Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Dibe ku Feyleqê Pasdaran sûdê ji dîsan vekirina dergehê Îraqî-Sûrî werbigire

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Nîşaneyeke nû ya pêşwazîkirinê li alîyê Sûrî tê dîtin li dergehê sînorî yê Elbû Kemalê, yê bi Îraqê re. [Wêne ji vîdyoyeke el-Xed TV hatiye kişandin]

Nîşaneyeke nû ya pêşwazîkirinê li alîyê Sûrî tê dîtin li dergehê sînorî yê Elbû Kemalê, yê bi Îraqê re. [Wêne ji vîdyoyeke el-Xed TV hatiye kişandin]

Desthilatên Sûrî û Îraqî dîsan dergehê sînorî yê Elbû Kemal/Qaim vekirinDuşemê (30yê Îlonê) piştî ku pênc salan girtî mabû.

Dergeh herdu welatan bi hev girê dide bi rêya bajarokê Qaim li parêzgeha Enbarê ya Îraqî û bajarokê Elbû Kemalê li parêzgeha Dêra Zorê ya Sûrî.

Dergeh ji ber rewşa ewlehî li alîyê Sûrî û derbasbûna "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li alîyê Îraqî hatibû girtin.

Berpirsine Îraqî û Sûrî, serbazine artêşê û xebatkarin ji artêşa herdu welatan li merasîma vekirinê hazir bûn, herwiha rojnamegerên ku bûyer şopandin.

Dergehê sînorî yê di navbera Îraq û Sûrîyayê de li devera Ebû Kemalê, li vir tê xuyakirin, ku di 30yê Îlonê de hatiye vekirin, piştî pênc salan ji girtina wî. [Wêne ji vîdyoyeke el-Xed TV hatiye kişandin]

Du endamên milîseke ser bi Pasdaran ve li nêzî sînorê Îraqî-Sûrî tên dîtin. [Wêne ji vîdyoyeke Sûrîya TV hatiye kişandin]

Du endamên milîseke ser bi Pasdaran ve li nêzî sînorê Îraqî-Sûrî tên dîtin. [Wêne ji vîdyoyeke Sûrîya TV hatiye kişandin]

Tevî ku vekirina dergeh nîşaneke erênî ye, belê hîna metirsî hene.

Li gorî çalakvanê ji Dêra Zorê Cemîl Ebid, niştecihên li alîyê Sûrî nîgeranîya xwe anîn ziman ku dê Pasdaran hewl bide dergeh ji bo biçekkirina şaxên xwe yên li Sûrîyayê bi kar bîne.

Ebid ji Diyaruna re dîyar kir ku ew ditirsin ku dergeh ji bo veguhastina çek, çekdar û cebilxaneyan bo milîsên girêdayî Pasdan li Sûrîyayê, ligel veguhestina çekdarine nû da ev kom ji nû ve xwe ferz bikin, were bikaranîn.

Wî got ku Pasdaran û gelek milîsên girêdayî wê piranîya devera li derdora dergehê sînorî ji alîyê Sûrî ve dorpêç dikin.

Wî da zanîn ku "ev dê ji Pasdaran û kesên girêdayî wê re hêsantir be da piştevanîya lojistîk pêşkêşî van milîsan bikin, di nav de çek, û dê rê bide tevgera bi azadî ya endamên milîsan, di nav de guhertin û pevguhartina çekdar û nobetên wan.

Ebid daxuyand ku "ew dê bihêle Pasdaran dest deyne ser parêzgeha Dêra Zorê û tengijînan di nava niştecihên ku hebûna Îranîyan red dikin derxîne."

Ebid destnîşan kir ku kamyonên mezin, barhilgir û tanker baş veguhastina çekan dinuxumînin, û gumanin jî hene ku Îran dê neftê û gelek tiştên din derbasî Sûrîyayê bike.

Ebid ragihand ku Pasdaran dê hewl bide xwe ji cezayên ku li ser derxistina neftê hatine sepandin vedize, û da zanîn jî ku vekirina dergeh dê ji Îranê re hêsantir bike bo kontrola xwe li ser deverine li Îraqê bisepîne, ku dê mîna nuqteyên veguhestinê bin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500