de li dawîn asêgeha wan li Sûrîyayê di meha Adarê de.
Ew aniha di konekî mezin de tev 23zarokên sêwî yên din ên çekdarên biyanî yên DAIŞê dijî,li kampeke bêwaran li nêzî bajarokê Eyin Îsayê, li navçeya Girê Sipî li parêzgeha Reqayê, li jêr guhlêdana rûniştîyên kampê yên din.
Zarokên ku temenên wan di navbera 18 meh û 13 salan de, dêûbavên wan ji Rûsya, Uzbekistan, Indonîsya, Tajikistan, Misir û Îraqê ne.
"Di nav zarokan de, dilê min bêhtir bi Ruqeya ve girêdayî ye," Sara Ebdulah, 37-salî, ya ku alîkarîyê di guhlêdana li sêwîyan de dike, wiha got.
"Ew hergav şermîn, xemgîn û bi tenê ye," dayîka sê zarokan got ku yek ji neh jinên li kampa Eyin Îsa hinek alîkarîyê didin bo ew guh bide zarokan.
Hîn zarok "pir ditirsin"
Xwebar dibêjin ku hinek ji zarokan hîn jî bi awayekî eşkere ditirsin piştî ew bi dêûbavên xwe re li jêr desthilata DAIŞê jîyan.
"Ew bi gulebarankirina hevûdu yan jî çandina mînan dilîzin," Ebdulah got.
Ew dibêje ku ew parçeyên textan weke tifingan hildigirin, û ew şeran xeyal dikin, û mîna çekdarên DAIŞê hawar dikin.
"Ev hemû tişt di serên wan de hatine neqişandin. Tiştek tune ye ku alîkarîya wan bike ku ji bîr bikin," Ebdulah got. "Ew ne dixwînin, ne jî bi zarokên biçûktir re dilîzin. Mejîyên wan hatine şûştin."
Bi piştevanîya Hevpeymanîya Navdewletî, Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) di Adarê de DAIŞ ji dawîn xaka li jêr kontrola wê li gundê Baxozê li rojhilatê Sûrîyayê derxist.
Piştî pêşengtîya şerê li dijî DAIŞê bi salan, Kurdên Sûrîyayêbi hezaran endamên biyanî yên DAIŞê di girtîgehan û kampan de dihêlin: mêr û jin, û herwiha dora 8,000 zarok -- ku nîvê wan li jêr temenê pênc salî ne.
NY dibêje ku bi sedan ji wan bê xwedî ne.
Her 24 sêwîyên li Eyin Îsayê di nava bi dehên hezar kesên ku ji Baxozê, di heftîyên dawî yên şer de, hatin derxistine de ne, piştî çend mehan ji kêmbûna xwarinê û bordmankirina dijwar.
"Ew di rewşeke pir xerab de bûn. Ew bo nexweşgehê hatin veguhestin û baş bûn," birêveberê kampa Eyin Îsayê Celal Îyaf ragihand.
Wî daxuyand ku kampê tu alîkarî bo sêwîyan wernegirtîye û ew zehmetîya dikşîne di peydakirina pêdivîyan de ji wan re.
"Em daxwaza cil, xwarin, vexwarin û herwiha alîkarîyê dikin bo pêgehandina wan û rizgarkirina wan ji îdyolojîya DAIŞê," wî got.
Hewcedarî bi piştgirîya derûnî
Di kon de, Sûad Muemed Emîn, 20-salî, got ku zarokên ew alîkarîya wan dike bi hewcedarî xwarin û kincan in -- û herwiha alîkarîya derûnî jî.
"Tiştî herî zehmet ew e dema ku ew ji min re dibêjin ku dê û bavên wan li pêş wan hatine kuştin, yan jî dema ku ew dibêjin çawa wan birayên xwe ji dest dane," wê got.
Bo azara wan kêm bike, wê soz daye ku çîrokan ji zarokan re vebibêje, û keçan fêrî rêstinê bike.
"Min ev soz daye wan, pişî ku wan her tişt ji dest da, ez dê alîkarîya wan bikim ku fêrî xwendin û nivîsandinê bikim," wê got.
Lê Îyaf, birêveberê kampê, got ku baştirîn çareserî ew e ku welatên wan wan vegerînin.
Ala Sulêman Salih, 19-salî, yek ji kesên guhlêdanê dike, got ku ew hêvî dike ku zarok karibin biçin welatên xwe.
"Rewş di vî konî de bi rastî xerab e," wê got. "Ez hêvî dikim ku zarok vegerin welatên xwe bo ew vegerin perwerdahîya xwe û zaroktîya xwe."